NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya QSD'ê der barê civîna Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî û heyeta ENKS'ê de daxuyaniyek da û got ku li ser girîngiya berdewama civînan û lezkirina çareserkirina pirsgirêkên heyî lihevkirin pêk hat.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser rûpelên xwe daxuyand ku bi amadebûna hin berpirsên Koalîsyona Navneteweyî di navbera Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî û Serokatiya Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê de civînek hat lidarxistin. Civîn di çarçoveya gotûbêjkirina avakirina helwesteke yekgirtî ya kurdî di Sûriyeya nû de hat lidarixistin. Her wiha di civînê de li ser girîngiya berdewama civînan û lezkirina çareserkirina pirsgirêkên heyî lihevkirin pêk hat.