ENQERE - Şandeya DEM Partiyê bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtin kir. Endamê şandeyê Sirri Sureyya Onder ji bo pirsa “Gelo dê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin were kirin an na?” got: “Li ser tê axaftin.”
Hevdîtina Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder, Parlamenter Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk a bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re bi dawî bû. Hevdîtin, nêzî saetekê domiya.
Endamê şandeyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kin da. Onder, got ku wan di hevdîtinê de naveroka hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û pêşniyarê Abdullah Ocalan ragihandine. Onder, wiha got: “Niha jî dê bi birêz Bahçelî re bidome. Bawerim em ê di roja duşemê de bi Partiya Gel a Komarê (CHP), AKP û partiyên din ên siyasî yên koma wan li Meclisê re hevdîtinê bikin. Piştî van hevdîtinan jî dê şandeya me daxuyaniyeke berfirehtir bide.”
Onder, anî ziman ku hevdîtina wan a bi Kurtulmuş re “baş” derbas bûye. Ji bo pirsa “Gelo hûn ê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinê bikin?” jî got: “Li ser tê axaftin.”
Şande dê saet di 15.00’ê de bi Bahçelî re hevdîtinê bike.