STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku 30 sal berê di binçavan de hatibû windakirin pirsîn û doza edaletê kirin.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û ji bo kiryar bên darizandin cara 1030'emîn çalakiya xwe li Meydana Galatasarayê li dar xistin. Xizmê windayan û parazvanên mafê mirovan bi wêne û qerenfîlan li meydanê hatin gel hev.
Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku 30 sal berê hatibû windakirin, pirsîn.
Masîde Ocak a xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hatibû windakirin, daxuyanî xwend. Dayikên Şemiyê bi gotina, "qurenfîlên me ji bo Îsmaîl Bahçecî û ji bo tevahî rojnamevanan e" qurenfîlên xwe danîn meydanê.
Dayikan ji bo Îsmaîl Bahçecî û ji bo hemû hatine qetilkirin doza edaletê kirin.