New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot

  • cîhan
  • 11:43 29 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê gav bi gav ava kirî nivîsand. Li gorî vê, ji bo plana berfireh “Yekîneya 8200” hatiye peywirdarkirin. 
 
Rojnameya New York Timesê ya amerîkayî, kitekitên operasyonên Îsraîlê yên li dijî Hîzbullahê nivîsand. Li gorî rojnameyê, piştî têkçûna di sala 2006’an a li Lubnanê, Îsraîlê ji bo planeke berfireh a li dijî Hîzbullahê  “Yekîneya 8200” peywirdar kir. 
 
KOMANDOYÊN NEPEN ŞAND
 
Rayedarên ji rojnameyê re axivîn diyar kirin ku piştî têkçûna li Lubnanê, ji bo xwe baş berdin nav Hîzbullahê wan “Yekîneya 8200” a ku îstîxbarata sîber-dijîtalê kom dike û komeke ku kodan deşîfre dike peywirdar kirine. Di heman demê de gotin ku ji bo cihên herî veşarî yên Lubnanê jî bi mebesta “peywirên îstîxbarî yên hesas” komandoyên nepen hatine şandin. 
 
ŞIBANDINA 'SÎSÎFOS'
 
Rayedarekî operasyona “bi sebrekî mezin” hatiye amadekirin şiband rewşa qral Sîsîfos ku li gorî mîtolojiya yewnanan li Dinyaya Binerd heta hetayê hatiye cezakirin ku kevirekî heta serê girekî bibe û dîsa gêr bibe were xwarê û dîsa bibe. Di nûçeyê de îdiaya ku “di suîqesta DYA’yê ya di çileya 2020’ê de li dijî Qasim Silêmanî hatiye kirin de alîkariya îstîxbarata Îsraîlê hebû” careke din hate piştrastkirin. 
 
BI TEKNOLOJIYA HERÎ DAWÎ KETIN NAVA TORA RAGIHANDINÊ 
 
Rayedarên ji rojnameyê re axivîn gotin ku di piştperdeya suîqestên dawî yên Îsraîlê yên li dijî Nasrallah û rayedarên payebilind ên Hîzbullahê de avakirina tora îstîxbarateke bi sala ye tê avakirin heye. Li gorî vê; Mossad û îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê piştî têkçûna di sala 2006’an a li Lubnanê, ji bo derheqê rêveberiya Hîzbullahê û stratejiyên wan de bêhtir agahiyan kom bikin, ketin nava hewldanên taybet. “Yekîneya 8200” ji bo bikeve telefonên mobile ên Hîzbullahê û cîhazên din, amûrên teknolojiya herî dawî bi kar anîn. Ji bo agahiyên nû yên girîng di demekî herî kin de ji hêzên hewayî re bişînin jî komek ava kirin. 
 
ÎHA’YAN BÊNAVBER WÊNE KIŞANDIN
 
Di heman demê de Îsraîlê ji bo her tim kelehên Hîzbullahê bikişîne, hejmareke zêde ya balafirên bêmirov li ser Lubnanê firand; peyka xwe ya herî pêşketî jî ji bo vê bi kar anî. Armanca ji vê ew bû ku guherîneke herî biçûk ên di avahiyên Hîzbullahê bi kar di anî - weke mînak ji bo deşîfrekirina depoyeke çekan – de jî qeyd bikin. Hat zanîn ku di bombebarana giran a li Dahiye ya li başûrê Beyrûdê de ku weke keleha Hîzbullahê tê zanîn de jî Îsraîlê ev daneyên ji sala 2006’an heta niha tên berhevkirin bi kar aniye. 
 
KOMANDO ŞANDIN LUBNANÊ
 
Lubnan herî zêde 240 km’an dûrî Qudsê ye û di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ev yek jî ji hêla Îsraîlê ve weke avantajek hatiye bikaranîn. Li gorî îdiayê, ji bo bicihanîna peywirên îstîxbarî yên hesas, Îsraîlê nasnameyên komandoyan guherand û ji bo peywirên xwe bicih bînin şande Lubnanê. 
 
Rayedarên DYA û Îsraîlê yên ji bo rojnameyê axivîn diyar kirin ku yek ji rayedarên payebilind ên Hîzbullahê Îmad Mugniye di sala 2008’an de ji hêla Mossadê ve li Sûriyeyê hate kuştin û yek ji encamên ewil ên van hewldanên îstîxbaratê jî ev bû. 
 
JI BO SILÊMANÎ ÎSTÎXBARAT DAN DYA’YÊ 
 
Fermandarê Hêzên Qudsê yê Muhafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî di çileya 2020’ê de li paytexta Iraqê Bexdayê hatibû kuştin û hat diyarkirin ku “Yekîneya 8200’ê” îstîxbarata vê daye DYA’yê. Li gorî îdiayê; Îsraîlê îstîxbarat girt ku dê Silêmanî li Bexdayê bi Nasrallah re hevdîtinê bike û ji ber fikara ku “dê şer dest pê bike”, li dijî serokê Hîzbullahê suîqest nekir. Lê belê agahiya hevdîtina Nasrallah-Silêmanî bi şirîkê xwe DYA’yê re parve kir. DYA’yê jî Silêmanî di derketina Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê de kuşt. 
 
Ji fermandarên payebilind ên Hîzbullahê Fuad Şukur jî di tîrmehê de ji hêla Îsraîlê ve li Beyrûdê hate kuştin. Hat gotin ku di vê suîqestê de jî tiliya “Yekîneya 8200”ê heye. 
 
LI BUDAPEŞTEYÊ TESÎSEKE HILBERANDINÊ YA TAYBET HATE AVAKIRIN 
 
Di nûçeyê de têkildarî êrişa Îsraîlê ya bir êya cîhazên ragihandinê li dijî Hîzbullahê kiribû de jî kitekitên girîng hatin parvekirin. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Îsraîl ewqas ketibû nav telefonên mobile ên Hîzbullahê ku neçar ma derbasî cîhazên bangkirinê û bêtelan bibe. Mossadê jî dest bi plana ku van cîhazên bangkirinê û bêtêlan veguherîne bombeyên mînyatûr kir.” Li gorî rojnameyê; Mossadê li ser vê yekê li paytexta Macaristanê Budapeşteyê şîrketeke paravan ava kir û dest bi hilberandina cîhazên bangkirinê yên weke lîsansa wan ji fîrmayeke Tayvanê hatibe girtin kir. Sîxurên Îsraîlê beriya ev cîhaz ji Lubnanê re bên şandin, ji ewil teqemenî xistin nava van cîhazan. Di çarçoveya operasyonê de bi hezaran cîhazên bangkirinê hatin çêkirin. Di serê mehê de ev cîhazên bangkirinê hatin teqandin û Hîzbullahê ferq kir ku dibe heman rewş di radyoyên destan de jî çêbibe. Hat zanîn ku rayedarên Îsraîlê ji ber vê sedemê bi lez û bez radyo jî teqandin. 
 
Yek ji rayedarên Hîzbullahê Îbrahîm Akîl di îlonê de li Beyrûdê hatibû kuştin û di nûçeyê de hate gotin ku di vê suîqestê de jî heman operasyona îstîxbarî hebû. 
 

Sernavên din

14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
14:08 Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
13:12 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye
13:11 Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin
12:49 Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê
12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Turkoglû: Em ê rê nedin çeteyan û şerê taybet
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?