Nameya binpêkirin vedigot weke ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ hat hesibandin!

  • rojane
  • 10:54 22 Çile 2025
  • |
img

AMED - Ferhat Onkol li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin û nameya wî ya têkildarî binpêkirinan nivîsandibû, weke "xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" hat nirxandin.  

Ferhat Onkol li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin. Onkol, di 22’yê Mijdara 2024’an de têkildarî binpêkirinên li girtîgehê ji nivîskar-rojnameger Huseyîn Aykol re nameyek şand. Lê ev nameya wî hate desteserkirin. Onkol, di nameya xwe de bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê û Lijneya Disiplînê ya Rêveberiya Girtîgehê ji bo nameyê di heman rojê de civiya. 
 
Sedema desteserkirina nameya Onkol jî wiha hatin rêzkirin: “Propagandaya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê, ji bo xerakirina moral û motîvasyonê hatiye nivîsandin, der heqê birêvebirina saziyê de agahiyên xelet û derew hatine nivîsandin, der heqê peywirdarên cemaweriyê de gotinên ne di cih de kiriye, îftîra û hevokên xelet hene. Bi van sedeman jî şandina nameyê ya bi vî rengî xetere ye û ... Lewma ev name nayê şandin.” 
 
‘EV PERGALA ÎŞKENCEYÊ YE’
 
Onkol, bi rêya parêzerên xwe nameya weke “yekitî û yekparetiya dewletê xera dike” hatiye nirxandin gihand ber destê ajansa me. Di nameyê de wiha hatiye gotin: “Di ketina girtîgehê de zexta ‘lêgerîna tazî’ hate ferzkirin... Çendek roj berê çûm revîrê, ji bijîşkî re dibêjim; ‘nikarim bêhnê bistînim, gelo dikarî min sewqî nexweşxaneyê bikî? Lê dibêje ‘rewşekî lezgîn tune ye!’ û sewq nake. Her wiha çendek roj berê dema gogê dilîstim min piyê xwe da zehmetê. Ez birim nexweşxaneyê û piyê min kirin cilsê. Min nedikariya li ser piyê xwe bigerim. Min got ku nikarim bi vî halê xwe di hucreyê de bimînim û qet nebe heta baş dibim derbasî odeya sê kesan bibim. Lê ev daxwaza min qebûl nekirin. Gotin; ‘Tu dikarî bi vî halê xwe li wir bimînî.’ Hêj tiştên din jî hene; çendek berê ji bo hevalekê me yê nexweş ê ‘cezayê’ wî xelas bûyî bernedin, wiha digotin; ‘Heke tu nexweş nebûya tu yê tev li çalakiyên hatine kirin bûbûya..!’ Bi vê sedema pêşdaraz, ya eletewş û deraqilî tehliyeya hevalê me hate taloqkirin. Bawerim ev yek êdî asta herî jor e... Di esasê xwe de hewceye mirov vî tiştî bi eşkereyî bibêje; ev pergala girtîgehê ya bi ‘tîpa bîrê’ bi demê re mirov hem ji hêla psîkolojîk ve hem jî ji hêla fîzîkî ve tune dike û heta rê li ber mirinê vedike. Ev, pergala ‘îşkenceyê’ ye. Bêguman îşkence tenê bi fîzîkî nayê kirin; îşkenceya herî xetere ew îşkenceye ya ku em qala wê dikin. Belê, me çawa heta niha serî li ber vê pergalê serî netewandibe, dê ji vir û şûnde jî netewînin... Di van bîrên bêbin de em ê mîna Hz. Yûsûf li ber xwe bidin. Li dijî kesên bi dizîna roja me hewl didin zîhniyeta xwe ya tarî li me ferz bikin, em ê bi ronîkirina asoya xwe jê re bibin bersiveke mîna şimaqê. Li dijî kesên dixwazin civakê birizînin, em ê bêhtir civakîbûnê biafirînin û jê re bibin bersiv. Dibe ku ji hêla fîzîkî ve em bi tenê bin lê di dil û hestan de, di fikr û bîranînan de em ê her tim bi civaka xwe re bijîn. Bi îdiaya jiyaneke watedar, mezin û xweşik em ê bibin xwedî têkoşîneke mezin. Li dijî vê dojeha dixwazin ava bikin, em ê bihûştê ava bikin.” 
 
NAHÊLIN BINPÊKIRIN BÊN ZANÎN
 
Onkol, bi rêya malbata xwe ev peyam şand: “Gotina dawî berxwedêr dibêjin. Çawa ku dema wê hat jî em ê bibêjin, niha jî gotina dawî em bibêjin; me çawa ku heta niha tu caran serî li ber vê pergala bêhna zilmê jê tê netewandibe, weke neviyên Seyîd Riza, Şêx Seîdan em ê ji vir û şûnde jî serî netewînin. Li dijî xulamên lîberalîzmê yên ku dixwazin têkçûneke civakî biafirînin, em ê bi xurtkirina civakîbûnê bersivê bidin. Bila neyê jibîrkirin ku di dilê her berxwedêrekî de Prometheus veşarî ye. Dibe ku em niha ji hêla fîzîkî ve di hucreyên teng de bi tena serê xwe bin lê di dil, hest û hiş de em bi her kêliya xweşik a civaka xwe re ne. Mehek berê min xwest bi rêya nameyekê fikr û pirsgirêkên heyî ji rojnameyê re bişînim. Lê belê girtîgehê dest danî ser nameya min. Gotin ku nikarin bi vê naverokê bişînin û dê ji nîviyê zêdet xêz bikin û wisa bişînin. Min jî ev qebûl nekir.”

Sernavên din

17/07/2025
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire
11:13 Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
10:59 Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
10:40 Li Semsûrê agir bi daristanê ket
10:38 Kaya yê ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî hatibû derbkirin: Polîsan ji me re got 'hûn terorîst in'
10:33 MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn
10:17 69 kes hatin binçavkirin
10:10 SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike
09:29 Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e
09:27 Mizrakê ku merasîmê şopand: Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên pêkanîn
09:24 Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike