DEM Partî: Ji bo Pakêta Darazê ya 10'emîn em ê pêşniyarpirsekê pêşkêş bikin

ENQERE - DEM Partiyê der barê 10'emîn Pakêta Darazê de daxuyaniyek da û diyar kir ku pakêt bendewariyên gel nayne cih û dê ji bo sererastkirina wê pêşniyaran pêşkêş bikin.

Endamên Komîsyona Edaletê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Partiya Gelan (DEM Partî) der barê 10'emîn Pakêta Darazê ya ku dê pêşkêşî komîsyonê bê kirin de daxuyanî da. Endamên Komîsyona Edaletê Dîlan Kûnt Ayan, Nevroz Uysal Aslan, Onûr Duşunmez û Zulkuf Ûçar li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xistin.
 
Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku pakêt ne li gorî ruhê pêvajoya didome ya der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de ye û wiha got: "Bi têgihiştineke ku guh nade bangên ji gel, hiqûqê û komên mexdûr tên, hatiye amadekirin. 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a di 27 'ê Sibatê de ji aliyê Birêz Ocalan ve hat kirin, ji aliyê dîrokî, siyasî û civakî ve rê li ber pêvajoyeke nû vekir. Deklerasyona 12'ê Gulanê ya duyemîn gaveke dîrokî ye ku hêviya jiyana hevpar a di navbera gelên Tirk û Kurd de mezin dike. Her gavên qanûnî yên di atmosfereke bi vî rengî de bên avêtin, divê xizmetê li aştî û jiyana bi rûmet bikin."
 
Dîlan Kûnt Ayan anî ziman ku pakêt bi binpêkirina rêgeza wekheviyê hatiye amadekirin û wiha axivî: "Bi taybetî guhertinên di rêziknameya înfazê de hatine kirin, bi deh hezaran girtî û malbatên wan re bûne sedema dilşikestinê. Ji bo girtiyên siyasî, girtiyên nexweş û kesên li girtîgehan rastî cudakariya sîstematîk tên, başkirinên pêwîst nehatine kirin. Newekheviyên heyî hîn bêhtir tên kûrkirin. Di pakêtê de hukmên nedestûrî, dûrî pêşbîniya qanûnî, kêfî û cihêkarî hene. Gazinên ku ji guhertinên darvekirinê yên berê derketine holê, nehatine çareserkirin. Hesta edaletê careke din bûye qurbana hesabên siyasî. Vê pêşnûmeyê pişta xwe da daxwaza edaletê ya civakê; derfetên çareseriya demokratîk, aştiya civakî û wekheviya qanûnî li ber çavan negirtiye."
 
WEZÎRÊ DADÊ SOZ DA
 
Dîlan Kunt Ayan di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Rêziknameya ku bi salan e gel bi hêvî li bendê ye careke din ji bîr nekirin û wijdanê giştî careke din tengav kirin. Raya giştî li bendê bû ku ev pakêt ji bo girtiyên nexweş derfetên berdana bêşert û bêcudahî û dermankirinê bide. Ew jî li bendê bûn ku newekheviyên hiqûqî yên di derbarê girtiyên edlî û siyasî de di Qanûnên Covîd yên di 31'ê Tîrmeha 2023'an de bên dest girtin. Wan hesab dikir ku qedexeyên serbestkirina bi şert were rakirin. Ji bo girtiyên siyasî yên ji Qanûna Ceza ya Cudakar a sala 2020'an bêpar tên hiştin wekhevî dihat hêvîkirin. Ji bo sîstema înfazê ya kêfî û cihêkar ji holê rakin daxwaza qeyûman dikirin, ji bo her kesî daxwaza li sîstemeke înfazê ya hiqûqî û adîl kirin. Bi ser de, ev bendewarî ne hêvî ne ku gel derxistiye holê; ew di encama  sozên wezîrê dadê Yilmaz Tunç de ji raya giştî re hatine dayîn e.
 
Di rêziknameya di xala 3'emîn a madeya 110'emîn a Qanûna Înfazê ya Ceza de hat amadekirin de, ji bo cezayê muebbetê yê girantir ji metnê bê rakirin, em ê pêşniyarnameyekê pêşkêş bikin. Her wiha em ê daxwaza rakirina rewşa nezelal û kêfî ya 'ji bo ewlehiya cemaweriyê tehdîteke cidî û şênber der barê girtiyên nexweş ên giran de dernexînin holê' bikin. Em ê pêşniyara xwe ya ji bo rakirina îfadeyên cihêkar ên ku nahêlin girtiyên siyasî ji rêbazên înfazê yên taybet ên ji bo jin, zarok û extiyaran tên pêşdîtin sûdê werbigirin, pêşkêşî komîteyê bikin. Herweha, em dê pêşinyarên sazdana maddeyên nû pêşkêş bikin.
 
SERERASTKIRINA COVÎD-19
 
Pêşî em ê pêşniyar bikin ku Qanûna Wekheviyê ya 31'ê Tîrmehê bi rengekî wekhev û hiqûqî, weke hukmekî nû tevlî pakêtê were kirin. Em ê pêşniyar bikin ku di Xala 16'emîn a Qanûna Înfazê ya Ceza de gotina 'hin rewşa xetere ya jiyanî' bê rakirin û der barê girtiyên nexweş ên giran de veguhere 'nexweşiyeke giran a heyî'. Pêwîste komîsyon û nûnerên partiya desthilatdar guh bidin daxwazên gel ên wekhevî û edaletê. Hê jî ne dereng e ku ev pêşniyarên me li ber çavan bên girtin û çarçoveya pakêtê li gorî pêşniyarên me bi rengekî pirjimar, çareserî û demokratîk bê birêxistinkirin. Wekî ku hûn dizanin, ev guhertin hem di komîsyonê da û hem jî di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê da dikarin guhertinan bikin.
 
Em ê li hemberî van kêmasî û newekheviyan bi dengê herî bilind ê di qonaxa komîsyonê de, di qonaxa Civata Giştî de û li her cihê em lê ne li ber xwe bidin. Em ê parastina aştiya civakî, dewleta hiqûqê, edalet û wekheviyê bidomînin."
 

Sernavên din

03/06/2025
15:26 Li Mêrdînê gel Şîrketa GES'ê ji gund qewirand
15:24 Zîhniyeta ku bi salan e neguheriye: Yên binçavkirî bi yek rêz derxistin pêşberî kamerayan
15:11 Ji bo statû û perwerdehiya Kurdî meşiyan Tirba Ehmedê Xanî
15:01 Karsazên hatin kuştin hatin bîranîn: Aştî rûbirûbûn e, darizandina kujeran e
14:14 Bahçelî: Eşkere ye ku rêyeke me ya din nîne
14:07 Di roja 6'emîn a grevê de bang li şaredariyê kirin
12:42 Tulay Hatîmogullari: Dema me zêde nîn e, pêwîstî bi paqijiya rê heye
12:39 Navên Durre Kaya û Muhsîn Melîk dê li Curnê Reş bên parastin
11:54 Li gorî TUÎK'ê di meha Gulanê de enflasyon ji sedî 35,41 e
11:45 Dadgehê, qedexeya li ser navê 'Mem û Zîn' rakir
11:36 Ji MKG'ê rapora meha Gulanê: 5 lêpirsîn, 6 doz, 1 girtin
11:23 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e
10:27 Jinên Kurd li 4 parçeyên welêt ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin
09:58 ENAG: Enflasyon di meha Gulanê de ji sedî 3,66 zêde bû
09:20 Di meha Gulanê de li Îranê 152 kes hatin darvekirin
09:13 Li Marmarîsê erdhej: Kesek mir
09:07 Bîra Dêrsimê hedef tê girtin
09:05 Juliana Gozen: Divê em bibin kirdeyên pêvajoyê
09:04 Li ODTU'yê Koma Lêkolînên Kurdî hat avakirin
09:02 'Pêkanîna mafê hêviyê berpirsyariyeke exlaqî û hiqûqî ye'
09:01 Li dijî 'qanûna qetlîamê' li ber xwe didin: Bila vekişin
09:01 Di êrîşa kîmyewî de keça xwe winda kir: Êş bi aştiyeke mayînde derbas dibin
09:00 'Divê destûra bingehîn a nû rengê jinê nîşan bide'
09:00 Hevjîna dadgêr bi yek tikandinê ve dora 8 mîlyon pere winda kir
09:00 Dîmenên nû li ser talana daran a li Gabarê: Bi sedan ton dar hatine jêkirin
09:00 ROJEVA 03'E HEZÎRANA 2025'AN
02/06/2025
16:50 Ciwanên ku pêşengên şoreşger bi bîr anîn hatin berdan
16:49 Prf. Alex Callinicos piştgirî da banga Ocalan
16:49 Mîhrîcana Boreka Kurd dê di 9'ê Hezîranê de were lidarxistin
14:48 10'emîn Pakêta Darazê dê sibê di Lijneya Giştî ya Meclisê de bê nîqaşkirin
14:38 Xwestin hevşaredarên ku ji peywîrê hatin dûrxistin bên berdan
13:35 Rojnameger Elîf Akgul tehliye bû
13:35 Li Rojhilat di mehekê de herî kêm 10 jin hatin qetilkirin
13:10 Partiya Şoreşger a Yekbûyî : Em li cem gelê Kurd cih digirn
11:51 Serokkomarê nû yê Polonyayê bû Newrockî yê mihafezekar
11:50 Tedawiya Zeynep Celaliyan tê astengkirin
11:48 Piştî hevdîtinê daxuyanî: Dê li meclîsê komîsyon bê avakirin
11:45 Muhsîn Melîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî: 24 birîndar
11:29 Li Kolorado êrîşa molotofkokteylan: 8 birîndar
11:27 Hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê di bin êrîşan de destpê dikin
10:56 Li Wanê coşa Lîga 1’emîn
10:55 Kûrtûlmûş DEM Partî ziyaret kir
10:53 'Ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê divê em bibin yek'
10:10 ‘Di wextê derasayî de betlaneya meclisê mijarek bipirsgirêk e’
09:58 'Divê em hemû bi hev re aştiyeke adil û wekhev pêk bînin'
09:00 Qedexe ye lê ew hem cerdevan in, hem jî keya ne
09:00 Dr. Îsmet Konak: Şerê Rûsya û Ûkraynayê veguheriye girêka Gordîon
09:00 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2025'AN
01/06/2025
16:43 Gergerlîoglû: 10’emîn Paketa Darazê hêviyên gel şikandin
16:33 Temellî: Beriya çêkirina destûra bingehîn divê rê were paqijkirin
16:07 Li Hindistanê ji ber karesata musonê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:23 Şandeya Koma Çep a PE’yê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
15:16 Greva karkeran di roja 4’an de ye: Em ê dev jê bernedin
13:46 ‘Ji bo tu bûyerên din ên mîna ya Narînê çênebin em ê bixebitin’
13:27 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 26 kes hatin qetilkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Bi gotinê sifir nabe zêr
11:46 Wezarata Dadê: Li girtîgehan 4 hezar û 291 zarok hene
11:20 Jinên tev li meşa li Amedê bûn: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe
11:01 ‘Gava ewil a avadaniya jinê ya enternasyonal bi NADA’yê hate avêtin’
10:31 Xizmetên di 45 salan de li Curnê Reş nehatine kirin di salekê de hatin kirin
09:53 Eren Keskin: 10’emîn Pakêta Darazê ji bo çareseriyê hêvî nade
09:44 Xebatkarê şaredariyê ji ber tacîza li dijî zarok hate girtin
09:35 AKP’ê nekarî dervehiştina ‘muebbeta girankirî’ biparêze
09:15 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya têkildarî sererastkirina Covîd-19’ê hat redkirin
09:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Windakirî, Jin û Têkoşîn’ derket
09:02 Başbûna aboriyê girêdayî pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:15 10'emîn Pakêta Darazê hat erêkirin
08:13 Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi coşeke mezin bi dawî bû
08:12 Meşa 'Ji Yuksel Koç re azadî'
08:06 TEV-ÇAND'ê ji malbata Bavê Teyar re name şand
31/05/2025
17:43 Hevserokê Koma Çep a PE'yê Schirdewan çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:54 Jin ji bo meşa ‘çareseriya demokratîk’ kom bûn
16:52 Meşa 'Çareseriya Civakî' ya jinan: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
15:57 Ji bo daxwaza ‘Ji Kurdî re statû’ dê bimeşin Tirba Ehmedê Xanî
15:43 Serbestberdana girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Başdaş hat xwestin
15:23 Panela 'mafê hêviyê': Maf nabin mijara bazarê
15:06 DEM Partî: Ji bo Pakêta Darazê ya 10'emîn em ê pêşniyarpirsekê pêşkêş bikin
15:00 Ekîn Ceren hate bibîranîn: Di têkoşîna me de dijî
14:58 Çalakiya xizmên windayan: Çalakiyên ku 30 sal in tên lidarxistin dê bidomin
14:24 Komeleya Wêjekarên Kurd rêveberiya nû diyar kir
14:18 Komxebata 'Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê’: Divê em xetek xurt a têkoşînê ava bikin
14:01 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê: Pêvajoya diyalogê didome
13:46 30 sal in Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixin
12:35 DEM Partî: Divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin
12:21 Ji Wezareta Karê Derve yê Îngîltere daxuyaniya PKK’ê: Gaveke girîng e
12:11 Ji hevserokên DBP û DEM Partiyê peyama salvegera Geziyê
12:03 Hatîmogullari beşdarî çalakiya xizmên windayan bû: Divê rûbirûbûn pêk were
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan