ENQERE - Welatiyên li Enqereyê dijîn, diyar kirin ku ji bo aştiya civakî hewceye Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire û hemû derdorên civakî daxilî pêvajoyê bên kirin.
Welatiyên li Enqereyê dijîn, têkildarî geşedanên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê rû dan, ji ajansa me re axivîn. Welatiyan, destnîşan kirin ku ji bo aştiyeke mayinde beriya her tiştekî hewceye Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire.
Welatiyan, got ku divê ne tenê partiyên siyasî lê hewceye saziyên civaka sivîl û derdorên cuda jî beşdarî pêvajoyê bên kirin. Welatiyan, anîn ziman ku aştiyeke civakî tenê bi beşdariya her kesî pêkan e.