NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bertek nîşanî êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê da û got ku Îsraîl herêmê ber bi felaketê ve dibe.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê daxuyanî da. Erdogan, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal diyar kir ku Îsraîlê stratejiya xwe ya rijandina xwînê, hêsiran û çêkirina bêîstîqrariyê ji îro ve derbasî qonaxeke nû kiriye. Erdogan, êrişa Îsraîlê weke tunehesibandina hiqûqa navneteweyî û provokasyon nirxand. Erdogan, got: “Rêveberiya Netenyahu, bi van êrişên xwe yên bêperwa, êrişkar û hiqûqnenas re herêma me û hemû dinyayê ber bi felaketê ve dibe.”