Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin

  • rojane
  • 13:48 11 Cotmeh 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku niha girtî ye, di danişîna ewil a doza xwe de axivî û wiha got: “Di axaftinên min de tu tiştekî derqanûnî tune ye. Dema mijara behsa xeberê dibe DEM Partî her tişt diguhere.” 
 
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’yê hezîranê de ji hêla Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Danişîna ewil a Akiş ku bi îdiayên “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye”, û “Beşdarbûna çalakiyên civîn, xwepêşandan û meşên derqanûnî û kesên wan birêxistin dikin” tê darizandin. Danişîna ewil a Akiş hat lidarxistin.  Akiş ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişîna li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê dihat lidarxistin bû. Parêzerên Akiş, malbata wî û Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe di danişînê de amade bûn. Ji bilî xizmên Akiş ên nêz destûr nehat tu kes tev li danişînê bibin. 
 
'AXAFTINÊN MIN SÛC NÎNIN’
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî dozger xwest ku ji ber her madeyê ceza li Akiş were birîn. Akiş jî di parastina xwe de got ku meşa di îdianameyê de cih digire qedexe nebû û tu biryareke qedexeyê ya ji wî re hatiye ragihandin tune ye. Akiş, diyar kir ku ji ber meşê tenê derheqê wî de lêpirsîn hatiye vekirin û wiha got: “Îdianame bi rêya afirandina delîlan hatiye amadekirin. Ev yek jî rê li ber mexdûriyetan vedike. Emniyetê piştî xwepêşandanê hat gel me û spasî kir. Li her devera Colemêrgê kamera hene û qeyd dikin. Hêzên ewlekariyê kesên beşdar bûn heta gundê Nîşeyê şopand. Madem qedexe heye wê demê çima derheqê kesên destûr dane xwepêşandanê de lêpirsîn nehate vekirin?”
 
Akiş, da zanîn ku di meşê de bi kurdî axivî ye û wergera wê xelet hatiye kirin. Akiş, wiha domand: “Ez ji ber wergerên xelet ên qeydên TAPE’yê niha girtî me. Xuyaye ku kesên naveroka axaftinên min xelet werger kirin baş bi kurdî nizanin. Tu tişteke derqanûnî di axaftinên min de tune ye. Ez niha jî dixwazim parastina xwe bi kurdî bikim lê ji ber dibêtiya ku axaftina min xelet were wergerandin ez neaxivîm. Tevahiya naveroka axaftina min têkildarî aştî, edalet, azadiya fikr û raman û krîza aborî ye. Ev tu caran nabin sûc. Ne tenê ez her kes li ser van mijaran diaxive. Dema ez diaxivim 20 sal cezayê hefsê didin min lê derdora 4 heta 15 salan cezayê didin kesên mirovan dikujin. Ez ji dozgeriyê dipirsim; çi tiştê vê wijdanî ye, ma ev edalet e? Dema meseleya behsa xeberê dibe kurd, dema mesele dibe DEM Partî wê demê her tişt diguhere.” 
 
'LÊPIRSÎN DERHIQÛQÎ YE’
 
Bi domdarî Akiş got ku li gorî fermanên tu kesan tevnegeriyaye û ev tişt anî ziman: “Çi hewcehiya min pê nîne kesek aqil û fermanan bide min. Ez endamê DEM Partiyê û hevşaredar im. Min biryara partiya xwe bi cih anî û axivîm. Ka we digot Komara Tirkiyeyê dewleta hiqûqê ye? Kanê demokrasî? Her gotina me, her liv û tevgera me weke sûc hatiye nirxandin. Bingeheke mutalaayê nîne. Ya li dijî min hatiye kirin derhiqûqtî ye, skandal e. Bingeha tayînkirina qeyûm bi vê lêpirsîna bêbingeh û derhiqûqî hate amadekirin. Ez daxwaza beraeta xwe dikim.” 
 
PARÊZER: HÊZÊN EWLEKARIYÊ DOSYA ARASTE KIRIN 
 
Parêzerên Akiş jî destnîşan kirin ku muwekîlê wan di çarçoveya giştînameya partiya xwe de axivî ye lê axaftinên wî hatine berevajîkirin û îdianame bi vî awayî hatiye amadekirin. Parêzeran gotin ku sedema vekirina lêpirsîna derheqê muwekîlê wan de hevşaredartiya wî ye. Parêzeran, wiha domand: “Hêzên ewlekariyê dosya araste kirin û dosya xistin vê rewşê.” Parêzeran xwestin ku dosyaya heyî bi dosyaya li 2’yemîn Daîreya Cezayan a li Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Wanê tê lêkolînkirin re were yekkirin. 
 
DAXWAZA QEYDA VÎDEOYÊ HATE REDKIRIN
 
Parêzeran xwestin ku dîmenên meşa di îdianameyê de cih digire û ji hêla Şaxa Ewlehiyê ve hatine kişandin li dosyayê bên zêdekirin. Şandeya dadgehê bi hinceta ku beşekê daxuyaniya Akiş hatine nivîsandin û girtekên bûyerê di dosyayê de hene, ev daxwaza parêzeran red kir. 
 
Dadgehê, danişîna dozê taloqî 20’ê mijdarê kir. 

Sernavên din

16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvjoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne | HATE NÛKIRIN
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin - HATE NÛKIRIN
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin