Apê Mûsa 32 sal berê hate qetilkirin: Kevneşopiya wî didome

  • rojane
  • 11:11 19 Îlon 2024
  • |
img

STENBOL - Bi ser qetilkirina rojanmeger-nivîskar Mûsa Anter 32 sal derbas bûn. Rojnameger Ender Ondeş destnîşan kir ku Anter bi sekna xwe bû destan û diyar kir ku kevneşopiya ew hiştiye didome. 

 
Apê Mûsa ê gelê kurd, Mûsa Anter di 20’ê îlona 1992’yan de li Amedê hate qetilkirin. Doza Anter ê ji hêla JÎTEM’ê ve hatiye qetilkirin, 2 sal berê, bi hinceta demboriyê hate girtin. Anter li pey xwe kevneşopiyekî mezin ê Çapemeniya Azad hişt. Ji nivîskarên rojnameya Yenî Yaşamê Ender Ondeş derbarê Mûsa Anter û kevneşopiya Çapemeniya Azad de axivî. 
 
Onder destnîşan kir ku tevî ew Anter nas nekiribe jî, derbarê wî de gelek tiştan guhdar kiriye, roja kuştina wî tê bîrê wiha got: “Vegotina Apê Mûsa ji bo min zehmet e. Lê belê mirovên wiha destanî ne. Hûn dibihîsin. Apê Mûsa di rastiya xwe de beriya Çapemeniya Azad jî hebû. Beriya wê nivîsekî ji bo biraziyê xwe Huseyîn Denîz (nivîskarê Ozgur Gundemê yê hatiye qetilkirin) nivîsandibû hebû.  Dema min ew nivîs xwend, ez giriyam. Dibêje kurê min Huseyîn, ez nabêjim ku tu mirî yî. Heke ez bêjim tu mirî yî wê demê ez ê te bikujim. Dibêje ku ez ê jî werin li cem te lawê min.”
 
‘KEVNEŞOPIYA JI NIFŞAN TÊ
 
Ondeş bi bîr xist ku Mûsa Anter piştî demekî kin ê qetilkirina biraziyê xwe, hatiye qetilkirin, anî ziman ku piştî qetilkirina rojnamegeran xwedîderketina têkoşîna wan zincîr e, mirovên ku dema Anter hatiye qetilkirin hêj nehatine dinyayê, vê têkoşînê didomînin û wiha got: “Hûn dikarin hesaba vê zincîrê bikin? Ev zincîre çawa tê? Ji mirovan derbasî mirovan dibe, ji nifşan derbasî nifşan.”
 
Ondeş qala kevneşopiya çapemeniya çep-çepgir a beriya Çapemeniya Azad a Tirkiyeyê kir û da zanîn ku Rojnameya “Demokrat” a Riya Şoreşger û Rojnameya “Polîtîka” ya Partiya Komînîst a Tirkiyeyê hebû û di wê demê de ev rojname baş bûn. 
 
GIRÎNGIYA ÇAPEMENIYA AZAD
 
Ondeş diyar kir ku li Tirkiyeyê derketina kevneşopiya Çapemeniya Azad geşedanekî gelek girîng e û axaftina xwe wiha domand: “Li gorî min, di dîroka kurdan de yekem carê çavkaniyekî agahiyan derveyî daxuyaniyên fermî yên hikûmetê û Serfermandariyê dide derket holê. Me vê yekê di Qilebanê de dît. Heke Çapemeniya Azad nebûna dê ji me re bigotana me komekî ji 34 gerîlayan pêk tê kuştin. Dîsa Qetlîama Basayê tê bîra min. Ez li rojnameyê bûm, 11 gundî qetil kirin û di dolmîşê de şewitandin û wê rojê bûyerê avêtin ser PKK’ê. Wisa xuya dikir lê belê agahiyên ji herêmê dihatin ne wisa bûn. Dadgeha Mafê Mirovan a Eweropayê (DMME) jî vê yekê erê kir. Artêş mirovan qetil kiribû û dabûn ber agir. Û gelek bûyerên bi vî rengî hene.”
 
PÊVAJOYA OZGUR ULKE HATIYE BOMBEKIRIN
 
Ondeş bi bîr xist ku dema rojnameya Ozgur Ulke di 3’yê kanûna 1994’an de hatiye bombekirin ew di çapemeniya sosyalîst de dixebitî, wekî her kesê ku bûyerê bihîstiye, ew jî çûye li pêşiya avahiyê rojnameyê. Ondeş têkildarî manşeta “Dê ev agir we jî bişewitîne” jî wiha axivî: “Ez dibêm di dîrokê de civîna sosyalîstan a herî kin di wê rojê de hate girtin. An ku 3 deqeyan filan dom kir û ev biryar hate girtin; ‘Demildest alavên teknîkî anîna buroyê û alîkariya rojnameyê. Anku me di wê demê de dişopand. Çûn û hatina me ya ew avahiyê navdar ê li Kadirgayê çêdibû.” 
 
PIŞTEVANIYA SALÊN 90’Î
 
Ondeş diyar kir ku piştî bombekirinê, hêrsekî mezin û piştevaniyek li mirovan peyda kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çalakiya Îstîklalê tê bîra min, lê belê ne tenê Îstîklal. Mînak li Aksarayê Ender Magazasi ya navdar heye, li pêşiya wê, di wê rojê de gelek binçavkirin çêbûn. Rojname dihat firotin. Gelek tevgerên siyasî ên ku li wê derê rojnameyê digirtin û li derdorên cuda de difirotin hebûn. Anku li taxên ku serwer bûn an jî li taxên cuda gelek rojname  hatin firotin. Piştevaniyekî xurt bû, bi rastî jî gelek alavên teknîkî li rojnameyê hebûn. Anku mirov di kovaran de, di weşanxaneyan de, di malan de çi hebe anîn rojnameyê.”
 
Ondeş bilêv kir ku di wê demê de rojname yek bi yek dihatin girtin lê belê piştre yeke nû derdiket û wiha got: “Çapemeniya Azad her tim gotin di cî de be bû stêrka civakê. Anku çavekî me tim li wê derê bû. Kar tim wiha dimeşiya. Ondeş diyar kir ku piştevaniya şoreşger û demokratan salên 1990’î li Tirkiyeyê xurt bû û anî ziman ku ew piştevanî îro lewaz bûye. Ondeş diyar kir ku sedema vê yekê ji lewazbûna tevgberên çepgir e. 
 
‘BAR DIKEVE SER MILÊ ÇAPEMENIYA AZAD’
 
Ondeş rexneyên “Zêde bala xwe nadin nûçeyên li Tirkiyeyê, nûçeyên xwe didin” berçav girt û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Wê çaxê tu jî nûçeyên kurdan bide. Tê bîra min me di rojnameyê de her civînê de diaxivî van tiştan. Me digot divê em girîngiyê bidin van nûçeyan. Mînak li rojaveyê an jî li Herêma Federe ya Kurdistanê rojnameger hatine kuştin. Gelo dê kê bide vê nûçeyê? Tune, kesekî din tune. Û tû neçar î ku wê wek manşet bidî. Ma çapemeniya kurd vê yekê naxwaze? Ma naxwazin ku li welat û Kurdistanê binpêkirinên mafan, kuştin, kuştinên bêyî darizandin hemû rojnameyên muxalîf bidin, barê wan sivik bibe. Helbet dixwazin. Lê belê nabe, dema nebe li kuncikê dimîne. Dikeve ser milê Çapemeniya Azad.”
 
MIKÛRHATINÊN BÎRAND
 
Ondeş zext, girtin û qetilkirinên rojnamegeran wek “berdêla derxistina holê ya rastiyê” pênase kir û wiha axivî: “Her kesek karê xwe dike. Anku tu rastiyan derdixî holê, perdeyên derewan diçirînî, ew jî te digirin. Helbet aliye hember çiqas teng bûbe, ewqas êriş dike. Partiya siyasî ya kurdan heye û nikarin ji holê rakin. Her carê mirovan digirin û dawî nabin. Dema xelas nebin, dor tê rojnamegeran. Anku neçar dimîne ku êrişî rojnamegeran bike. Mehmet Alî Bîrand carekê li xwe mikûr hatibû. ‘Ya me rojnamegeriyekî herimî kir. Artêş çi gotibe, me wê da’. Lê belê ew rojnamegerî jî xelas bû. 
 
‘ÇAPEMENIYA AZAD RASTIYA WELAT E’ 
 
Ondeş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku tîraja Çapemeniya Azad nikare girîngiya cihê wê vebêje, tevgera siyasî ya kurdan di Rojhilata Navîn de bi eleqeyekî mezin tê şopandin û wiha derbirî: “Niha hemû sefîrtî, hemû meqamên hikûmetê, Wezareta Derve tev dikevin malperên qedexekirî, hemûyan dixwînin. Tu hes bike, hes neke çawa ku Esad mijarekî girîng be, tevgera kurd jî mijarekî girîng e. Tu neçar î ku bixwînî. Her roportajekê dixwînin. Anku tu li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi siyasetê re mijûl dibî, neçar î ku her sibê wisa bikî. Mînak netewperest çi dibêjin? Cumhuriyetê dixwînî ne wisa? Eniya desthilatê çi dibêje? 3-4 rojname hene li wê derê. Çawa ku ev 40 sal in tu wateya gotina ‘me tevgerên şoreşger tune kirin’ tunebe di vê hêlê de tu wateya gotina ‘min rojnameger xelas kirin’ jî nîn e.”
 

Sernavên din

20/09/2024
21:45 Li Elbakê ji ber lehiyê mal di bin avê de man
18:56 Li Botanê ciwan civiyan
16:42 Emîne Şenyaşar bû mehek li Meclisê daxwaza edaletê dike
16:34 Doza Necmettîn Fendîk hate taloqkirin
15:47 Ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ hat vekirin
15:42 Der barê rojnamevanê girtî Yalçin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:36 Tuncel: Divê em pêşengtiyê ji guherîn û veguherînê re bikin
14:20 Di lêpirsîna Narîn Guranê de li dijî girtinan îtîraz hate kirin
14:14 Girtiyê li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê: Em hatine tecrîdkirin
14:08 Anter Anter dê li Zivingê were definkirin
14:04 Komîteya Wezîran Tirkiye hişyar kir: Heke gav neyê avêtin dê biryara navberê bê nîqaşkirin
13:26 Hatîmogûllari: Karesata herî mezin a bi serê vî welatî hatî AKP ye
12:43 Encamnameya Sempozyûma Çandiniyê hat eşkerekirin
12:22 Doza siyasetmedaran ji bo temamkirina parastinan hat taloqkirin
11:46 Kurê Apê Mûsa, Anter Anter jiyana xwe ji dest da
11:27 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li gorî qeymeqamê Pirsûsê 'guncav' nîne navê ‘Mem û Zînê’ li parqê were kirin
11:06 Apê Mûsa li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Me pênûsa te li erdê nehişt
10:59 Li xizmên xwe yên ku di pevguherandinê de winda kiriye digere
10:29 DSÎ'yê newal paqij nekir û mal di bin avê de man
10:23 Li gelek bajaran dê barîneke zêde bibare
10:03 ‘Dixwazin Tirkiye xwe ji Sûriyeyê vekişîne û li Iraqê qadekî bidin SMO’yê’
10:02 Der barê wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran de lêpirsîn hat destpêkirin
10:00 ‘Em li bendê ne ku di Mitînga Azadiyê de beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe'
09:46 Li Dîlokê mirina biguman a jinekê
09:44 ATK: Narîn Guran bi xeniqandinê hatiye kuştin
09:39 Metîna hate topbarankirin
09:38 Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê de 4 tîm derketin nîvefînalê
09:37 32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî sibê dest pê dike: Em ê bersivê bidin hemû cîhanê
09:19 'Generalên Biçûk' pênûsa wî li erdê nehiştin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2024'AN
19/09/2024
16:56 Bakirhan: Pirsgirêk dê bi şandina îktîdarê çareser bibin
16:52 Bîranîna Jîna Emînî: Li dijî tecawiz û komkujiyan em xwe bi rêxistin bikin
16:40 Doza HDP û HDK’iyan: Parastinên dawî dê sibê bên wergirtin
14:44 Emîne Şenyaşar a çalakiya wê hate astengkirin rakirin nexweşxaneyê
14:35 Komên paramîlîter li Efrînê 10 welatî revandin
14:23 Emîne Şenyaşar li Meclisê hate astengkirin
14:00 Li Stenbolê ji bo mitînga karkeran a mezin bang hate kirin
13:40 Rêveberiya dibistanê ji zarokan heqê klîmayê xwest
13:34 Danişîna ewil a cînayeta Bahar Karabagê hate taloqkirin
13:27 Amedspor dê ji ber xelasnekirina tadîlata sehaya xwe gilî bike
13:26 Li gorî anketa Sarosê DEM Partiyê dengê xwe zêde kiriye
12:01 Girtiyê nexweş Tuzun: Li Girtîgeha Kirşehîrê îşkence li me tê kirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 Meşa Ciwanan a ‘Ji Ocalan re azadî’ di roja 4’emîn de ye
11:34 Rapora Girtîgeha Karabukê: 17 girtî nayên tehliyekirin
11:11 Apê Mûsa 32 sal berê hate qetilkirin: Kevneşopiya wî didome
11:05 Xizmên girtiyan: Em hemû tên tecrîdkirin
11:02 Li ser pêşniyara herêman modêleke nû ya rêxistinkirinê hat pêşxistin
10:00 Ji bo Şahîn a polîsekî ew qetil kir, têkoşîna edaletê didome
09:58 Fatma Sumelî ya ku bi tirkî nizanibû nehat tedawîkirin
09:55 Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin
09:54 Başkurt ê li Licê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
09:53 Bi hinceta biryara 'qada Sîtê' nahêlin şênî biçin gundê xwe
09:52 Ferzkirina ‘Malbata pîroz’ a AKP’ê: Destkeftiyên jinan tên hedefgirtin
09:30 Karker xwe ji bo boykotkirina hilberînên Polonezê amade dikin
09:04 Komkujiya ‘Vegera li Jiyanê’: Ji bo serlêdana sûc a têkildarî Tantan û 2 kesan de biryara ‘bêrayetiyê’ hate dayin
09:04 Ji bo mitînga 'azadiyê' ya Amedê seferberî: Em ji vê rewşa heyî re bêjin 'bes e'
09:03 Behsa Îbrahîm Ayhan kir: Gotin û pratîka wî yek bû
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2024'AN
08:42 Ji bo 30 bajaran hişyariya barîna barana zêde
18/09/2024
23:59 Encamên Xelatên Apê Mûsa diyar bûn: Di warê wêneyê de MA bû yekemin
20:57 Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
15:54 Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
15:50 Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
15:22 Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
15:16 Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
14:40 Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
14:16 Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
13:58 Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
13:14 7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin
13:10 Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
13:00 Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
12:41 Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir