RIHA - Berxwedana xelkê Xelfetiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 10’emîn de didome. Gelek kes ji Dîlokê ji bo piştevaniyê hatin serdana berxwedêrên Xelfetiyê.
Berxwedana xelkê Xelfetî ya Rihayê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 10’emîn de berdewam dike. Welatî di saetên zû yên serê sibehê de hatin pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî. Welatiyan, pankarta “Ne qeyûm demokrasî” hilayîstin. Hevberdevkê Komîsyona Kedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Bozgeyîk, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan, Hevşaredarên Hewagê Aygul Kapikayali û Îsmaîl Yildiz û gelek kes tev li nobetê bûn. Endamên partiyê yên Dîlokê jî ji bo piştevaniyê hatin Xelfetiyê û tev li nobetê bûn.
Çalakiya nobetê bi stranên kurdî û gerandina govendê didome.