Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê betalkirin û rêveberiyên herêmî bên xurtkirin

AMED - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Amedê axivî û diyar kir ku hewceye qanûna tayînkirina qeyûman were betalkirin û rêveberiyên herêmî bên xurtkirin. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Jin jiyan e, jiyan xwebirêvebirin e. Jiyana azad ji nû ve ava dikin” li Navenda Kogreyê ya Çand Amedê civîna jinan a navberî ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, hevşaredarên ku qeyûm li şûna wan hatine tayînkirin û hevşaredarên din û endamên meclisên şaredariyan ên DEM Partiyî tev li civînê bûn. Gelek jin bi cil û bergên Kurdî tev li civînê bûn. Li eywanê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî pankartên “Jin jiyan azadî” , “Jiyana azad civaka azad” , “Hevserokatî xeta me ya mor e” , “Bi vîna jinê ber bi bajarên azad ve” , “Demê cinîyan, îradeyê cinîyan” , “Em bi vîn û rêxistinbûna xweser li qadan in” , “Bi vîna jinê ber bi demokrasiya xwecihî ve” , “Pê îradeyê cinîyan ver bi bajaranê azadan” , “Gotina me neqediya; Em ê tundiyê bidin sekinandin” , “Ma bi îrade û rêxistinbîyayîşê xo waran ra yê” hatin daliqandin û jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin.
 
‘EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN’
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî. Serra Bûcak, diyar kir ku di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û got: “Em dizanin ku jin kirdeya hemû xebatan e. Em hemû xebatên xwe bi vê perspektîfê dimeşînin. Em jin wiha hesan nehatin van rojan. Gelek ked û têkoşîn hate dayîn. Bila ev civîn ji xebatên me re bibe ronahî. Em ê di vê pêvajoya ku aştiya civakî ava bikin de qeyûman jî bişînin.”
 
‘DIVÊ HEVŞAREDAR DÎSA LI PEYWIRA XWE VEGERIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî qala dîroka rêveberiyên herêmî ya partiya xwe kir û destnîşan kir ku di dîroka têkoşîna jinan de gelek bedel hatine dayîn. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Em ji vir bang li feraseta qeyûman dikin. Di demeke ku aştiya civakî diaxivin de divê xebatên qeyûman bisekinînin. Divê qanûna ku qeyûman ji holê rake bê çêkirin û hevşaredarên ku gel hilbijartine werin ser peywira xwe. Ev mafê herî xwezayî yê gel e. Di van rojên ku em aştiyê diaxivin de divê dest ji vê rejîma qeyûman were berdan. Em niha dibînin ku li Tirkiyeyê jî qeyûm belav dibe. Em dizanin ku qeyûm tayînî gelek saziyan jî hate kirin. Em operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê rast nabînin. Îro pêla çaremin li dijî Stenbolê hate kirin. Em zihniyeta ku darazê weke çûv bikartîne nikarin qebûl bikin. Dema qeyûm hatin tayînkirin ewilî êrişî saziyên jinan kirin.”
 
‘EM JIN DÊ TÊKOŞÎNA XWE YA AZADIYÊ BIDOMÎNIN’
 
Tulay Hatîmogûllari qala xizaniya jinan jî kir û got: “Em ê destûr nedin ku dest bidin me û destkeftiyên me û em ê weke jin heta dawiyê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.” Tulay Hatîmogûllari her wiha behsa xebatên şaredariyên partiya xwe yên derbarê jinan de kir û ew xebat rêz kirin.
 
BANGA ABDULLAH OCALAN
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Banga birêz Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Îro dema dîroka sed salan dinêrin di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û dibin şahidê pêvajoyeke dîrokî. Li cihekî ku bedena jinê tê firotin em baş dizanin ku aştî tê çi wateyê. Di vê mijarê de xebatên herî girîng ên ku em bikin ew e ku divê feraseta aştiyê û demokrasiyê bi pêş ve bibin. Divê li bajarên me hemû gel bi awayekî azad bijîn. Divê rêveberiyên xurt bên avakirin. Di demeke ku em aştiyê diaxivin de hewcehî bi axaftina van mijaran heye.”
 
‘TEKANE RÊ, AŞTÎ YE’
 
Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe wiha qedand: “Di vê pêvajoyê de peywir dikeve ser milê Meclisê jî. Divê qanûna ku qeyûman ji holê rake demildest bê çêkirin. Di serî de dewlet, hemû desthilat xwedî berpirsyarî ye. Me jinan li ser vê axê gelek bedel dan. Êdî bes e em dibêjin aştî, yekane çareya me aştî ye.”
 
Civîn, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 
 
 

Sernavên din

25/05/2025
09:05 Dayika Haci Lokman Bîrlîk: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
09:02 Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê: Divê bernameyên bi vî rengî zêde bibin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Akdogan: Bila bi sererastkirina hiqûqî ve dayik bighîjin zarokên xwe
09:00 ROJEVA 25’Ê GULANA 2025’AN
24/05/2025
16:51 Xwegihandina X hat astengkirin
16:51 Li 3 bajaran çalakî: Bila Kurdî bibe fermî û zimanê perwerdeyê
16:23 Di sala 1994 'an de hat girtin û piştî 31 salan hat berdan
16:18 Ji bo 3 girtiyan hişyarî: Nikarin li girtîgehê jiyana xwe bidomînin
15:44 Erdogan û Şera li Enqereyê civiyan
15:36 Piştî 30 salan hat berdan
15:12 Tulay Hatîmogullari di Enternasyonala Sosyalîst de peyama Ocalan parve kir
14:45 Mexdûrên KHK'ê 133 hefte ne çalakî li dar dixin
14:38 Ji xizmên windayan banga 'Komîsyona Heqîqetê'
14:17 Kongreya KNK'ê destpê kir: Yekitiya Neteweyî peywireke lezgîn e
14:01 Ji bo Orhanên ku 31 sal berê di bin çavan de hatin qetilkirin daxwaza edaletê hat kirin
13:43 Katia Zagoritou: Divê rêxistineke hevpar a Kurdan bê avakirin
13:06 Li Parîsê konsera Koma Ma’yê
12:11 Piştî gefên nîjadperest otelê rezervasyona Vansporê betal kir
11:54 Li Atînayê Konferansa Pirsgirêka Kurd û Pêşketinên li Rojhilata Navîn
11:40 Li Dersîmê greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên 'tîpa bîrê’
11:39 Hinceta dadgehê: Cihê her kes dikevê û der tê de nabe!
11:05 Bakirhan: Em ê tifaqên aştiyê mezin bikin
10:33 Li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ'ê
10:31 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:26 DYA: Cezayên li ser Sûriyeyê hate rakirin
09:22 Jean-Pierre Restellini: Dixwazim di şert û mercên azad de bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînim
09:20 Sonmez: Pêwîstî bi koalisyona demokrasiyê heye
09:07 Eren Baskin: Ger aştiyeke bi rûmet pêk were amade me kujerên bavê xwe efû bikim
09:06 Kurê Taybet Înan: Yên berdêl nadin mafê wan nîne ku bêjin 'em aştiyê naxwazin'
09:01 'Tirkiye mecbûr e ku biryarên DMME’yê bi cih bîne'
09:01 ROJEVA 24'Ê GULANA 2025'AN
23/05/2025
16:43 Li Şirnexê banga ‘girtiyên nexweş berdin’ hate kirin
16:42 KATDER'ê kongreya xwe pêk anî
16:34 DEM Partî bi Partiya Gelecekê re civiya
16:25 Ji DEM Partiyê banga ‘Mutebeqeta civakî’
15:45 Ji bo 47 girtiyên ku têlên qawîşê rakirin rêzeceza
15:25 Ji bo girtina girtîgehên tîpên S û Y pêşniyarname
15:12 Der barê rojnamegera ku qetilkirina hempîşeyên xwe şermezar kir de lêpirsîn vekirin
14:11 Li Amedê ‘Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê’ dest pê kir
14:06 Barcelonayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya ‘Lîga Hêviyê’ da destpêkirin
13:13 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak: Divê ‘mafê hêviyê’ were cîbicîkirin
13:10 Ayşegul Dogan: Divê serokê meclîsê ji bo avakirina komîsyonê berpirsyarî bigire
12:15 Rapora têkildarî 20 girtîgehan: Her du 2 girtî di nav heman cihî de radizên
11:52 Dîroknas Ûlûgana: Çareserî ne rakirina Lozanê ye, çêkirina destûra bingehîn a demokratîk e
11:32 Çelenk: Di pêvajoya nû de hewcehî bi STO’yên muhafezeker ên serbixwe heye
10:48 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Walîtiyê zozan li ajalvanan qedexe kir
10:24 Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê betalkirin û rêveberiyên herêmî bên xurtkirin
10:23 Malpera înternetê ya belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate vekirin
10:21 Menzione: Divê Ocalan bikare guherîna daye destpêkirin li derve birêve bibe
10:18 Ji ber 'pirtûkê' doz li xwediyê weşanxaneyê û xebatkarê wê vekirin
09:45 Hevalê Altûn ê girtîgehê: Di tu mercan de tawîz ne dida
09:30 Malbatên di şer de zarokên xwe winda kirine: Em azadî û aştiyê dixwazin
09:05 Bi hinceta ‘kêmasiyên teknîkî’ mafê hevdîtina bidîmen ê girtiyan tê astengkirin
09:05 Bi hinceta ‘midûr guncav nedîtiye’ cih nedan lîstika şanoya Kurdî!
09:03 Wêneyên peykê yên texrîbata li Gabarê
09:01 Cîgirê DGD’ê Taş: Em ji Ocalan bawer in, em ji bo tevkariyê amade ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2025'AN
08:36 Li dijî ÎBB'ê pêla 4’emîn a operasyonê: 49 kes hatin binçavkirin
22/05/2025
16:39 Li Colemêrgê ji bo ziman daxuyanî: Li her qadên jiyanê em ê têbikoşin
15:38 ‘Tecrîdê rakin, girtiyên nexweş berd in’
15:16 Wezareta Parastinê: Dê êrişên me bidomin
14:30 Meclisa Zarokan a Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:24 Erdogan têkildarî destûra bingehîn axivî: Derdekî min ê weke jinûve hilbijartinê nîne
13:10 Tedawiya Akademîsyenê Aştiyê Yîgîter didome
13:09 Rojnameger Oznûr Deger hate berdan
13:09 Ji bo heqaretên zayendperest ên polîsî biryara neşopandinê hat dayin
11:37 Ji malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê
11:12 Daxistina cezayê ya bi hinceta ‘arandina nerewa’ cisaretê dide faîlan
10:32 Bakirhan: Yên xwe neguherînin dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin
10:12 ‘Bi xespkirina mafê tedawiyê re li girtîgehan stratejiya kuştinê di meriyetê de ye'
09:59 Nivîskar Gretchen Dutschke-Klotz piştgirî da banga Ocalan
09:35 Dadgehê qedexeya walîtiyê ya li ser bîranîna Şêx Seîd betal kir
09:05 Welatiyên Amedê: Bangî Ocalan dikin ku were Meclisê, wê demê çima bernadin?
09:03 Dayika Cemîle Çagirgayê: Kurdan tişta diket ser milê xwe kirin
09:01 Besta tê tunekirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2025'AN
08:55 Di Behra Egeyê de bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû
21/05/2025
16:50 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Tekîk
15:27 Yuksel Koç hate girtin
14:57 Li Wanê wesayîta zirxî li motorsîkletê xist: 2 kes birîndar bûn
14:50 Hevserok çûn serdana şîna Saglam
14:35 Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev
13:56 Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê
13:22 Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin
12:27 Lêpirsîn li rojnamegerên hempîşeyên xwe bi bîr anîn hate vekirin
12:22 Dozgerî xwest biryara beraetê ya rojnameger Dîren Yurtsever bê betalkirin
12:21 Pêşnûmeya ‘Bila Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin’ da Meclisê
12:09 Ji ber propagandaya rêxistina bênav hatin girtin
11:47 Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e
11:38 Parêzera OHD’î hate binçavkirin
11:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê
11:21 Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye
11:08 Olgun: Biryara PKK’ê stratejîk e û divê aliyê din jî gavên cidî biavêje
10:37 Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin
10:19 Ji bo tevlibûna danişîna Oznûr Deger bang kir
10:07 Tehliyeya girtiyê ‘poşmantî’ red kirî cara 3’yan hate taloqkirin
09:53 Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt
09:42 Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde
09:39 Cerdevanan ji bo birîna daran gef li gundiyan xwarin