Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin

  • rojane
  • 10:28 27 Îlon 2024
  • |
AMED - Faîlên Ceylan Onkol a bi guleya hewanê ya ji qereqolê hate avêtin hate qetilkirin 15 sal in nehatin darizandin. Hevala Onkolê, Senîha Onkol wiha got: “Ji ber ku kujer dewlet e hat veşartin.”
 
Zaroka 12 salî Ceylan Onkol di 28’ê îlona sala 2009’an de dema li mezraya Xanbaz a bi ser gundê Kanîspî ya navçeya Licê ya Amedê ve pezê xwe diçêrand, bi guleya hewanê ya ji qereqola leşkerî hatibû avêtin, hat qetilkirin. Bi ser kuştina Ceylanê re ewqas sal derbas bûn lê belê hê jî kujerek jî nehatiye dîtin û darizandin. Kesên li herêma ku Ceylan lê hatiye qetilkirin dijîn demekî dirêj nekarin li wê herêmê bigerin. 
 
Bedena Ceylana biçûk 6 saetan li cihê bûyerê ma heta ku dozger çû cihê bûyerê. Dayika wê Salîha Onkol, parçeyên laşê keçika xwe di pêşa xwe de berhevkirin, şêniyên gund bedena Ceylanê bi pelên dara berûyê pêçandibûn û malbatê hemû delîlên li cihê bûyerê radestî Serdozgeriya Komarê ya Liceyê kir. Lê belê di raporên der barê kuştina Ceylanê de ku ji aliyê leşkeran û polîsan ve hatibûn amadekirin de hat îdiakirin kirin ku Ceylan bi dasê hatiye kuştin. Rayedarê leşkeriyê yê wê demê Yuksel Şanliturk malbat neheq kiribû û gotibû ku malbat ji bo tezmînatê werbigire xwe mexdûr dike û bi van gotinan xwestibû ser bûyerê bigire.
 
DADGEHA MAFÊN MIROVAN BIRYARA BINPÊKIRIN NÎNE DA
 
Piştî salekê ango di sala 2010'an de parêzerên malbata Onkol ji bo ku biryara veşartina ser dosyayê were rakirin û hemû daxwazên wan dihatin redkirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di gulana 2012'an de ji bo ku lêpirsîneke bibandor û bêalî neyê birêvebirin, daxwazên kûrkirina lêpirsînê hatin redkirin. Tevî dema derbas bû jî doz nehat vekirin û tawanbarek ango sûcdarek jî nehat dîtin, ji ber vê yekê dîsa serî li DMME’yê hat dayîn. DMME’yê 5 sal şûn de di 17’ê çileya 2017’an de serlêdana malbata Onkol bi encam kir û biryara “di warê lêpirsîna bibandor û binpêkirina maf nehatiye binpêkirin” da. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Licê di nîsana 2014’an de biryara ku ji bo tespîta kiryaran a di dosyayê û raporan da têr nakin biryara lêgerîna daîmî derxist. Malbat Onkol bi hêceta berpirsiyartiya di teqînê de û binpêkirin heye li dijî Wezarat Karên Navxweyî bi daxwaza tazminata madî û manewî serî li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da û doz vekir. Dadgehê biryara ku 28 hezar û 208 lîre tazmînat ji bo malbatê were dayîn da. Parêzerên malbatê li dijî vê biryarê derketin û îtîraz kirin. 
 
ÎDARE BIQISÛR HATE DÎTIN
 
Biryar birin Dadgeha Kargeriya Bilind. Dadgeha Kargeriya Bilind di 16’ê gulana 2019’an biryara ku divê ji malbata Onkolê re tazmînat were dayîn xera kir û biryar da ku divê doz di çarçoveya rêgezên “berpirsyariya bêqisûr” an jî “qisûra xizmetê” de bê lidarxistin. Li ser vê yekê Dadgeha Îdareyê di 8’ê adara 2021’an de biryar da ku bi giştî 283 hezar lîre tazmînata madî û manevî ji bo malbatê were dayîn. Biryar hate dayîn ku di bûyerê de malbat ji sedî 10 îdare jî ji sedî 90 biqisûr e. Hem malbata Onkol hem jî parêzerên wezaretê careke din ji bo temyîzê serî li Dadgeha Kargeriya Bilind dan. Tevî ku 3 sal jî derbas bûn hêj Dadgeha Kargeriya Bilind biryarek nedaye. 
 
Dayika Ceylanê Salîha Onkol û dotmam û hevala wê ya zarokatiyê Senîha Onkol tiştên di nava 15 salan de qewimîn vegotin. 
 
‘KEYFXWEŞIYA ME BÛ’ 
 
Salîha Onkol a her cara têkildarî Ceylanê diaxivî, diçû kêliya ku bûyer qewimî, tevî ku 15 sal derbasbûne jî tiştên diqewimin weke duh tên bîra wê. Dayik Onkol a têkildarî wê rojê şahidiniya xwe vegot, anî ziman ku piştî her zaroka li kolanê dibîne Ceylan tê bîra wê û bi lêv kir ku di nava zarokan de li Ceylanê digere. Dayik Onkol, bi lêv kir ku Ceylan zarokeke jîr û serkeftî bû wiha got: “Heval û mamosteyên Ceylanê gelek jê hez dikirin li malê keyfxweşiya me bû.”
 
Dayik Onkol diyar kir ku roja ku Ceylan hate qetilkirin roja ewil a dibistanê bû û wiha berdewam kir: “Min jê re got here dibistanê. Ji min re got ‘Dayê ez ê îro bi te re bimînim û alîkariya te bikim’. Min çend jê re got here dibistanê jî neçû. Pişt re ji min re got dixwazim biçim ber bizina. Dîsa her çiqas min jê re got neçe jî bi biryar bû ji bo ku biçe ber bizinan amadekariyên xwe kirin. Şewqeyê xwe da serê xwe, lepikên xwe xistin destê xwe û goreya xwe kir pê xwe. Destê min maç kir. Got ‘Dayê tu ji min re meqerneyan çêbike ez ê werim’. Ceylan çû, min karên xwe xelas kirin û ji bo wê dest bi çêkirina meqerneyan kir.”
 
‘MIN PARÇEYÊN WÊ DI PAŞÊYA XWE DE BERHEV KIR’ 
 
Onkol, bi bîr xist ku parçeyên Ceylanê di paşêya xwe de berhev kirin û tiştên ku roja bûyerê qewimîn wiha vegotin: “Saet dora 11.30’an bû. Tiştek bi dengekî bi ser malê re çû û li cihekî nêz ket û teqiya. Dema min deng bihîst derketim derve. Dema ku ez da meqerneyan li ser agir deynim, cîranan bang kir; Xwişka Salîha kî li cem bizinan heye? Guleya hewanê li wir ket.’ Kekê Ceylanê beriya min çû cihê ku bizin lê. Kurê min got ‘Xwîn ji bizinekê tê lê Ceylan xuya nake’. Min jê re got ‘bang lê bike dibe ku birîndar be’ Pişt yek carê qîr kir û got ‘Ceylan parçe parçe kirine…’ Kurê min cilên xwe ji ber xwe kirin û hewl da laşê Ceylanê yê parçebûyî veşêre. Hewl da dîtina min a parçeyan asteng bike. Her çiqas got ku ‘Dayê ez qurbana te bim neyê, Ceylanê di wî halî de nebîne’ jî nekarî bibe asteng. Ez ber bi Ceylanê ve beziyam û laşê keça xwe yê parçebûyî dît. Min ewilî kezeba wê xist devê xwe pişt re xist paşêya xwe. Min dest bi berhevkirina parçeyên din jî kir. Min serê Ceylanê jî danî ser çokê xwe û wiha sekinim. Pişt re cîranên me hatin û parçeyên Ceylanê ji min wergirtin.”
 
KARÛBARÊN OTOPSIYÊ LI QEREQOLÊ HATIN KIRIN!
 
Dayik Onkolê bi bîr xist ku laşê keça wê yê parçe kirî 6 saetan li erdê ma û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne dozger ne dadger ne leşker kes nehat. Dozger bi hinceta ‘ewlehiya canê min nîne’ nehate cihê bûyerê. Qereqolê jî kamereyek da meleye gund û şand cihê bûyerê. Piştî 6 saetan me bi derfetên xwe cenazeyê Ceylanê bir Qereqola Abaliyê. Karûbarên otopsiyê yên Ceylanê jî li qereqolê bi destê cendermeyan hate kirin. Heta ku karûbarê otopsiyê xelas bû, bû êvar. Me cenaze anî malê li gund defin kir.”
 
Dayik Onkol, bal kişand ku piştî Ceylanê jî qetilkirina zarokan hate berdewam kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di her qetilkirina zarokekê/î de Ceylan tê ber çavên min. Weke ku Ceylan jinûve hatibe qetilkirin hîs dikim. Ez weke dayikekê naxwazim êdî zarok bên qetilkirin. Min xwest komkujî bi dawî bibin û aştî pêk were. Bi ser qetilkirina Ceylanê re 15 sal derbas bûn lê faîlek jî derneket holê. Dixwazim edalet pêk were û kujerên keça min bên girtin û cezakirin. Encax wiha dikarin pêşiyê li komkujiyan bigirin.”
 
DOTMAMA ONKOL: DI HIŞ Û BÎRAN DE MA
 
Senîha Onkol a hem dotmam hem jî hevala zarokatiyê ya Ceylanê ye jî wiha got: “Dibistan 4 kîlometreyan dûrî gundê me bû. Şertên zivistanê gelek zorî dida me û em ji ber sarmayê dicemidîn, carna rê dihatin girtin. Lê Ceylan di rê de her tim ji me re dibû moral. Tevî şertên zor û zehmet jî hezkirina wê ya xwendinê gelek zêde bû. Ji ber ku xeyalên wê hebûn. Dema Ceylanê jiyana xwe ji dest da em li dibistanê bûn. Dema me agahiya kuştina Ceylanê bihîst, ji mamosteyan heta xwendekaran her kes bi bandor bibû û gelek xemgîn bibû. Ya ku em gelek xemgîn kirin jî cureyê qetilkirina wê bû. Me bi salan travmaya Ceylanê nekarî ji ser xwe biavêjin. Gundiyan û malbata Ceylanê bedenê parçekirî yê Ceylanê ji biniya daran û derdorê kom kir. Ne tişteke hesan û bê ragirtin bû. Qetilkirina Ceylanê di hiş û bîran de ma.”
 
‘FAÎL DIVÊ BÊN CEZAKIRIN’ 
 
Onkol, wiha berdewam kir: “Ev yek careke din nîşan dide ku welat çiqas bêhiqûq û bêedalet e. Bi ser qetilkirina Ceylanê re 15 sal derbas bûn lê di dosyaya Ceylanê de tu pêşketin nîne. Faîl hêj li derve ne û dibe ku hin zarokên din jî qetil dikin. Herkes baş dizane ku di dosyaya Ceylanê de îhmalek heye. Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin. Hêj jî faîl nehatine dîtin. Heke faîl dewlet be jî divê were cezakirin û edaleta li welat nîne divê êdî were pêkanîn.”
 
MA / Heval Onkol

Sernavên din

12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Turkoglû daxuyaniyê dide
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir