ENQERE - Hat xwestin ku parêzbendiyên Amira îdareyê ya Meclisê ya DEM Partiyê Saliha Aydenîz û 4 parlamenteran were betalkirin.
Hat xwestin ku parêzbendiya Amira Îdareyê ya Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Saliha Aydenîz, Parlamenterên DEM Partiyê Cengîz Çandar û Sabahat Erdogan Saritaş, Parlamenterê Partiya Îyiyê Burak Akburak û parlamenterê serbixwe Yuksek Aslan were rakirin.
Fezlekeyên parêzbendiyan bi biryara Serokkomariyê ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin.