Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e

  • rojane
  • 10:48 17 Gulan 2025
  • |

DÎLOK - 48 sal di ser kuştina Hakî Karer re derbas bûye jî hê jî bandora wî li Dîlokê tê hîskirin. Hevalê wî yê têkoşînê Mustafa Kaplan diyar kir ku ji Hakiyê ji herêma Behra Reş hîn bûye ku Kurd e.

Di ser kuştina Hakî Karer ku yek ji kesayetên pêşeng ên tevgera Kurd e re 48 sal derbas bûn. Karer di 18 'ê Gulana 1977'an de li Dîlokê ji aliyê kesê bi navê Alaattîn Kapan ve hat qetilkirin. Karer ku yek ji kesayetên pêşeng ên PKK'ê bû, di sala 1950 de li navçeya Ordû-Ûlûbey a herêma Derya Reş ji dayik bû. Li Zanîngeha Enqereyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Li Êlih û Dîlokê di nava çîna karker de têkoşîn organîze kir. Mûstafa Kaplan (70) ku di dema çalakiyên xwe yên demdirêj ên li Dîlokê de Karer nas kir, hevrêyê xwe vegot.
 
'KESEK CUDA BÛ' 
 
Kaplan da zanîn ku dema li Lîseya Îsmetpaşa dixwend Haki Karer nas kiriye û got, "Wê demê ez bi qasî 18 salî bûm. Dibistana Îsmet Paşa dibistanek cûda bû. Wê demê gelek heval dihatin û diçûn dibistana me. Di navbera salên 1976-1977'an de bû." 
 
Kaplan diyar kir ku Karer ji her kesî cudatir e û wiha axivî: "Rêbaza wî ya rûniştinê, sekin, şêweyê xwe yê xîtabkirina mirovan; bi her awayî hevalekî gelekî dilnizm bû. Wê demê min meraq dikir ku ew kî ye, lewma min ji kesên li cem xwe pirsî 'kî ye' û got ku ew zêde naşibe me. Hevalên min piştre gotin navê wî Hakî Karer e. Hakî wê di nava rojê de bigeriya û bi şev bihata. Ew dê li mala me ya xwendekar bima. Di dawiyê de bi me re dest bi sohbetê kir. Di wan sohbetan de dest bi axaftina li ser tiştên cuda kir. Ev sohbet ji yên ku me heta wê rojê bihîstibûn gelekî cuda bûn. Rojekê hat û got, 'Mûstafa tu Kurd î'. Min jê pirsî , 'Hakî , kurdbûn tê çi wateyê?' Dûre careke din ji min re got, 'Tu Kurd î, Kurd gel e û xwedî avaniya xwe ya civakî, kevneşopiyên xwe ye'. Helbet, destpêkê, ev ji bo me ecêb xuya dikir. Min zêde siyaset jî nedizanî, lê tiştên cuda digot. Ez ji kesekî ji Derya Reş hîn bûm ku ez Kurd im.”
 
Kaplan da zanîn ku wî dîroka xwe bi gotinên Karer kifş kiriye û got, "Mirov, xwendekar meraq dikirin. Hakî û Kemal (Pîr) dihatin û tiştekî digotin. Xalê min wê bihata îşaret bikira û bigota, 'Ew mirovekî gelekî cuda ye; tu diaxivî, ew her tim li te guhdarî dike'. Ev têkiliyên germ û hestyarî heta 18'ê Gulana 1977'an dewam kir. Ez wê rojê li gund bûm. Hevalek hat û got, 'Hakî kuştin'."
 
MERASÎMA CENAZEYÊ HAKΠ
 
Kaplan wiha behsa wan rojan kir: "Me Hakî li ser sedyeyê dît. Hemû heval difikirîn ku çi bikin. Xwîn ji Hakî diçû. Dewletê tiştek nedikir. Piştî demekê me xebera mirina Hakî girt. Li derve girseyeke mezin hebû. Nexweşxaneya ku Hakî lê bû, li kolana Hurriyetê bû. Kolan tijî bû. Rêjeyeke gelekî zêde hebû, lê kesî nikarîbû xwe nêzî nexweşxaneyê bikira. Kemal berê xwe da min û got, 'Mûstafa, Hakî jiyana xwe ji dest da. Divê em wî defin bikin'. Di rewşeke wiha de heval ji bo ku pêşî li provakasyon bigirin bihîstiyar tevgeriyan. Piştre biryar hat dayîn ku cenazeyê Hakî bibin Ordûyê. Kemal got, 'Polîs nahêlin em tevlî merasîma cenaze bibin û cenaze bigirin. Divê em bi paralelî polîsan biçin wê cenaze'. Wesayiteke me hebû, lê teker nebaş bûn. Me 4 kesan polîs şopand. Ez, Kemal, Huseyîn Atîlla û Halîl Çavgûn. Li Osmaniyeyê lastîkên me teqiyan û me jî li Sûngûrlû ya Çorumê qeza kir. Ew roj em beşdarî merasîma cenaze nebûn. Salek piştre di salvegera wefatê de em çûn ser gora wî.”
 
AZADÎ Û SERXWEBÛN
 
Kaplan anî ziman ku zîrektî û sekna pratîkî ya Hakî Karer bandorek kûr li her kesên pê re têkiliyê datîne dikir, bandora Karer a li bajêr hînê dewam dike û wiha got: “Malbata Karer li ser kevirê gora Hakî gotina 'Ti tişt ji azadî û serxwebûnê hêjatir nîne' nivîsandiye. Piştî mirina Hakî Karer gelek kesan navê Hakî li zarokên xwe kirin. Vegotina Hakî pir zehmet e. Wî di dilê gelê Dîlokê de cih digirt û kedkar bû. Wê weke karkerekî dixebitî û pereyê xwe qezenc dikir. Mirov nikare ji kesên Hakî xistin re bibêje mirov.”
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

21/05/2025
09:20 DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike
09:03 Li Colemêrg di bin parastina leşkeran de talana xwezayê
09:01 Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN
20/05/2025
21:53 Li dijî akademîsyen Yîgîter êrişa çekdarî: Rakirin beşa lênihêrîna awarte
21:35 DEM Partiyê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da
16:46 DEM Partî bi YRP’ê re civiya
16:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû
16:20 Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç hate binçavkirin
16:14 Danişîna doza rojnameger Oruç hate taloqkirin
15:01 Amedsporê peymana xwe ya bi Servet Çetîn re bi dawî kir
14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine
13:00 HPG: Êrişên artêşa Tirk berdewam in
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman
12:06 Zozan Çewlîg: Navenda têkoşîna me Rêber Apo ye
11:53 Şêniyên 7 gundan li dijî çêkirina kana keviran di çalakiyê de ne
11:42 Danişîna doza rojnameger Yelda Çîçek hat lidarxistin
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne