‘Em ê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin'

img

ŞIRNEX - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got: “Divê êdî şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bên başkirin. Hewceye ev pêvajo bi pêşengtiya wî bê meşandin.” 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li eywana oteleke navenda bajêr pêk anî. Berdevka DEM Partiyê Aysegul Dogan, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, rêxistinên DEM Partî yên navçeyan, rêxistinên DBP’ê yên bajar û navçeyên wê, endam û nûnerên saziyên sivîl ên bajar û gelek kes tev li kongreyê bûn. Eywana otelê bi flameyên DEM Partiyê hatin xemilandin. Di destpêke de dîwana kongreyê hat hilbijartin. Beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Di destpêke de hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Abdullah Gungen anî ziman ku kongrê guhertinên nû tînê û got: “Kelecana me wê her tim berdewam bike û em ê bi rêveberiya nû re jî bi hev re bixebitin. Me hewl da layiqî gel bin. Niha û şûnde jî em ê mil bi mil bixebitin.”Piştre jî hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nurcan Alturk axivî. Nurcan Alturk jî anî ziman ku heta encamê digirin dê têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘EM Ê XWEDÎ LI BANGA OCALAN DERKEVIN’ 
 
Berdevka DEM Partiyê Aysegul Dogan jî bi lêv kir ku kongreya wan mizgîniya rojên xweş e û ev tişt anî ziman: “Em di destpêkê de silaveke mezin li vir bişînin Girava Îmraliyê. Rêzdar Ocalan di nav şert û mercên giran û tecrîdê de rûpeleke nû ya dîrokî ji bo hemû gelen Rojhilata Navîn vedike. Birêz Ocalan bangawaziya aştiyê kir. Ew bangvazî tê wateya afirandina jiyaneke nû. Ew bangawazî têkoşîneke dîrokî jî hewce dike. Pêdiviya civakê bi aştî û aramiyê heye. Me digot edî bes e em azadî û aştiyê dixwazin. Me digot li ser erdnîgariya Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek bîr, bawerî, ziman û çand hene. Em ji bo zimanê xwe azadiyê dixwazin. Lê di heman demê de ji bo zimanê hemû neteweyan jî azadiyê dixwazin. Bangawaziya rêzdar Ocalan jî afirandina civakeke demokratîk e. Li hemû Rojhilata Navîn û dinyayê 3 roj in doza Kurdan û banga rêzdar Ocalan tê axaftin. Ew deng di zindaneke de di nav tecrîdê de derket. Bi hez û baweriya me derket. Ji îro û şûn ve jî divê em xwedî derketin û baweriya xwe mezintir bikin. Rêzdar Ocalan dibêje rê û rêbazên xwe ji bo civak nexitime xwe rêxistin bikin û tifaqa xwe xurt bikin.”
 
‘EM JI BO OCALAN ŞERT Û MERCÊN AZAD DIXWAZIN’ 
 
Aysegul Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu kesî bawerî bi aştiyê nedianî. Li her derê Kurdistanê êriş û şer hebû. Me peyama birêz Ocalan bi hêz û coş pêşvazî kir. Pêşwazîkirin di heman demê de kiryarên me ne. Divê em li vê bangawaziyê xwedî derkevin. Yên ku li dijî vê pêvajoyê derdikevin ne aştîxwez in. We wêneyê rêzdar Ocalan û hevalên li cem wî jî dît. Wêne sekn û rewşa rêzdar Ocalan û hevalên wî ji me re vegot. Zilm û zora vê pergalê di wî wêneyî de zelal bû. Gel dibêjin wê kengî tecrîd rabe. Em li vir dibêjin û bang dikin ku divê şert û mercên rêzdar Ocalan biguhere. Guhertin tenê jî têr nake. Em şert û mercên azad dixwazin. Ew pêvajo divê bi rêbertiya wî bê meşandin. Hin kesên ku şert û mercên wan azad bibin û bixebitin hinek jî di nav tecride de bixebite nabe. Ji bo wê divê tecrîd rabe. Hemû kes dibêjin ji aliyekî ve qeyûm, êriş û girtinin ji aliyê din jî pêvajo. Em jî dibêjin, avakirin ne hêsan e. Wext û dem lazim e. Divê em ji xwe bawer bin. Me çi bidest xistibe me bi têkoşînê bidest xistiye. Em ê li her derê xwedî li banga civaka demokratik derbikevin.”
 
HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJRATIN
 
Her wiha di kongreyê de peyama girtiyan hate xwendin. Girtiyan, got: “Em wek gel û rêxistin pêvajoyeke girîng û watedar de derbas dibin. Hûn jî di vê pêvajoya dîrokî de kongreya xwe li dar dixin. Em jî ji we re serkêftinê dixwazin.” Her wiha pêyama parlamentera Şirnexê ya berê Nûran Îmîrê jî hat xwendin.
 
Piştî axaftinan, raporên darayî û xebatan hate xwendin. Piştre jî hilbijartin hate kirin û rêveberiya nû û lijneya disiplînê hat hilbijartin. Di hilbijartinê de Ramazan Uysal û Taybet Bîlgî weke hevserokên nû yên bajar hatin hilbijartin. 
 
Kongre, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
 

Sernavên din

31/08/2025
22:29 Tulay Hatîmgûllari: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
21:27 Bakirhan: Piştî vê saetê hûn nikarin Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî de hepsî bikin
21:18 Ayla Akat Ata: Heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe
18:43 Polîsan nehişt şîna Şîrîn Işikê bê danîn
18:34 Li Kadikoyê bi beşdariya bi hezaran mîtînga aştiyê
18:30 Li Agiriyê banga meşa aştiyê
16:23 Ji Abdullah Ocalan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne temeniyek, rastiyeke şênber e
16:16 Di ‘Mitînga Aştiyê’ de posterê Abdullah Ocalan hate hilgirtin
14:33 'Mitînga Aştiyê' ya Stenbolê: Divê pêşiya pêvajoyê were vekirin
14:31 'Madem em ê di dewletê de cih bigirin wê demê nasnameya Kurdan qebûl bikin’
14:09 Şîna Bahaddîn Ay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
13:53 NY’ê ji bo Şerîfe Mihemedî ji Îranê re name şand
12:51 Kolombiyayê îxrackirina komirê ya ji Îsraîlê re bi temamî qedexe kir
12:50 Civaknasê Amerîkayî Calhoun piştgirî da pêvajoyê
12:05 Li Sûriyeyê 800 kesayetan ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan
12:05 Ji bo ‘Meşa Aştiyê’ ya li Agiriyê banga tevlibûnê
11:46 Akademîsyen Berwarî: Iraq di çarçoveya tifaqan de tê dabeşkirin
11:07 Mazlum Ebdî: Sûriye dê nebe Sûriyeya beriya 2011’an
10:56 Li ser X’ê hashtag a #RojinİçinYargıYolunuAçın hate vekirin
10:47 Hamasê mirina Muhammed Sînwar piştrast kir
10:44 Redkarên wijdanî ji bo komîsyon li wan guhdarî bike serlêdan kirin
10:03 ‘Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin divê hûn bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin’
09:45 Hejmara 131’emîn a kovara Jinê derket
09:36 Guzel ê piştî 33 salan hate berdan: Divê Komîsyon erka xwe pêk bîne
09:12 Daxwaza Komeleya Lêkolînên Kurdî: Ji Kurdî re statu, perwerdeya bi Kurdî
09:00 Qeydên ANKA-DER’ê dest pê kirin
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2025’AN
30/08/2025
17:01 Li Qamişloyê panela ‘Ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve’
16:40 Meclisa Ziman a Konseya Bajêr rêveberiya xwe diyar kir
16:20 Rêveberiya Nûnertiya TUAY-DER a Êlihê diyar bû
16:11 Îtalyayê hemwelatiya fexrî da sê jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birin
16:06 Daxwaza edaletê ya xizmên windayan didome
16:04 Roja Windakirinên Bi Zorê: Ji ÎHD’ê 10 daxwaz
15:51 Nasnameya jina ku di Gola Wanê de hat dîtin diyar bû
15:42 Ji bo girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Emîn Aladag daxwaza berdanê
15:33 Li daristanên Westanê şewat derket
15:24 Bafil Talebanî bû serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî
15:07 Piştî 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
14:02 Li Kerboranê agir bi daristanê ket
13:47 Di civîna nivîskarên Kurd de peyama ‘yekitiyê’ hate dayîn
13:23 Dayikên Şemiyê: Aştî bi ronîkirina paşerojê pêkan e
13:22 Bi girtiyan korîdorên girtîgehê didin paqijkirin
13:17 Bernameya 1'ê Îlonê ya Stenbolê diyar bû
12:46 Jinên ku beşdarî Kursiya Aştiyê bûn: Em ê piştgriyeke mezin bidin pêvajoyê
12:45 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 39 çete hatin girtin
12:43 Piştî hat berdan bi 7 mehan jiyana xwe ji dest da
12:38 Banga meşa 1'ê Îlonê ya Amedê
11:53 Endamê Komîsyonê Ekmen: Demokrasî û edaletê baweriya bi pêvajoyê xurt bike
11:38 Li Rihayê mirineke biguman
11:07 Li Behra Reş gund bi gund civînên pêvajoyê: Fikar û pêşniyar bi Ocalan re hate parvekirin
10:07 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Em bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin
09:44 Şaredariya Erdîşê tevî deynan jî xizmeta ji bo gel paşguh nake
09:39 Birca dîrokî ji gel re girtî ye
09:26 Parêzer Akin: Tecrîd didome, bendewariya gel gavên berbiçav e
09:12 ‘Berdana girtiyên nexweş gava herî berbiçav a ji bo aştiyê ye'
09:03 Ji ESP'ê xebata civakîkirina pêvajoyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2025'AN
08:51 Li Hesekê li dijî DAIŞ’ê operasyon
08:36 Li Rihayê navçe bi navçe xebatên ji bo 1’ê Îlonê didomin
29/08/2025
21:01 Çalakiyên 1'ê Îlonê: Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê bê çêkirin
20:59 Li Şirnexê ferzkirina sîxurtiyê ya li xwendekaran hat protestokirin
16:26 Li Silêmaniyê helîkopterek kete xwarê
16:25 Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
16:24 Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin
16:05 Şîna Berat Nazlican bi girseyî hate ziyaretkirin
15:23 Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin
14:53 Dogrudemîr piştî 30 salan hate berdan: Em ê ji banga Ocalan re bibin bersiv
14:36 SOHR: Li Siwêdayê hejmara miriyan gihîşt 2 hezaran
14:12 NY: Di 8 mehan de li Îranê 841 kes hatin darvekirin
14:05 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Pêşniyarên tên kirin ji bo me biqîmet in
13:59 Sekreterê Giştî yê NY’ê ji bo Xezeyê Îsraîl hişyar kir
13:50 Îsraîlê ‘agirbesta’ li Xezeyê bi dawî kir
13:38 Sergardiyanê Girtîgeha Dumluyê êrişî girtiyan kir
12:50 DBP’ê têkildarî êrişa li Nîgdeyê daxuyanî da
12:32 ‘Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat’ di roja 3’yan de didome
12:20 Di êrişa li dijî karkerê Kurd de şaredarê MHP’î xwest mudaxileyê girtenameyê bike
11:49 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê
10:34 Banga 1’ê Îlonê: Ji bo daxwaza demokrasiyê em li Kadikoyê li benda we ne
10:23 Êdî bazar jî gelek biha ye
10:17 Ekîn Yeter Moray: Divê komîsyon guh bide Abdullah Ocalan
10:14 'Neqebûlkirina ziman, neqebûlkirina aştiyê ye'
10:03 Ocalan: Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne
09:50 Bernameya 1’ê Îlonê ya Êlihê diyar bû
09:43 Li Basayê bîra sondajê ya nû tê vekirin: Texrîbat dê zêdetir bibe
09:08 Serokê Giştî yê PSAKD'ê: Ji bo aştiyeke rast divê Ocalan serbest bê berdan
09:07 Ji komîsyonê re ragihandin: Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:03 Belgefîlma bîra berxwedêr: Bîra Sûrê
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2025’AN
08:45 Nîjadperestan li Nîgdeyê êrişî karkerên Kurd kirin
28/08/2025
17:23 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:14 SOHR: Hîkûmeta Demkî 95 Durzî qetil kir
16:05 Salih Muslim: Rojava dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe projeya aştiyê
15:24 Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 ‘Êrişkirina goran, bêwijdanî ye’
14:28 Bafil Talabanî: Ji bo cîhaneke demokratîk divê em bi hev re bixebitin
14:23 TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir
13:48 Dengbêj Eda Mehdo bi stranan xwe ve hate definkirin
13:48 Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
13:44 Arinç: Divê mafê hêviyê teqez bê cibîcîkirin