RIHA - Welatiyên li dijî êrişan ji bajarên cuda hatin ser sînorê Pirsûs-Kobanê, diyar kirin ku her gotina Abdullah Ocalan a digihije wan dê aştiyê ava bike.
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin di roja 12’an de didome. Di çarçoveya nobetê de îro li Pirsûsê meş tê lidarxistin. Bi hezaran kesên ji bajarên cuda hatin ser sînor, xwestin êriş bên sekinandin.
Dayika Aştiyê Sebîha Sezen (64) ku ji Wanê hatiye, anî ziman ku ew bi hêviya aştiyê 600 km’an hatiye û wiha got: “Zarokên wan di nava vî şerî de nînin lewma rehet in. Lê em nikarin li mala xwe rûnin. Kezeba me dişewite. Lewma em ewqas bi rê hatin. Ev şer êdî nameşe. Rêberên wan çawa biaxivin divê birêz Ocalan jî biaxive. Ew çawa ji ziman û çanda xwe hez bikn, em jî ji yên xwe hez dikin. Em ji bo bibêjin ‘êdî bes e’ hatin vê derê. Di serî de birêz Ocalan, em dixwazin hemû girtiyên me bên berdan.”
'PEYAMA BIRÊZ OCALAN GIRÎNG E’
Fevzî Melet (65) ku ji Wanê hatiye ser sînor jî anî ziman ku ji bo xwedîderketina li destkeftiyên Rojava hatiye ser sînor û wiha domand: “Di sala 2014'an de bi destê DAIŞ’ê li dijî gelê Kurd xwestin komkujiyê bikin. Erdogan, wê demê got; ‘Kobanê jî hat ket ha dikeve.’ Ev zîhniyeta dijminatiyê li Kurdan dike hêj didome. Dixwazin di şexsê Rojava de gelê Kurd qir bikin. Dixwazin destekftiyên gelê Kurd ên li Rojava tune bikin. Lewma komkujiyê didomînin. Em van şermezar dikin. Her çar parçeyên Kurdistanê yek in. Ha Rojava ha Bakur ferqa wan nîne. Em yek in. Em li ser xaka xwe Kurdistanê dijîn û dê her bijîn.”
Melet, bi lêv kir ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aj daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Peyamên birêz Ocalan bandoreke mezin li gelê Kurd dikin. Gelê Kurd bi kuştinê xelas nabe. Birêz Ocalan di peyama xwe de wiha got. Divê Tirkiye jî micid nêzî peyama wî bibe û bila aştî bê vê xakê.”
'NASNAME Û XAKA KURDAN HEYE, EM LI VIR IN’
Dayika Aştiyê Macîde Varhan (46) a ji navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hatî jî wiha got: “Banga min ji bo tevahiya gelê Kurd û cîhanê ye; gelek xwîn rijiya û êdî dev ji qetilkirina Kurdan berdin, dawî li êrişên ser Kobanê bînin. Heta ku taqeta me hebe em ê bi Kobanê û bi Rêbertiya xwe re bin. Gel her tim xwedî li peyamên birêz Ocalan derdikeve. Sedema girtîmayina birêz Ocalan, daxwaza wî ya aştî û azadiyê ye. Her peyva birêz Ocalan a digihije me, dê aştiyê ava bike. Hûn nikarin bibêjin Kurd tune ne. Kurd dê her hebin. Nasnameya me, xaka me heye.”
'EM ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DIXWAZIN’
Mulkiye Savraz (33) jî destnîşan kir ku ew ji bo xwedîdeketina li destkeftiyên Kurdan hatine û ev tişt anî ziman: “Em her xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Bangawaziyên aştiyê yên birêz Abdullah Ocalan bandor li coşa îro kir. Em ê di meşê de vê peyamê nîşan bidin.”
Medîne Kiyak (66) jî got ku ew ji bo bangawaziya aştiyê ya ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji bo sekinandina êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine û wiha got: “Em naxwazin xwîn birije. Ewqas insan ji bo vê ketin rêyan. Sedema rijandina xwînê em nînin.”
Nahîle Kaplan (54) jî got ku ji roja nobet dest pê kirî heta niha li ser sînor nobetê digire û wiha pê de çû: “Hatina me ya vê derê girîng e. Em dixwazin aştî çêbibe. Zehmetiya şer em dikişînin. Em lewma li vir in.”
Îslîm Demîr (65) jî wiha got: “Daxwaza me aştî ye. Divê êrişên ser Rojava bisekinin, pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û girtî bên berdan. Êrişên ser Rojava nahêlin xew bi çavên me bikeve. Em naxwazin tu kes bimire. Bi birêz Ocalan re hevdîtinek hate kirin û vê jî hêviya me ya ji bo aştiyê mezin kir.”