MÊRDÎN - Di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî de derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo Kirklareliyê rê çêkiriye. Her wiha hat gotin ku îhaleyên reklaman derqanûnî ye û neguhêzbar jî bêyî protokolê hatine tehsîskirin.
Dîwana Çavdêriya Darayî, rapora xwe ya têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya sala 2023’yan ku wê demê di bin rêveberiya qeyûm de bû, eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku qeyûmê demê walî Tuncay Akkoyun û rêveberiya wî, di qada peywir û berpirsyartiya xwe de 8 kirariyên derqanûnî kirine. Di raporê de ev wiha hatin rêzkirin: “Lêçûnên derveyî qada wan a peywir û berpirsyartiyê, dayina tazmînatên bêeleqe, kêmbûna baca îlan û reklaman, tehsîskirina neguhêzbaran a bêyî protokolek hebe, xeletiyên di dayina kirê û îhaleyên beşên reklaman, dema neguhêzbar tehsîs kirin çeşîdên tehsîskirinê nehatine kirin, bacên nehecizkirî li ser hesabên bankên cuda nehatine şopandin û ji ber diyarkirina bihayê tiştan bihayê revîzeyê nehatiye cîbicîkirin.”
JI BO HILBIJARTINÊ BI KAR ANÎN, NEGUHÊZBAR FIROTIN
Di raporê de hate gotin ku beriya hilbijartinê bexşên şaredariyê pir zêde bûne û sedema wê jî wiha hate vegotin; “Piştevaniya bexşan a Wezareta Hawirdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê û Serokatiya Îdareya Pêşxistinê ya Projeya Anatoliyaya Başûrrojhilatê ji bo hinek projeyan dane.”
Di raporê de balê dikişîne ser dahatên sermayeyê û sedema wê jî weke firotina neguhêzbarên li navçeyên Nisêbîn û Artukluyê ji hêla qeyûm ve hatine firotin tên nîşandan.
NÊ RÊYÊN MÊRDÎNÊ, RÊYÊN KIRKLARELIYÊ ÇÊKIRIYE
Her wiha hate gotin ku rêveberiya qeyûm li qadên derveyî peywir û berpirsyartiyên xwe pere xerc kirine. Hat destnîşankirin ku heqê rêyên li navçeyên Kirklareliyê hatine çêkirin ji bûdçeya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatine dayin. Di raporê de wiha tê gotin: “Hat tespîtkirin ku rêyên navçeyên girêdayî Kirklareliyê di statûya ‘Bajarên Bira’ û ‘Protokola Xizmetên Hevpar’ de hatine çêkirin û pereyê wê ji bûdçeya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatine pêşwazîkirin.”
Hat diyarkirin ku rêveberiya qeyûm ji bo rêya Navçeya Demîrkoy a Kirklareliyê 2 milyon û 250 hezar TL, ji bo rêya Şaredariya Kofçazê jî milyonek û 750 hezar TL pere xerc kiriye. Di raporê de ji bo vê kiriyaraya qeyûm nirxandina “Ev karê xizmetê nîne” hate kirin û got: “Ya ku hatiye kirin derqanûnî ye.”
'XELETIYÊN DI ÎMARÊ DE BÛN SEDEM KU ŞAREDARÎ ZIRAR BIKE’
Di heman demê de Dîwana Çavdêriya Darayî da zanîn ku rêveberiya qeyûm ji ber rêbaza desteserkirinên hiqûqî ku cureyeke desteserkirina bêyîîstîmlaqkirinê ne, gelek caran şaredarî bi tazmînatan re rû bi rû hişt. Di raporê de hate gotin ku ji ber vê rêbazê û xeletiyên di îmarê de, rêveberiya qeyûm şaredarî bi tazmînatên vala, heqdestê wekaletê û dayina lêçûnên darazê re rû bi rû hiştiye lewma şaredariyê zirar kiriye.
NEGUHÊZBAR BI AWAYEKÎ ‘RASTHATÎ’ DEWR KIRINE
Di raporê de hat gotin ku dema neguhêzbarên aydê şaredariyê ji bo sazî û dezgehên cemaweriyê dihatin kirin, protokol nehatiye kirin û ev neguhêzbar ji bo Midûriyeta Emniyetê, saziyên girêdayî walîtiyê û hinek weqfan hatine tehsîskirin. Hat gotin ku diviyabû ev neguhêzbarên tehsîskirî, têkildarî bikaranîna wan bi protokolê bihatine îmzekirin lê nehatine kirin.
HAT TESPÎTKIRIN KU ÎHALEYA REKLAMÊ ‘DERQANÛNÎ YE’
Di raporê de hat destnîşankirin ku di îhaleya bikaranîna beşên reklamê de “kiriyarên derqanûnî” hatine tespîtkirin. Hat gotin ku bi kirariya behsa xeberê re diviyabû 3 sal piştre bihayê wê jinûve bihata diyarkirin lê bi mohrkirina peymana 10 salan re bûn sedem ku şaredarî zirar bike. Hat destnîşankirin ku têkildarî kirariya behsa xeberê çendek derqanûntiyên din jî hatine tespîtkirin.
MA / Ahmet Kanbal