AMED - Koma Alîgiran a Dîrenîşê ya Amedsporê, Komeleya Perperoşkên Şîn û xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê xwestin mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin û faîl bên dîtin.
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê, Koma Alîgiran a Dîrenîşê ya Amedsporê û Komeleya Perperojkên Şîn têkildarî xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku 18 roj piştî windabûna xwe mirî hatibû dîtin, daxuyanî dan. Daxuyanî, li Navenda Kongreyê ya Zanîngeha Dîcleyê hate dayin û bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş, alîgirên Amedsporê û gelek xwendekar beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Mîna Narînê Rojîn jî xwişka me ye” û “Ji Rojînê edalet” hatin hilgirtin.
Endama Baskê Zanîngehê ya Komeleya Perperojkên Şîn Nîhal Koyuncu di daxuyaniyê de wiha got: “Ez dixwazim kujer an jî kujerên hevala me Rojîn Kabaîş tavilê bên girtin. Em rica dikin ku hûn bibin dengê me.”
‘PEYWIRA ME YA ESASÎ YE KU BIBIN DENGÊ HER JINÊ’
Nûnera Koma Alîgiran a Dîrenîşê ya Amedsporê ya Zanîngeha Dîcleyê Rumeysa Ugurlu jî banga ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş kir û wiha got: “Em bang dikin ku her kes ji bo malbata Rojînê bibe alîkar. Heta ku em hebin dê li her qadê vê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê heta dawiyê bibin her jineke ku mafê perwerde, jiyan û azadiyê ji destê wan hatiye girtin. Ev yek, peywira me ya esasî ye.”
'EM Ê BIBIN DENGÊ ROJÎNÊ’
Rumeysa Ugurlu, got ku weke Koma Alîgiran a Dîrenîşê ya Amedsporê dê piştgiriyê bidin malbata Rojîn Kabaîş û têkoşîna jinan û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin cenazeyên jinên me li rex qeraxên behran an jî di telîsan de bên dîtin. Em dixwazin jinên me weke hîmê sereke yê civakê rêz jê re were girtin. Ji îro û şûnde em ê piştevaniya xwe ya ji bo malbata Rojînê zêde bikin. Dê li her qadê bibin dengê Rojînê. Em soza xwe ya me daye apê Nîzamettîn careke din bi bîr dixin û weke Koma Dîrenîşê em ê bibin dengê Rojînê.”
‘QETIL KIRIN Û WEKE ÎNTÎHAR KIRIBE NÎŞAN DAN’
Bav Nîzamettîn Kabaîş jî got ku nikare êşa keça xwe ji bîr bike û wiha domand: “Ez bi hêvî bûm ku Rojîn di wan 18 rojan de were dîtin lê mixabin qetil kirin û weke ku întîhar kiribe cenazeyê wê avêtin ber behrê. Zanîngeha Wanê û wargeh xwedî li keça min derneketin. Heke zû mudaxila bikirana dibe ku Rojîn niha sax bûya. Rojîn ji jiyanê hez dikir û ne keseka wisa bû ku xwe bikuje.”