WAN - Di danişîna ewil a doza rojnameger Reyhan Hacioglûyê de biryara tehliyeyê hate dayin.
Danişîna ewil a doza rojnameger Reyhan Hacioglû ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat lidarxistin. Endamên DFG û MKG’ê û gelek siyasetmedaran jî doz şopandin.
‘EV DER KURDISTAN E’
Piştî tespîtkirina nasnameyê, Reyhan Hacioglu dest bi parastina xwe kir. Reyhan Hacioglû, diyar kir ku wê di nava 11 salên rojnamegeriyê têkildarî Kurd û Kurdistanê, tecrîdê, ekolojiyê û mijarên cur bi cur de gelek nûçe û bername amade kirine lê di îdianameyê de tenê cihên peyva “Kurdistanê” tê de derbas dibe di îdianameyê de cih girtine. Reyhan Hacioglû, got: “Çima ez dibêjim Kurdistan, çima dibêjim tecrîd? Ji ber ku ev der Kurdistan e. Tiştekî xwezayiye ku weke rojnamegerekê peyva kurdistanê bi kar bînin û ev sûc nîne.” Reyhan Hacioglû, îdiayên têkildarî tecrîdê jî red kir û got: “Devlet Bahçelî bi xwe behsa tecrîdê kir û banga hatine Meclisê li Ocalan kir. Heke agahî ji kesekî neyê girtin, ev tê wateya tecrîdê.”
Reyhan Hacioglû, îdiayên din jî yek bi yek bersivand û got: “Em ê her tim bi mîrateya şehîdên çapemeniya azad li pey xwe hiştî binivîsin.”
BIRYARA TEHLIYEYÊ
Parêzer Jiyan Ozkaplan jî anî ziman ku di îdianameyê de bi zorê sûc hatine afirandin û got: “Ev hiqûqî nîne. Miwekîla min rojnameger e û karê xwe dike. Dozgeriyê ji hemû bernameyan çendek peyv jê girtiye. Dixwazim miwekîla min were tehliyekirin. Îdianameyeke wiha nabe.”
Piştî parastinan, dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest rewşa girtî ya Reyhan Hacioglû bidome.
Şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û danişîna dozê taloqî 9’ê Cotmehê kir.