WAN - Welatiyên Wanê bertek nîşanî paketa darazê dan, xwestin girtî werin berdan û gotin ku neberdana girtiyan baweriya wan dişikîne.
Piştgiriya xelkê Wanê ya ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê xurt e. Têkildarî mijarê me nêrîna xelkê bajar jê pirsî û diyar kirin ku ji bo biryarên kongreyê bên cîbicîkirin, hewceye dewlet gavên şênber biavêje.
'BILA CIHÊKARIYÊ BI DAWÎ BIKIN’
Welatiyê bi navê Mehmet Araf Yardimci anî ziman ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û daxwaza çareseriyeke demokratîk dikin. Yardimci, got: “Heke çareseriyeke demokratîk û aştî çêbibe em tevek dê piştgiriyê bidin. Em ê piştgiriyê bidin ku pêvajo bidome.”
Bi domdarî Yardimci bertek nîşanî 10’emîn Paketa Darazê da û got: “Tu sûdeke paketa nû ji bo pêvajoya aştiyê çênebû. Di vê paketê de esas diviyabû girtiyên siyasî jê sûd bigirta. PKK’ê çek berda û ev ji bo temamiya tirkiyeyê biryareke muhim bû. Daxwaza me destûreke bingehîn a ku hemû gel xwe tê de dibînin e.”
Muhammed Tekbaş jî bi lêv kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê hewcehî bi avêtina gavên pêbawer heye û ev tişt anî ziman: “Gava ewil jî divê berdana girtiyên siyasî û nexweş be. Hewceye cihêkariya di navbera herêman de tê kirin jî ji holê rabe. Niha hemû derfetên kar li rexê rojava ne. Ji bo bajarên me tu xizmet nayên kirin û derfetên kar nadin. Heke aştî bibe, dê ev rewş jî bi dawî bibe. Bila aştî çêbibe da ku her kes bihizûr û keyfxweş be.”
‘DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
Hayrettîn Atrak jî got “Em aştî û hizûrê dixwazin” û wiha pê de çû: “Tu hizûra me nîne û em ji vê bêhizûriyê bêzar bûn. Em bi pêvajoyê re ne, bila aştî çêibbe. Ji bo vê jî divê dewlet gavan biavêje.”
Turkan Eraslan jî got: “Em li bendê ne ku dewlet gavan biavêje. Em ne bi şer re ne, bi aştiyê re ne. Em dixwazin her du alî jî wekhev bijîn. Neberdana girtiyên siyasî bêbaweriyê ava dike. Girtiyên edlî tên berdan lê yên siyasî hêj di hundir de ne. Heta ku gav neyên avêtin dê ev reşbîniya me ji holê ranebe.”
'HEWCEYE GIRTÎ BÊN BERDAN’
Ozlem Ozyer jî daxuyand ku pêvajoya heyî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng e û 10’emîn Paketa Darazê rexne kir. Ozlem Ozyer, got: “30 sal cezayê hefsê dane xalê min û cezayê muebbetê dan kurxaletê min. Li kesên sûcên edlî dikin 3-4 salan cezayan dibirin lê ji ber ku em Kurd in û siyasetê dikin, cezayên giran didin me. Dibêjin ‘tu cudahiya Kurd, Tirkan nîne’ lê herî zêde girtiyên siyasî di hundir de ne. Paketa darazê ya nû adilane nîne. Yek ji gavên pêvajoyê jî divê berdana girtiyan be.”
Salih Demîr jî got ew aştiyê dixwazin û ev tişt anî ziman: “Ji bo aştiyê divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Diviyabû girtiyên siyasî bikariyan ji paketa darazê ya nû sûd bigirtana. Lê nekirin. Em dixwazin dewlet di vê mijarê de gavan biavêje.”
Nejdat Sancak jî got: “Divê êdî xwîn nerije. Madem dibêjin em xwişk-bira ne, wê demê em di vê pêvajoyê de hev nexapînin. Hewceye di vî karî de her du alî jî fedekar bin. Di vê mijarê de gelê Kurd tişta dikeve ser milê xwe dike.”