NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê de Fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşê Huseyîn Selamî, Serfermandarê Giştî yê Artêşê Muhammed Bakirî û hinek zanyarên nukleerê hatin kuştin.
Îsraîlê li dijî dijî Îranê êrişeke berfireh da destpêkirin. Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ku nêzî muhafizê şoreşê ya Îranê ye, ragihand ku di êrişa li dijî Tehranê de navenda Artêşa Muhafizên Şoreşê hedef hatiye girtin.
Hat ragihand ku di êrişê de Fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê Huseyîn Selamî û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Muhammed Bakirî hatine kuştin.
Têkildarî mijarê heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine parvekirin.
ZANYAR HATIN KUŞTIN
Hat ragihand ku di êrişa Îsraîlê de zanyarên nukleerê Muhammed Mehdî Tehrançî û Ferîdun Abbasî hatine kuştin.
Her wiha hate destnîşankirin ku di êrişê de gelek kesên din jiyana xwe ji dest dane.