Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe

  • rojane
  • 15:49 13 Cotmeh 2024
  • |
img

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniya “Azadiyê” ya li Amedê de axivî û got ku rêya çareseriya pirsgirêka kurd ji Îmraliyê re derbas dibe. 

“Mitînga Azadiyê” ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li Amedê bihata lidarxistin, ji hêla walîtiyê ve hate qedexekirin. Li ser vê yekê bi hezaran kes li Semta Ofîsê hatin gel hev. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar li vir bangî bi hezaran kesan kir û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bal kişand ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin. 
 
‘PIRSGIRÊKA KURD, ÎNKARKIRINA KURDAN E’ 
 
Uçar, diyar kir ku tevahiya pirsgirêkên li Tirkiyeyê bingeha xwe ji pirsgirêka kurd digirin û wiha got: “Ewqas dem derbas bû, îktîdar guherîn lê tu îktîdaran cisaret nekirin di mijara pirsgirêka kurd de projeyên baş pêş bixin. Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şerê du pergalan bû. Projeya Rojhilata Navîn a demokratîk ku azadiya gelê kurd û jiyana azad û wekhev a gelên Rojhilata Navîn esas digirt hedef hate girtin. Porjeya din jî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bû ku hêzên hegemon ên cîhanê pêşengtiya wê dikirin. Pergalê, bi derxistina pêşengê pergala Rojhilata Navîn a demokratîk re şerên niha li gelên me ferz kir. Gelo pirsgirêka kurd çi ye? Pirsgirêka kurd, parçekirina welatê kurdan, înkarkirina kurdan, dabeşkirina civaka kurdan û dûrxistina wan a ji xwebûna xwe ye. 
 
JI PARADÎGMAYA AZADIYÊ NETIRSIN 
 
Îradeya kurdan tê desteserkirin û lê tê ferzkirin ku serî li ber siyaseta înkar û tunekirinê bitewînin. Pirsgirêka kurd, azad nejîna kurdan e. Ew e ku kurd ji netewbûnê hatine derxistin. Ev tespît, tespîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Pirsgirêka kurd ew pirsgirêke ku dibêjin ‘me çareser kir’ lê tê înkarkirin. Bila her kes bibihîse; pirsgirêka kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye, pirsgirêka demokrasî û azadiyan e. Pirsgirêka statûyê ye. Gelo dê kî vê pirsgirêkê çareser bike? Dê kî berê înkara sedsalî biguherîne? Heye navnîşanek? Ez ji gelê me dipirsim; muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd kî ye? Ji firkên birêz Ocalan netirsin, ji projeyên birêz Ocalan netirsin. Ji paradîgmaya ku azadiyê pêşkeşî gelên bindest dike netirsin. 
 
DIVÊ DERÎ BÊN VEKIRIN, FIKR BÊN AXAFTIN 
 
Projeyeke we tune ye, gotineke we ya siyasî tune ye. Bi sala ye heman tiştan dibêjin. Ev îradeye îro peyamekê dide we. Hemû astengiyan raki, berpirsyartiyeke dîrokî li xwe bigirin. Rê li ber azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan vekin, piştre jî bila di çareseriyê de rola xwe bilîze. Ev sed sal e hûn vê civakê bi gotina ‘terorê’ dixapînin. Tişta ku hûn jê re dibêjin ‘teror’, nirxên gelê kurd in. Li her devera Kurdistanê, ji rojavayê welêt, gelek kes li ser rêya ne. Çima wiha dikin; ji bo ku mirov nemirin û welêt di vê krîzê de nefetise. Ji bo ku em bikarin bên gel hev û biaxivin. Ji bo hûn li cihên nexuyayî bi mîkrofonan neqîrin. Êdî guh bidin îradey vî gelî. Vê zîhniyeta ez nabînim, nabihîzim û hwd. ev welêt tune kir. Hûn qala makezagoneke nû, qala aştiya navxweyî dikin. Hûn ê van li ser çi ava bikin? Li ser înkarê? Li ser tecrîdê? Dê li ser tunehesibandinê ava bikin? Divê êdî derî bên vekirin û fikir bên axaftin. 
 
BIRÊZ OCALAN FIRSENDEKE MEZIN E
 
Aştî, fezîlet e, hevrûbûn fezîlet e. Derkevin pêşberî raya giştî û jê re bibêjin bê ka hûn tecrîda li Îmraliyê li gorî kîjan hiqûqê dixin meriyetê. Hiqûqa li Îmraliypê, ne di hiqûqa navxweyî ne jî di ya gerdûnî de heye. Hiqûqeke qorsan e. Dewlet, li Îmraliyê hiqûqeke korsan xistiye meriyetê. Ji bo ku aştî û çareserî çênebe. Birêz Ocalan, ji bo vî welatî firsendeke mezin e. Em bang dikin ku ji vê firsendê sûd were girtin. Banga me ji bo hemû rojnameger, rewşenbî, akademîsyen û gelên  Tirkiyeyê ye; têkildarî aştiyê, ji bo çareseriya demokratîk bikevin nava hewldanan û gotina xwe bikin. Banga me ew e ku li dijî tecrîdê li aser birêz Ocalan, ji bo Tirkiyeya demokratîk û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd berpirsyartiyê li xwe bigirin. Rêya demokratîkbûna vî welatî, rêya azadiya gelên Tirkiye û Kurdistanê jî ji Îmraliyê re derbas dibe. Hûn jî vê yekê dizanin. Dê têkoşîna me bidome. Dê gelê kurd azad bibe û Tirkiye jî demokratîk bibe.” 

Sernavên din

19:28 Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
19:18 DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da
18:59 Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe
18:06 Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç
17:26 Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe
16:56 Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e
16:38 Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan | HATE NÛKIRIN
16:33 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kirî: Deriyên Îmraliyê vekin
16:20 Hevserokê DEM Partiyê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
15:54 Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin
15:49 Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
15:25 Berxwedana Botaniyan encam girt: Gel ber bi Amedê ve kete rê
15:13 Li Amedê berxwedana ‘Azadiyê’
14:54 Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’
14:27 Baskê Rihayê yê ‘Mitînga Azadiyê’ li Amedê dest bi meşê kir
14:22 Ciwan li Rezanê bi dirûşma ‘Azadiyê’ dimeşin
13:51 Ji Xana Axparê ber bi Amedê ve meşa ‘Azadiyê’
13:14 Li her çar aliyên Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
12:59 Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
12:58 Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe
11:41 Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin
10:58 Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn
10:50 Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome
10:21 Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
10:20 Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin
10:00 Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were
09:48 Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe
09:47 Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye
09:16 Bafel Talabanî: Em ê tişta li me tê ferzkirin biguherînin
09:00 ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN
08:45 Hejmara 85’an a Kovara Jinê derçû
08:44 Ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:15 Astengkirina ‘Mitînga Azadiyê’ hate protestokirin
12/10/2024
22:05 Ji astengiya polîsan re gotin 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:52 Abdullah Findik bû serokê Baroya Şirnexê
16:45 Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin
16:37 Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin
16:29 Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin
15:32 Li Enqere û Stenbolê xwestin Hatîce Onaran bê berdan
15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin