Newroza warê Mazlûm Dogan: Divê Ocalan azad bibe

XARPÊT – Siyasetmedar Gultan Kişanak li bajarê Mazlûm Dogan di pîrozbahiya Newrozê de axivî û bersiv da gotina Erdogan a ‘bendeke krîtîk hatiye derbaskirin’ û got, "Benda krîtîk ew e ku ji bo birêz Ocalan di nava şert û mercên azad de tevlî vê pêvajoyê bibe divê derfet bên afirandin."

 
Yek jî jê avakerê PKK’ê Mazlûm Dogan li Girtîgeha Amedê ya Hejmar 5 di 21’ê Adara 1982’an de bedena xwe da ber agir. Li warê Mazlûm Dogan ango li Depê bi coş Newroz hat pîrozkirin. Siyasetmedar Gultan Kişanak, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û hevşaredar jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Gelek kes bi cil û bergên herêmî tevlî pîrozbahiyê bûn. Demek dirêj ji qadê sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Berxwedana Gel" hatin avêtin.
 
SAKÎNE ARAT HAT BÎRANÎN 
 
Di pîrozbahiyê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê Newroz li welatiyan pîroz kirin. Hevşaredarên Depê Songul Dûzgûn û Cafer Ogur û Hevserokê DEM Partiyê yê Dep’ê Bekîr Polat jî axaftinên kurt kirin û wiha "Dep di bîra Kurdan de xwedî cihekî girîng e. Bi bindestiya xwe re heye. Ji ber vê yekê Dep ruhê vê têkoşînê ye. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne ku me bi ked û têkoşîneke mezin dawî lê aniye. Hêvîdarim ev pêvajo wê ji her kesî re aştî û azadiyê bîne." Polat Dayika Aştiyê Sakîne Arat a ku jiyana xwe ji dest da jî bi bîr anî.
 
 
ARÎFE YILDIRIM: BILA TÊKOŞÎNA ME RÊ LI BER AŞTIYÊ VEKE
 
Xwişka Mazlûm Dogan Arîfe Yildirim got, "Bila têkoşîna me rê li ber aştiyê veke." Arîfe Yildirim êrîşên li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê şermezar kir.
 
Piştre Koma Vejîn derketin ser dikê.
 
Piştre parlamenterên DEM Partî, siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak û nûnerên partiyê agirê Newrozê bi dirûşmên "Bijî Newroz" vêxistin.
 
Wekîla DEM Partiyê ya Dêrsîmê Ayten Kordu axaftinek kir û wiha got: ''Bi banga dîrokî ya ku agirê azadî û wekheviyê li her deverê dorpêç dike, li her deverê wê agirê Newrozê geştir bibe. Têkoşîna me ya demokrasiyê dê li her  derê berbelav bibe. Dê ciwan, jin, Kurd û Tirkên xwe re demokrasî, wekhevî û seqetiyê li vî welatî ava bikin. Bila Newroz bibe wesîleya vê demokrasî û jiyaneke adil."
 
NEWROZA OCALAN PÎROZ KIRIN
 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Faruk Hulaku diyar kir ku bi berxwedana gelê Kurd re serdemek nû hatiye derbaskirin û wiha got: "Agirê Newrozê yê ku Mazlûm bi 3 darikên kîbrîtê vêxistin, mezin bû, em hatin van rojan. Ew agir ji bo zîhniyeta ku gelê Kurd tine dihesibîne, ziman, nasname û Newrozê tine dihesibîne bûye dojeh. Di 27 'ê Sibatê de bi banga dîrokî ya Birêz Ocalan re em ê agirê yekem ê demokrasiyê di Newrozê de vêxe Ji bo gelan banga jiyana azad û bi hev re ye. Newroza Birêz Ocalan pîroz dikim."
 
Gultan Kişanak jî wiha got: "Em ê serketinên xwe gelek Newrozan pîroz bikin. Ji ber ku Newroz mizgîniya vê dide me. Weke mîrateyeke dîrokî fermanê dide me ku em bi ser bikevin, têbikoşin, bi ser bikevin. Her tişt bi xewnekê dest pê dike. Me pêşerojeke baştir xeyal kir. Me pêşerojek e demokratîktir xeyal dikir. Me bi nasname, çand, dîrok û zimanê xwe jiyana azad xeyal kir. Em gelekî nêzî pêkhatina wê xewnê ne."
 
Axaftina Gultan Kişanak bi slogana "Jin, jiyan, azadî" hat qutkirin.
 
Kişanak da zanîn ku di demeke dîrokî re derbas dibin dê di demên wiha de bêhtir moral bibin û piştgiriyê bidin hev. Kişanak di axaftina xwe de Sakîne Arat bi bîr anî û bal kişand ser têkoşîna malbatê û dayika aştiyê. 
 
ŞERT Û MERCÊN ABDULLAH OCALAN 
 
Kişanak bersiv da gotina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a ‘bendeke krîtîk hatiye derbaskirin’ û wiha got: "Benda krîtîk ew e ku ji bo birêz Ocalan di nava şert û mercên azad de tevlî vê pêvajoyê bibe divê derfet bên afirandin. Li pêşiya me gelek bendên krîtîk hene ku divê bi ser bikevin. Birêz Ocalan ev berpirsyarî girt ser milê xwe û ev banga dîrokî kir. Niha deriyê herî girîng ê krîtîk ew e ku ji bo birêz Ocalan di nava şert û mercên azad de tevlî vê pêvajoyê bibe, derfetan biafirîne.” Kişanak got ku ji bo ev benda krîtîk were derbaskirin divê Erdogan berpirsyariyê bigire.
 
Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermend Ciwan Adar ve bi dawî bû.
 
 
 
 

Sernavên din

12/09/2025
13:55 Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin
13:48 Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
12:53 Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
12:44 Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
12:18 Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
12:00 MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand
11:49 Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin
10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê
15:18 Beriya serdana DEM Partiyê dorpêça li ser avahiya CHP’ê hat rakirin
15:17 Komîsyona Meclisê cara 8’an civiya
15:06 Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe
13:19 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin
13:10 Di konferansa TUC’ê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
12:05 Li Şerîaya Rojava herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin
12:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
12:01 Îsraîlê êrişî Husiyan kir: 35 kes mirin, 131 kes birîndar bûn
11:31 Danişîna doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:22 Ji bo rojnameger Guneş biryara beraetê hat dayin
11:12 Polîsê Efe Tektekîn bi TOMA’yê qetil kirî dê jinûve bê darizandin
10:17 Danişîna doza rojnameger Gok hat lidarxistin
09:23 'Heke darên me bibirin dê aştî çawa were?’
09:20 Sala 45'emîn a derbeya 12'ê Îlonê: Ne ji bîr kirin ne jî paş de gav avêtin
09:17 Tirkiye 11 sal in gavan naavêje: Divê komîte helwesteke zelal nîşan bide
09:16 Kuçeyên Kadikoyê: Daxwaza ji bo çareseriyê zêde ye lê baweriya bi îktîdarê kêm e
09:14 'Astengkirina şînan û xerakirina goristanan zirarê didin pêvajoyê'
09:13 Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê: Bila Kurd bi ser nekevin
09:12 Li dijî Can Holdîngê operasyon: Dest danîn ser Haberturk û Show TV’yê
09:04 Bedirhanoglû: Dê yekitiya Kurdan tevkariyê li aştiyê bike
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2025'AN
10/09/2025
20:13 Walîtiyê li Qoserê meşa zimanê dayikê qedexe kir
20:08 Sîraçê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Têkoşîn didome
20:04 Çelîkê 32 salan girtî ma bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:55 Li dijî zimanê vederkirinê divê em zimanê aştiyê û rojnamevaniya aştiyê ava bikin'
16:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Ozel
16:11 Emîne Erciyes li Mêrsînê hat bibîranîn
15:35 AYM’ê ji bo cezayê ji ber stranên Kurdî hatibû dayin biryara binpêkirinê da
15:14 Li Reqayê operasyona ‘ewlehiyê’ hat destpêkirin
15:07 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ a li Sûriyeyê bi dawî bû
14:39 Meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir
14:35 Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan
14:26 Sazî û parastvanên mafan ji bo berdana Ayşe Gokkanê bang kirin
14:13 Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan bang li KE’yê kir
13:14 Partiya Çep a Ewropayê têkildarî ‘mafê hêviyê’ name ji KE’yê re şand
13:09 Di doza qetilkirina Cîhan Can de biryara mutalaayê hat dayin
12:57 Li dijî Macron çalakiya ‘Em her tiştî bloke bikin’ hate destpêkirin
12:49 Rapora ÎSÎG’ê ya Tebaxê: Herî kêm 194 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:42 Protestoyên li Nepalê didomin: Artêşa daket kolanên paytextê
11:18 Ekolojîstên ku meşiyan Bestayê: Bi têkoşîna rêxistinî em ê bi ser bikevin
11:02 Hiqûqnas Kanar: Êdî hincet neman û divê ji bo ‘Mafê hêviyê’ gavan biavêjin
10:30 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 83 kes hatin qetilkirin
10:30 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
10:28 Ji Bestayê çendek nîşe: Bi hesreta 35 salan û bi hêrseke mezin nobet girtin
09:35 Nobeta li Bestayê bi dawî bû: Heta xweza azad dibe dê berxwedan bidome
09:27 Darên cerdevanan birîn di kendalê de avêtin xwarê!
09:18 Nobeta li Bestayê di tevahiya şevê de domiya
09:07 Li ARÎ-DER'ê serlêdanên ji bo Kurdî dê di 20'ê Îlonê de bi dawî bibin
09:06 Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza ku red kir pêşniyazî wezaretê kir
09:05 Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Gilîdaxê
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2025'AN
09/09/2025
17:57 Nobeda li Bestayê dest pê kir
16:25 Li Girtîgeha Kirşehîrê serê her saetê bi ser qawîşan de tê girtin
16:13 Di Şandeya Îmraliyê de ji kîjan partiyan dê kî cih bigire?
16:07 Serokwezîrê Nepalê Sharma Oli îstîfa kir
14:55 13 sendîka û rêxistinan ji bo ‘mafê hêviyê’ bang kirin
13:50 EUTCC'ê ji bo ‘mafê hêviyê’ bang li Komîteya Wezîran kir
13:46 Li Şirnexê bang kirin: Aştiyê ji ewil li Cûdî, Gabar û Bestayê bidin destpêkirin
13:37 Bi hezaran sînemagerên navdar biryara boykotkirina saziyên Îsraîlê dan
13:24 Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan
13:20 Li Gabarê kesek mirî hate dîtin
12:08 Prof. Wallis: Ocalan ji bo tevgerên dij-kapîtalîst hêviyê dide
11:52 Şandeya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê
11:52 Ozel pirsa têkildarî hevdîtina bi Ocalan re bersivand: Komîsyon dikare nîqaş bike
11:37 Li Nepalê çalakiyên li dijî qedexe û nelirêtiyan didomin
11:25 Li Amedê ji bo alîgirên îktîdarê îhaleya taybet
11:07 Berdevka DEM Partiyê: Ocalan got ‘tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene’
10:51 Meclisa şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin cara duyemîn civiya
10:43 Îsraîlê gefa êrişeke nû ya li dijî Xezeyê xwar
10:04 Li Gabarê birîna daran didome
10:00 Karkerên Mexmûrî yên ji bo kar çûn Bexdayê 15 roj in binçavkirî ne
09:15 Endamê RTUK'ê Îpekyuz: Divê RTUK weşaneke li ser esasê aştiyê teşwîq bike
09:14 Îdareya girtîgehê sal û nîvek e di pirtûkekê de li Ocalan digere
09:04 Di dema nîqaşên li ser aştiyê de li Mûşê girtîgeh tê çêkirin
09:04 Komîsyona Meclisê dê li rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl guhdar bike
09:03 Turkmen ku 33 salan di girtîgehê de ma: Divê em li ser 'em ê çawa bi ser bikevin' bisekinin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2025'AN