ENQERE - DEM Partiyê diyar kir ku di tevahiya dîroka komarê de îktîdaran ji bo veşartina sûcên xwe rojnameger hedef girtine û wiha got: “Cînayeta Metîn Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû.”
Komîsyona Çapemenî Weşan û Propagandayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 29’emîn salvegera qetilkirina rojnameger Metîn Goktepe daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Goktepe hate bibîranîn.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rojnameger Goktepe di 8’ê Çileya sala 1996’an de hate binçavkirin û bi îşkenceyeke giran hatiye qetilkirin. Hat gotin ku di doza cînayeta Goktepe de cezayên sivik li 11 bersûcan hatiye birîn.
Bi domdarî hate diyarkirin ku cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû û ev tişt hatin parvekirin: “Di tevahiya dîroka komarê de îktîdaran ji bo ku civakê bixin bin kontrola xwe û sûcên xwe veşêrin, her tim rojnameger hddef girtin.” Di berdewama daxuyaniyê de qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn a bi SÎHA’yên dewleta tirk hate bibîrxistin.
Herî dawî jî di şexsê Metîn Goktepe, Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Hrant Dînk, Nagihan Akarsel, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hemû şehîdên Çapemeniya Azad hatin bibîranîn.