Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî

  • rojane
  • 10:22 30 Gulan 2025
  • |
img
ENQERE - Dîroknas Yektan Turkyilmaz diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi çareseriya du alî heye û wiha got: “Divê daxwazên ji bo rêveberiya xwecihî yên li herêmên bi giranî Kurd lê dijîn bên bicihanîn û ji bo çareseriyeke mayînde demokrasî esas e.”
 
Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK'ê 12'emîn Kongreya xwe pêk anî biryara bêçekbûnê û fesîxkirinê da. Di deklarasyona dawî ya kongreyê de rexneyên li ser Peymana Lozanê ku erdnîgariya Kurdistanê di nava çar welatan de parçe kiriye, hatin nîşandan. Di deklarasyonê de işaret bi rola Peymana Lozanê ya ku peymana damezrîner a Tirkiyeyê ye, di înkar û qirkirina Kurdan de rola xwe heye. Bi vî rengî peymana Lozanê careke din tê nîqaşkirin.
 
Dîroknas û antropolog Yektan Turkyilmaz têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Turkyilmaz diyar kir ku Peymana Lozanê ji bo Kurdan 'karesatek' bû, di sala 1924'an de ji bo Kurdan temsîliyeteke kolektîf tune bû û îro bêhtir rêxistinbûna Kurdan heye û wek aktor derketiye holê. Turkyilmaz da zanîn ku di nîqaşên rûbirûbûn û aştiyê de divê nêzîkatî ne ji demên berê heta roja me ya îro be, divê ji roja me îro ber bi paşerojê be.
 
Turkyilmaz destnîşan kir ku di vegotina fermî de Lozan wek "Tapûya komarê û belgeya serxwebûnê" tê pênasekirin û di heman demê de ji bo Kurdan ev nîşana destpêka koletî, parçebûn û bêdewletiyê ye û wiha got: "Xêzkirina sînoran li ser axên ku mirovek ji derve lê dijî, avaniya wê ya aborî û çandî parçe dike û vê yekê bêyî ku ev gel di nav de hebe di ti mekanîzmaya biryardayînê de tê wateya karesateke giştî."
 
Turkyilmaz bi lêv kir ku sînor berê bi peymanan hatine diyarkirin û Lozan jî qebûlkirina van sînorên diyarkirî ya navneteweyî misoger dike û Lozan xwedî wateyek sembolîk û dîplomatîk e.
 
DESTÛRA BINGEHÎN A 1921'Ê 
 
Tûrkyilmaz bibîr xist ku Destûra Bingehîn a 1921'ê metneke ku gelek caran qala wê tê kirin e, lê belê ji aliyê teknîkî ve nikare weke destûra bingehîn bê nirxandin. Turkyılmaz, da zanîn ku destûra bingehîn ên wê demê hatine çêkirin di çarçoveya pêşniyaran de hatine çêkirin û Mustafa Kemal di daxuyaniyên xwe yên wê deme de gotiye; ‘Yek milet nîn e’ û balkişandiye ser hebûna neteweyên din. Turkyilmaz  serhildana Koçgiriyê bi bîrxist û wiha got: "Qanûna Bingehîn a 21'ê Çileyê tê qebûlkirin, di meha Sibatê de jî serhildana Koçgiriyê pêk tê. Daxwaz li ser prensîbên Wilsonê ne. Encam tevgereke ku di nava xwînê de hatiye tepisandin e. Ev yek bi zelalî sînorên pirjimariyê nîşanî me dide."
 
'DIVÊ RÛBIRÛBÛN JI SALA 2025’AN  DESTPÊ BIKE'
 
Turkyilmaz li ser pêşniyarên wek komîsyonên heqîqet û lihevkirinê yên di nîqaşên aştî û rûbirûbûnê de pêşniyar kir ku divê li ku derê rûbirûbûneke dîrokî dest pê bike û divê rûbirûbûn ji sala 2025’an destpê bike.  Turkyilmaz da zanîn ku Kurd herî zêde di salên 1990’î û di 10 salên dawî de rastî cudaxwaziyê hatine, ji ber wê yeke divê rûbirûbûn niha destpê bike. 
 
Turkyilmaz da zanîn ku di roja îro de ferqa herî mezin ew e ku gelê Kurd êdî xwedî wê hêzê ye ku tercihan bike û got, "Di wê demê de aktorekî ku karibe li ser navê Kurdan biaxive yan jî beşên berfireh ên nifûsê temsîl bike, tinebû. Lê îro tevgera Kurd hem dikare biryaran bide û hem jî dikare berpirsyariya wan biryaran hilgire ser milê xwe."
 
ÇARESERIYA ÎDARÎ Û DEMOKRASÎ
 
Turkyilmaz bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriyê û destnîşan kir ku ji bo çareseriyê pêwîstî bi du alî heye. Turkyilmaz anî ziman ku ya yekemîn; pêkanîna çareseriyên îdarî û daxwazên rêveberiya herêmî li herêmên bi giranî Kurd lê dijîn û wiha got: "Eger Wan, Amed û Dêrsim nerehet bin, ev ne çareserî ye." 
 
Ya duyemîn jî bal kişand ser pêwîstiya demokratîkbûyînê û wiha got: "Îro ji sedî 40’ê Kurdan li bajarên li derveyî Kurdistanê dijîn. Pêwîstiya van mirovan jî bi demokrasiyê heye. Ji bo çareseriyeke mayînde demokrasî esas e."
 
Turkyilmaz da zanîn ku dewlet ne xwe dispêre planeke stratejîk û ne jî xwedî armanceke mayînde ye û anî ziman ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bi perspektîfa avakirina neteweyeke nû nêzî vê pêvajoyê dibe û Erdogan jî bi berjewendiyên demkurt tevdigere û wiha got: "Neteweya ku Bahçelî pêşbîniya wê dike, dixwaze fermaneke mêtingeriyê ya dilxwaz pêk bîne. Yanî dixwaze Kurdên ku demekê bi zorê hatin mêtingehkirin, vê yekê bi dilxwazî êdî qebûl bikin."
 
‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKEK BINGEHÎN E’
 
Turkyilmaz da zanîn ku bi pergala serokomarê partiyî êdî rola meclîsê kêm bûye û wiha axivî: “Eger li Meclîsê îrade nebe, eger destûra bingehîn nebe, ev nîqaş bi tenê formalîte ne. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye. Em behsa pirsgirêkên trafîkê nakin. Ev mijar pêwîstî bi nêzîkatiyeke cidî heye.”
 
Turkyilmaz ji bo aştiyeke mayînde bal kişand ser pêwistiya hişê dewletê yê stratejîk ê û wiha got: "Gavên însanî yên mîna serbestberdana girtiyan girîng in. Lê belê ji bo aştiyeke mayînde divê aqlê dewletê yê stratejik hebe. Desthilatdariya heyî ne xwedî kapasîteyeke bi vî rengî ye."
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

03/06/2025
15:26 Li Mêrdînê gel Şîrketa GES'ê ji gund qewirand
15:24 Zîhniyeta ku bi salan e neguheriye: Yên binçavkirî bi yek rêz derxistin pêşberî kamerayan
15:11 Ji bo statû û perwerdehiya Kurdî meşiyan Tirba Ehmedê Xanî
15:01 Karsazên hatin kuştin hatin bîranîn: Aştî rûbirûbûn e, darizandina kujeran e
14:14 Bahçelî: Eşkere ye ku rêyeke me ya din nîne
14:07 Di roja 6'emîn a grevê de bang li şaredariyê kirin
12:42 Tulay Hatîmogullari: Dema me zêde nîn e, pêwîstî bi paqijiya rê heye
12:39 Navên Durre Kaya û Muhsîn Melîk dê li Curnê Reş bên parastin
11:54 Li gorî TUÎK'ê di meha Gulanê de enflasyon ji sedî 35,41 e
11:45 Dadgehê, qedexeya li ser navê 'Mem û Zîn' rakir
11:36 Ji MKG'ê rapora meha Gulanê: 5 lêpirsîn, 6 doz, 1 girtin
11:23 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e
10:27 Jinên Kurd li 4 parçeyên welêt ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin
09:58 ENAG: Enflasyon di meha Gulanê de ji sedî 3,66 zêde bû
09:20 Di meha Gulanê de li Îranê 152 kes hatin darvekirin
09:13 Li Marmarîsê erdhej: Kesek mir
09:07 Bîra Dêrsimê hedef tê girtin
09:05 Juliana Gozen: Divê em bibin kirdeyên pêvajoyê
09:04 Li ODTU'yê Koma Lêkolînên Kurdî hat avakirin
09:02 'Pêkanîna mafê hêviyê berpirsyariyeke exlaqî û hiqûqî ye'
09:01 Li dijî 'qanûna qetlîamê' li ber xwe didin: Bila vekişin
09:01 Di êrîşa kîmyewî de keça xwe winda kir: Êş bi aştiyeke mayînde derbas dibin
09:00 'Divê destûra bingehîn a nû rengê jinê nîşan bide'
09:00 Hevjîna dadgêr bi yek tikandinê ve dora 8 mîlyon pere winda kir
09:00 Dîmenên nû li ser talana daran a li Gabarê: Bi sedan ton dar hatine jêkirin
09:00 ROJEVA 03'E HEZÎRANA 2025'AN
02/06/2025
16:50 Ciwanên ku pêşengên şoreşger bi bîr anîn hatin berdan
16:49 Prf. Alex Callinicos piştgirî da banga Ocalan
16:49 Mîhrîcana Boreka Kurd dê di 9'ê Hezîranê de were lidarxistin
14:48 10'emîn Pakêta Darazê dê sibê di Lijneya Giştî ya Meclisê de bê nîqaşkirin
14:38 Xwestin hevşaredarên ku ji peywîrê hatin dûrxistin bên berdan
13:35 Rojnameger Elîf Akgul tehliye bû
13:35 Li Rojhilat di mehekê de herî kêm 10 jin hatin qetilkirin
13:10 Partiya Şoreşger a Yekbûyî : Em li cem gelê Kurd cih digirn
11:51 Serokkomarê nû yê Polonyayê bû Newrockî yê mihafezekar
11:50 Tedawiya Zeynep Celaliyan tê astengkirin
11:48 Piştî hevdîtinê daxuyanî: Dê li meclîsê komîsyon bê avakirin
11:45 Muhsîn Melîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî: 24 birîndar
11:29 Li Kolorado êrîşa molotofkokteylan: 8 birîndar
11:27 Hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê di bin êrîşan de destpê dikin
10:56 Li Wanê coşa Lîga 1’emîn
10:55 Kûrtûlmûş DEM Partî ziyaret kir
10:53 'Ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê divê em bibin yek'
10:10 ‘Di wextê derasayî de betlaneya meclisê mijarek bipirsgirêk e’
09:58 'Divê em hemû bi hev re aştiyeke adil û wekhev pêk bînin'
09:00 Qedexe ye lê ew hem cerdevan in, hem jî keya ne
09:00 Dr. Îsmet Konak: Şerê Rûsya û Ûkraynayê veguheriye girêka Gordîon
09:00 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2025'AN
01/06/2025
16:43 Gergerlîoglû: 10’emîn Paketa Darazê hêviyên gel şikandin
16:33 Temellî: Beriya çêkirina destûra bingehîn divê rê were paqijkirin
16:07 Li Hindistanê ji ber karesata musonê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:23 Şandeya Koma Çep a PE’yê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
15:16 Greva karkeran di roja 4’an de ye: Em ê dev jê bernedin
13:46 ‘Ji bo tu bûyerên din ên mîna ya Narînê çênebin em ê bixebitin’
13:27 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 26 kes hatin qetilkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Bi gotinê sifir nabe zêr
11:46 Wezarata Dadê: Li girtîgehan 4 hezar û 291 zarok hene
11:20 Jinên tev li meşa li Amedê bûn: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe
11:01 ‘Gava ewil a avadaniya jinê ya enternasyonal bi NADA’yê hate avêtin’
10:31 Xizmetên di 45 salan de li Curnê Reş nehatine kirin di salekê de hatin kirin
09:53 Eren Keskin: 10’emîn Pakêta Darazê ji bo çareseriyê hêvî nade
09:44 Xebatkarê şaredariyê ji ber tacîza li dijî zarok hate girtin
09:35 AKP’ê nekarî dervehiştina ‘muebbeta girankirî’ biparêze
09:15 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya têkildarî sererastkirina Covîd-19’ê hat redkirin
09:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Windakirî, Jin û Têkoşîn’ derket
09:02 Başbûna aboriyê girêdayî pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:15 10'emîn Pakêta Darazê hat erêkirin
08:13 Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi coşeke mezin bi dawî bû
08:12 Meşa 'Ji Yuksel Koç re azadî'
08:06 TEV-ÇAND'ê ji malbata Bavê Teyar re name şand
31/05/2025
17:43 Hevserokê Koma Çep a PE'yê Schirdewan çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:54 Jin ji bo meşa ‘çareseriya demokratîk’ kom bûn
16:52 Meşa 'Çareseriya Civakî' ya jinan: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
15:57 Ji bo daxwaza ‘Ji Kurdî re statû’ dê bimeşin Tirba Ehmedê Xanî
15:43 Serbestberdana girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Başdaş hat xwestin
15:23 Panela 'mafê hêviyê': Maf nabin mijara bazarê
15:06 DEM Partî: Ji bo Pakêta Darazê ya 10'emîn em ê pêşniyarpirsekê pêşkêş bikin
15:00 Ekîn Ceren hate bibîranîn: Di têkoşîna me de dijî
14:58 Çalakiya xizmên windayan: Çalakiyên ku 30 sal in tên lidarxistin dê bidomin
14:24 Komeleya Wêjekarên Kurd rêveberiya nû diyar kir
14:18 Komxebata 'Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê’: Divê em xetek xurt a têkoşînê ava bikin
14:01 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê: Pêvajoya diyalogê didome
13:46 30 sal in Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixin
12:35 DEM Partî: Divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin
12:21 Ji Wezareta Karê Derve yê Îngîltere daxuyaniya PKK’ê: Gaveke girîng e
12:11 Ji hevserokên DBP û DEM Partiyê peyama salvegera Geziyê
12:03 Hatîmogullari beşdarî çalakiya xizmên windayan bû: Divê rûbirûbûn pêk were
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan