RIHA - Sibe dê li ser sînorê Kobanê ku dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO êrişan dibe ser, meş bê lidarxistin. Di çarçoveya amadekariyên meşê de esnaf hatin ziyaretkirin û banga tevlibûnê hate kirin.
Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê navçeya Pirsûsê ya Rihayê û Kobanê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û çalakî didome. Nobet, bi pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJA’yê tê domandin û sibê dê di çarçoveya nobetê de meşeke girseyî bê lidarxistin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek kes dê tev li meşê bibin.
Rêveber û parlamenterên DEM Partiyê li Riha û navçeyên wê çûn serdana esnafan, banga tevlibûna meşê kirin û belavok belav kirin.
CURNÊ REŞ
Parlamentera DEM Partiyê DÎlan Kunt Ayan, Hevşaredarên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl çûn serdana esnafan û belavok belav kirin. Dîlan Kunt Ayan li vir axivî û got: “Li dijî pergala Rojava bi destê çeteyan êrişek tê kirin. Em dixwazin tevahiya gelê me beşdarî meşa li dijî van êrişan bibe.”
HEWAG
Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar û Hevşaredarên Hewagê Îsmaîl Yildiz û Aygul Kapikayali çûn serdana esnafan û banga tevlibûna meşê kirin. Şenyaşar di serdanê de axivî û got ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gelê Kurd sembol e û xwest her kes beşdarî meşa sibê bibe.
SEWREG
Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu jî di nav de, şandeyeke DEM Partiyê li Sêweregê çû serdana esnafan û belavok belav kirin.
PIRSÛS
Li navçeya Pirsûsê ku çalakiya nobetê lê didome, esnaf hatin ziyaretkirin û belavok hatin belavkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan, Hevşaredarên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran û gelek kes tev li serdanê bûn.
KARAKOPRU
Rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên Karakopruyê jî çûn serdana qada Bazarê ya navçeyê û banga tevlibûna meşê kirin. Di heman çarçoveyê de rêxistinên DEM Partî û DBP’ê li navçeyên Berêcûk, Xelfetî, Weranşar û Serekaniyê jî çûn serdana esnafan û banga tevlibûna meşê kirin û belavok belav kirin.