KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin

  • rojane
  • 09:32 30 Îlon 2024
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê têkildarî hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyanî da û got: “Divê gelê me biçe ser sindoqê û dengê xwe bide kesên berjewendiyên gelê me diparêzin û namzetên welatparêz ên xizmetê ji gel re dikin.” 
 
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistane daxuyaniyek weşand. KNK’ê diyar kir ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di qonaxeke gelekî taybet de têne kirin û di 33 salên fermî yên herêma Başûr de, hilbijartinên parlamentoyê tu carî serdemekî ewqas aloz û bi krîz nebûye. 
 
KNK’ê bi domdarî wiha got: “Li ser asta navxweyî jî nakokiyên di navbera aliyên siyasî û aloziya di navbera wan de, krîza aborî û debara jiyana xelkê, hejarî, nebûna xizmetguzariyan, bêkarî, bêkariya parlamantoyê, xemsariya hikûmetê, cîbicîkar û deynên wê yên berhevkirî, xem û astengiyên gel ên li ser azadiyan, girtin û bêdengkirina rojnamegeran. Krîz û pirsgirêkên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê û her wiha destwerdana leşkerî, ewlekarî û kaotîk a dewletên herêmê. Li başûrê Kurdistanê ev û gelek mijarên din taybetmendiyên ku başûrê Kurdistanê û rêveberiya herêmê didin nasîn.”
 
Helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê ya li hemberî Herêma Kurdistanê ne tenê ne dostane ye, belku berdewam hewl dide ku statûya herêmê lawaz bike û têk bibe û pirsgirêkên din çêbike û desketiyan kêm bike. Piştî pêvajoya referandûmê, 2017'an beşeke mezin ji xaka başûrê Kurdistanê ji nû ve bi dest xist û pêvajoya guhertina demografiya bajar û bajarokên Kurdistanê dewam kir. Li aliyê din jî bi dewletên herêmê re ji bo têkbirina destketiyên gelê kurd komployan çêdike. Bi dewleta tirk re peymanan îmze dike, partiyên kurdan qedexe dike, di kûrahiya dehan kîlometroyan de destûrê dide Tirkiyeyê muxele ya Iraq bike, li ser hesabê berjewendiyên gelê kurd peymanên aborî, ewlekarî û leşkerî îmze dike. Her wiha ji bo tepeserkirina têkoşîna rewa ya gelê rojhilatê Kurdistanê bi dewleta Îranê re peymana bêçekkirin û bêtesîrkirinê li hember hêzên rojhilatê Kurdistanê îmze kir. Ev taybetmendiyên ku helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê û gelek serkirdeyên siyasî yên Iraqê diyar dikin.
 
Di heman demê de hikûmeta Iraqê plan dike ku di meha mijdarê de yekser piştî hilbijartinên Parlamentoya herêmê, serjimêriya giştî pêk bîne. Ev prose di demekê de tê birêvebirin ku tu xalên madeya 140 nehatine cîbicîkirin û kêşeya navçeyên dabirayi ne tenê çareser nebûye, belkî ber bi rêyeke xirabtir ve çûye.
 
Tevî van hemûyan jî mijarek pir girîng heye; dagirkeriya dewleta tirk ya li ser başûrê Kurdistanê. Êriş û dagirkirina bi dehan baregehên leşkerî yên bi her cure çekên sivik û giran, di nav de çekên qada navneteweyî de qedexekirî jî didomin. Li herêmê bi dehan baregehên îstixbaratê, saziyên siyasî, aborî û çandî ava kirine. Tirkiye beşeke mezin ji herêma Behdînan dagir kiriye û bi gelên herêmên dagirkirî re jî weke xwediyê axê tevdigere.
 
Lê li gel van hemûyan jî gelê kurd li her çar parçeyan, li bajaran, gundan, li zindan û çiyayan bi hêvî û îradeyeke xurt di berxwedaneke bê hempa û hêviya serketineke mezin de ne. Hilbijartinên şefaf û bê sextekarî yên parlamentoya başûrê Kurdistanê parçeyek ji vê berxwedan û hêviyê ye.
 
Belê, hilbijartinên parlementa başûrê Kurdistanê di rewşeke wiha nazik, hestiyar û diyarker de têne kirin. Ev qonaxeke diyarker e, ji ber ku ji aliyekê ve metirsiyeke mezin li ser destketên gelê me li hemû beşên welat de heye û di heman demê de derfeteke me ya mezin ya serketinê jî heye.
 
Em weke Kongreya Neteweyî Kurdistanê ku her tim banga yekitiya gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî dikin, em jî daxwaz dikin ku pêvajoya hilbijartinê di atmosfereke aram û şaristanî de û bê destwerdan were kirin. Hilbijartineke zelal ku gelê Başûrê Kurdistanê bi awayekî azad dengê xwe bide. Em piştrast in ku gelê Başûrê Kurdistanê bi zanebûn e ku wê dengê xwe bide namzetên ku berjewendiyên herî bilind ên gelê Kurd diparêzin, destketî, maf û azadiyên xwe biparêzin û ji bo Kurdistana azad li dijî dagirkerî û komploya dijberan têbikoşin. Divê demildest bê qebûlkirin û piştre hikûmeteke bi bandor ku bersivê bide daxwazên dengdêran û hemû gelê kurd bê avakirin û dest bi xebatê bike.
 
BANG KIR
 
Bi vê munasebetê em weke KNK careke din bang dikin û van xalên jêrîn pêşkêş dikin;
 
* Ev hilbijartin girîng in, divê gelê me biçe ser sindoqan dengê xwe bide berendamên welatparêz yên dijê dagirkeran berjewendiyên gelê me diparêzên û xizmetê ji gel re dikin.
 
* Divê hilbijartin bi hemû awayî zelal û bê hîle bêne meşandin da ku encameke rast û durist derkeve holê.
 
* Divê hemû aliyên siyasî yên beşdarê hilbijartinê dibin, di peyam û peopaganda xwe de  bi zimanekî siyasî plan û projeyên xwe pêşkêş bikin û zimanê sûçdarî û heqaretê nexebitinîn. Divê hilbijartin bi atmosferek demokratîk de bêne kirin, li ti cih û ti deveran li hember ti kesî şîdet neyê karanîn.
 
* Divê hemû hêz ji encamên hilbijartinê re rêz bigrin û li gorî encamên hilbijartinê hikumeteke demokratîk bê ser kar.”

Sernavên din

12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê | HATE NÛKIRIN
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan DEM Partiyê deklarasyona xwe eşkere dike
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
14:08 Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
13:12 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye
13:11 Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin
12:49 Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê
12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê