ŞIRNEX - Malbatên Roboskiyî çûn serdana gorên kesên di Komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin.
Di salvgera 13'emîn a Komkujiya Roboskî de ku 34 kes bi bombardûmana balafirên şer ên dewleta tirk hatin qetilkirin, malbatên qurbaniyan serdana goristanê kirin. Malbatan serê sibehê berê xwe dan goristanê û serdana gorên qurbaniyan kirin. Malbatên ku kincê reş li xwe kirine bi wêneyên zarokên xwe yên hatin qetilkirin, li ser gorên wan dua kirin.
Malbatan loqim û şekir li mirovan belav kirin ku serdana goristanê kirin.
Bîranîn wê bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê bike. Hevserokên DBP û DEM Partiyê wê tevlî daxuyaniyê bibin.