ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbekan a li Meclisê dest pê kir.
Ji Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) parlamenter Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, serdanên xwe yên ji bo partiyên siyasî dewam dikin.
Şandeyê piştî Partiya DEVA’yê, li Meclisê serdana Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan kir.