NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan ku nameyeke di nav de kulîlkek jî hebû ji Akademiya Jineolojiyê re şand, di namaya xwe de got; “Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re jî meşiya.”
Akademiya Jineolojiyê, nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 30’ê Gulanê de ji akademiyê re şandibû parve kir. Abdullah Ocalan, kulîlkek jî xistibû nava nameya ji akademiyê re şandibû.
Nameya Abdullah Ocalan ji akademiyê re şandî wiha ye:
“Min ji zarokatiya xwe ve hewl da ku ez bibim heval û rêhevalê jinê yê herî baş. Di têkiliya min û dayika min de jî, lêgerîna min a ji bo jina azad dikare were dîtin. Ez girêdayî xeyalên xwe yên zarokatiyê mam, bi wî rengî jiyam û têkoşîna azadiya jinê derxist holê.
Dema ez nû anîm Girava Îmraliyê min gotibû; ‘Xebata min a der barê jinê de projeyeke nîvcomayî ye.’ Ev xebata min êdî temam bûye û tişta dimîne pêkanîna wê ye. Têkoşîna azadiya jinê mîrateyeke gelekî girîng afirandiye. Ev mîrate bi dayîna hezaran şehîdan heta roja îro hat û nirxek girîng ava kir.
Pêwîste bê zanîn ku min her tim xwest jin bijîn û ew bên jiyandin. Her windahiyek wan her tim ez êşandime. Ji bo min gotin, ‘Ew kurê xwedawendê ye.’ Min jî xwest ez bibim kurekî (zarokekî) hêjayî jinan. Vê yekê rêgeza bingehîn a têkoşîna min diyar kiriye. Min ji bo jinan, ‘Rêgeza Hêviyê’ pêş xist. Min got, ‘Pêwîste her jinek azad bibe.’ Wekî mêrekê min jî bi pîvanên etîk û estetîk ên li gorî azadiyê şekil girtine, xwe terbiye kir.
Min got, ‘Rêgeza bingehîn a Sosyalîzmê azadiya jinê ye.’
Pîvana mêrekî ya sosyalîstbûnê jî ew e ku zanibe li gel jinê bi awayekî rast bijî. Ev rêgeza bingehîn a Sosyalîzmê ye. Di tecrubeyên sosyalîst ên di tevahiya dîrokê hatine jiyankirin de ev rêgez her tim kêm maye. Ji Marks heta Stalîn, ji Mao heta Lenîn, ger pêwendiya tevahiya rêberên pêşeng a bi jinan re were lêkolînkirin, wê ev heqîqet hîn baştir were fêmkirin.
Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re jî meşiya. Min xwest bi vê teorî û têgehê pirsgirêka jinê rast pênase bikim. Wekî ku Budha gotiye; ‘Heta ku tu xencera di pişta civakê de dernexînî, tu nikarî qet tiştekî bikî.’ Belê, gelek pirsgirêkên civakê hene, lê xencera di piştê de koletiya jinê ye û heta ku tu vê xencerê dernexînî, tu nikarî ti pirsgirêkan çareser bikî.
Jineolojiyê bi vê mebestê rêyek girîng derbas kiriye. Kedeke bi nirx hatiye dayîn. Niha pêwîste ev ked, bi pêvajoya nû re hîn zêdetir wateyê qezenc bike. Pêwîste hebûna jinê rast were pênasekirin û nasname û hebûna jinê bi rêbaza wekhevîbûnê bê nirxandin.
Sîmon dibêje ya; ‘Wekî jin nayê dinê, dibe jin.’ Pêwîste nasnameya jinê ya ku hatiya avakirin ji hêmanên zayendîperest were paqijkirin. Divê jin ji bo vê yekê lêhûrbûn bikin. Eynî wekî ku V. Woolf gotiye; ‘Divê odeyek aydê jinê bi xwe hebe.’ Pêwîste der barê xwe de bifikire û karibe xwe ava bike. Ez dizanim jinbûn çiqas zehmet e û bi vê zanebûnê vê dibêjim. Dema di bin çanda tecawîzê ya zilam de jiyan dike, bi awayekî azad xwe avakirin, ji bo jinê zehmet e. Lê jin vê rastiya şewitîner qasî min bi êşkişandinê, bi hêrsbûnê hîs dikin yan na, ez nizanim. Ez bi vê hêrsbûnê her roj bi awayekî fikrî xwe nû dikim, çareseriyê hildiberînim û ji bo ku jin bi awayekî azad bijî, dijîm. Wateya jiyanê li cem min bi vî rengî rasteqîniyê qezenc dike.
Tê gotin ku femînîst dibêjin çima mêrek pêşengiya tevgera jin a Kurd dike. Mafdar in, xweziya jinan karîbûya ev pêşengî bikiraya. Min jî ev gelekî dixwest. Mixabin li derveyî tevgera Kurd jî, bi giştî jî hîn ev pêşengtî derneketiye holê. Min her tim got, divê jina azad çawa be û ji bo wê proje, teorî çêkirin; min bîrdoziya azadiya jinê û Jineolojî pêş xist, min ev gihand hêza rêxistinbûnê. Min ji bo veguherandina mêr û bi rêya jinê azadkirina civakê hewldan kir, xebat meşand. Ji bo ku bibim zarokekî hêjayî xwedawendan, min ev yek kiriye. Hêvî dikim ku min bi vê rastiya min bizanin û rast fêm bikin.
Ez dizanim ku wê jin pêşengiya pêvajoya ‘Aştî û demokrasiye” ya ku em hewl didin pêş bixin, bikin.
Ew xwediyên ji nîviyê zêdetirî serkeftinên ku heta niha hatine bidestxistin in. Bawer dikim ku wê ji niha û pê de jî pêşengiyê bikin û dibêjim ku ji niha û pê de jî, ez ê her tim qasî ku hun pêdivî dibînin bi we re bijîm û bi we re bim.”
MA / Dîren Yurtsever