* Alî Ocalan ku di roja cejnê de çûbû serdana xalê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wiha got: “Xalê min got; ‘em li vir jiyaneke nû ava dikin, rewşekî me ya wiha heye.’”
* Endamê SYKP PM Harûn Tûrgan diyar kir ku di navbera demokratîkbûna welat û azadiya Kurdan de pêwendiyeke bingehîn heye û got: “Li Tirkiyeyê ne tenê Kurd, pêwîstiya çepgiran jî bi nûkirina rêxistinbûnê heye."
* Parêzer Rihan Gok anî ziman ku sererastkirinên qanûnî yên der barê înfazê de li dijî rêgeza wekheviyê ye. Rihan Gok, diyar kir ku 10'emîn Pakêta Darazê ku ketiye meriyetê pêwîstiyan bi cih nayne û li gorî hiqûqa dewletê nîne.
* Serokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Îzmîrê Hamdî Çalik, bal kişand ser zarokên di MESEM’ê de tên xebitandin û diyar kir ku keda zarokan tê xwarin û xwest ev navend bên girtin.
* Endamê EFFP’ê Ercan Aktaş têkildarî kampanyaya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” axivî. Aktaş, diyar kir ku gelek kes dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikni û dê serî li Wezareta Dadê, girtîgehê û Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bidin.
* Walîtiya Şirnexê ji 2023’an heta niha gelek deverên bajêr bi awayeke fermî hezar û 350 rojan li hatin û çûna welatiyan qedexe kir. Li gel ku hefteya dawî ya meha Gulanê qedex nebû jî destûr nehat dayin welatî derbasî gundên xwe bibin.
* 8’emîn Mihrîcana Boreka Kurd ku ji hêla KAYY-DER’ê ve tê organîzekirin, dê li Parka Goztepe Tabîatê ya li navçeya Beykozê bê lidarxistin. (10.00-18.00)
* Platforma Hawirdor û Xwezayê ya Xozat Pêrtag Sekasurê dê bi dirûşma “Em xwedî li qadên xwe yên jiyanê derdikevin” meşê li dar bixin û daxuyaniyê bide. (12.00)
* Mehmet Çelîk ku piştî 31 salên girtîgehê hate berdan, dê li Otogara Amedê were pêşwazîkirin. (13.00)