RIHA - Mehmet Durak Karak 29 sal in girtî ye û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê tê ragirtin. Bi hinceta “cezayên hucreyê”, tehliyeya Karak 6 salan hate taloqkirin.
Mehmet Durak Karak di sala 1995’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hate girtin û DGM’ê cezayê muebbeta girankirî dayê. Karak, 29 sal in di girtîgehê de ye. Çendek meh berê bêyî daxwaza wî ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hate kirin. Dihat payîn ku Karak di 26’ê hezîrana 2025’an de were berdan. Lê belê înfaza Karak bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê hate şewitandin û hat gotin ku Karak dê 6 salên din di girtîgehê de bimîne.
4 CEZAYÊN HUCREYÊ DAN
Serdozgeriya Komarê ya Erzînganê di 30’ê îlonê de ji Karak re muddetname şand û dîroka tehliyeya bişert weke 28’ê hezîrana 2031’ê destnîşan kir. Bi vê biryarê re tehliyeya Karak hate astengkirin û ji ber vê sedemê dê 6 salên din di girtîgehê de bimîne. Hat zanîn ku sedema şewitandina înfaza Karak jî “4 cezayên hucreyê” yên di nava 30 salên girtîgehê de ne.
Parêzeran li dijî biryarê îtîraz kirin.