Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû

  • rojane
  • 10:02 16 Gulan 2025
  • |
img

RIHA -  Hevserokê DBP’a Rihayê Mahmût Manas ku ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn li navenda îşkencexaneyê ya Rihayê nas kiribû û li Girtîgeha Amedê jî bi hev re mabûn, got: “Altûn, pir baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû.” 

Di danezana 12’emîn Kongreya PKK’ê de hate ragihandin ku ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest daye. Riza Altûn ku di kongreyê de weke sembola “Rêhevaltiya Azadiyê” hate pênasekirin, di 22 saliya xwe de rastiya Kurdistanê nas kir û di dawiya sala 1976’an de derbasî Dîlokê bû û dest bi birêxistinê kir. Riza Altûn, di berxwedanên li Curnê Reş û Sêweregê de cih girt û di sala 1978’an de li Curnê Reş hate binçavkirin. Salekê li Dibistana Amadehî ya Îmam Hatîbê ya Keça ya li navenda Rihayê ku weke navenda îşkencexaneyê dihat bikaranîn, hate ragirtin. Piştre jî 5 salan di Girtîgeha Amedê de ma. 
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê Mahmût Manas (70) ku li navenda îşkencexaneyê Riza Altûn nas kiribû û li Girtîgeha Amedê jî bi hev re mabûn, Altûn vegot. 
 
Manas, da zanîn ku dew di sala 1979’an de li Serêkaniyê hate binçavkirin û piştre anîn navenda binçavkirinê ya Rihayê. Manas, got: “Min Riza Altûn li wir nas kir. Ew jî salek beriya min anîbûn vê derê û îşkenceyên giran lê hatibûn kirin. Tevî vê jî bi berxwedêrî û helwesta xwe moral dida. Her tim ji me re digot ‘xwe li ser pêyan bigirin.’ Em 15 rojan bi hev re di bin çavan de man. Piştre jî em birin qereqoleke li devera Devegeçîdiyê ya Amedê. Em hefteyekê li wir bi hev re man. Ji bo ku beriya me derxînin dadgehê şopên îşkenceyê nemînin, em hefteyekê li wir hatin ragirtin. Hefteyek piştre jî em hatin girtin.” 
 
Bi domdarî Manas, diyar kir ku piştî biryara girtinê tevî Altûn li Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê hatine ragirtin û wiha pê de çû: “Di girtîgehê de hîn bûm ku navê wî yê kod Şîrket e û me her tim jê re digot Şîrket. Ez bûm şahid ku fermandarekî pir mezin e. Mamosteyekî pir mezin bû û pir baş hîn dikir. Pir baş birêxistin dikir. Ji roja ewil a girtîgehê heta dawiyê birêxistin dikir. Nêzî salekê em bi hev re di heman qawîşê de man.”
 
BÎRANÎNA BERXWEDANÊ
 
Manas, ji dehan berxwedanên Riza Altûn li girtîgehê birêxistin kiribû yek jê wiha vegot: “Îdareya girtîgehê ji bo îşkenceyê li Alî Erek ê li qawîşa me bike, xwestin wî ji qawîşê derxînin. Riza Altûn got ku ew ê wî hevalî nedin û li ber xwe bidin. Xwest ku em tevek bi destên hev bigirin, vî hevalî bixin navbera xwe û ji bo nedin li ber xwe bidin. Me jî bi destên hev girt û îdare neçar ma ku derkeve. Hevalê Riza jî got; ‘Heke inyeta van nebaş be ev ê dê gazê biavêjin me. Werin çiqas xawlî û rûlihêf hebin teveka şil bikin û bînin. Û ji min re çoyekî jî bînin.’ Me jî çoyê firçeyî anî. Heval Riza jî bizmarek tê de bir û benîştê di destê leşkeran de ji destê wan derxist. Benîşt, xist kunên qifleyê û tê de şidand. Îdareyê bi gazê êriş kir. Li ser gotina hevalê Riza me jî ranzayên xwe dan ber pişta derî. Ji ber ku benîşt di kunên qifleyê de bû, nekarîn derî vekin. Derî bi spîralan birîn lê ev demekî dirêj ajot. Heta wê demê rageşî hinek kêm bû. Ketin hundir lê me dora Alî Erek girt û me neda wan. Îdare, beyî ku Alî Erek bibe ji wir çû. Lê ji ber gaza avêtin hundirê qawîşê, mirovî nedikariya li hundir bisekine. Bi amirê ewlekariya hundir re hevdîtin hate kirin û amir jî got ‘dixwazim heqekî bidim we lê dema ez didim hûn careke din nadin.’ Lê ji ber ku ji berxwedanê jî bibandor bûbû, got ku heta bêhna gazê diçe dikarin li hewşê bimînin. Em jî heta havîn qediyayî li hewşê man.”
 
‘DI KOMUNÊ DE BIEDALET BÛ’ 
 
Manas, got ku piştî Derbeya Leşkerî ya 1980’ê, li dijî zexta cilên yektîp grevên birçîbûnê yên mezin hatin lidarxistin û piştî vê çalakiyê qawîşa wan hate belavkirin. Manas, axaftina xwe wiha qedand: “Piştre min hevalê Riza qet nedît. 10 rojan di greva birçîbûnê ya dorveger de mam lewma 6 mehan di hucreyê de hatim ragirtin. Bi Mûstafa Karasu re di heman hucreyê de mam. Esat Oktay got; ‘Ez ê we tevan teslîm bigirim, zeafa her kesekî heye.’ Her tiştek kir lê negihişt armanca xwe. Piştî 6 mehan em derbasî qawîşê bûn lê bi hevalê Riza re li heman qawîşê nebûm. Li cem wî cihêkarî tune bû. Di komunê de edalet hebû. Heta dema cigareyek jî dida wekhevî hev belav dikir. Her tişt hevpar bû û yek ji kesên ev pêk di anî jî hevalê Riza bû. Kesayetekî dilnizm û demokratîk bû. Li ber bîranîna wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Serê tevahiya gelê Kurd sax be.” 
 
MA / Emrullah Acar 
 
 
 
 

Sernavên din

18/05/2025
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin
14:46 Li Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê
14:31 1’emîn Kongreya NADA’yê sibe li Silêmaniyeyê dest pê dike
14:08 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da