ŞIRNEX - Malbatên ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi zarokên xwe re hevdîtin kirin, diyar kirin ku di girtîgehê de binpêkirina mafan gihiştine lûtkeyê di hevdîtinê de nikarin silavê bidin zarokên xwe.
Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Yek ji wan girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ye ku di demên dawî de bi binpêkirinên mafan di rojêvê de ye. Malbatên ku duh çûn girtîgehê serdana zarokên xwe, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê axivîn.
'HEKE KU HÛN SILAVÊ BIDIN DÊ PIRSGIRÊKÊ BIJÎ’
Malbatên ku bi zarokên xwe re hevdîtin kirin, anîn ziman ku sepanên li Girtîgeha Şirnexê mîna sepanên salên 90’î yên Girtîgeha Amedê ne. Malbatan, ev agahî parve kirin: “Hevdîtinên me di bin zextan de tên kirin. Maseyên hevdîtinê bi erdê re monte kirine. Nahêlin em hevdu hembêz bikin û silav bidin. Ser serê her girtiyekî gardiyanek disekine. Gardiyan ji me re dibêjin; ‘Hûn ê tenê bi zarokên xwe re biaxivin, hûn nikarin bi kesên din re biaxivin. Nexwe dê zarokê we li hundir pirsgirêkê bijî.’ Heke em hinek jî bi wan re bikevin nava nîqaşê dibêjin ‘kurdî neaxivin.’ Ev zordarî û zext tenê li girtiyên siyasî dikin. 10 girtî li erdê radizên. Divê van sepanan bi dawî bikin.”