AMED - Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê di 21-22’yê Hezîranê de li Amedê bi rojeva yekitiya jinên Kurd 3’yemîn Konferansa Jinên Kurd li dar bixe.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê di 21-22’yê Hezîranê de li Amedê bi şîara “Bi yekitiya jinen Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” 3’yemîn Konferansa Jinên Kurd li dar bixe. Dê di konferansê de bi sedan jinên Kurd bicivin û bi kargehan ve ji bo yekitiya jinên Kurd dê nexşerêyek bê diyarkirin. Konferansa ku dê li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bê lidarxistin dê 2 rojan bidome û encamnameya konferansê dê di roja dawî de bê aşkerakirin.
Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Semîre Nergîz, bibîr xist ku platformê konferansa yekemîn di 2017’an de û ya duyemîn jî di 2019’an de li dar xistibû. Semîre Nergîz, destnîşan kir ku dê di roja yekemîn a konferansê de bi 4 sernavan kargehan li dar bixin û got: “Di warê ziman û çandê de em ê rewşa nehesibandina jinê, qirkirina jinê û tundiyên li hemberî jinê nîqaş bikin. Em ê kargeha der barê avakirina pêvajoya civaka demokratîk û pêdiviyên wê û têkildarê hûnandina siberojê de em li dar bixin.”
‘MIJARA SEREKE YEKITIYA JINÊN KURD E’
Semînre Nergîz, destnîşan kir ku dê mirina Jîna Emînî ya ku bûye sembola têkoşîna jinên Kurd û felsefeya “jin, jiyan, azadî” bibe mijara esasî û ji ber vê yekê dê navê kargehek wan bibe “Jîna Emînî”. Semîra Nergîz, axaftina xwe wiha domand: "Em hêj der barê darvekirina jinan a li Îranê û ji ber vekirina porê wan tundiya li hemberî wan diaxivin. Em ê di kargeh û konferansê de li ser van mijaran jî biaxivin û dê mijara me ya sereke yekitiya jinên Kurd be. Armanca platformê, avakirina yekitiya Kurd û yekitiya jinên ku xwe Kurd dibînin e. Em ê di vê konferansê de hem plana hûnandina rabirdûya xwe biaxivin û hem jî di encamnameyê de hewl bidin ji bo vê planê zelal bikin.”
Semîre Nergîz, diyar kir ku dê jin bi cil û bergên Kurdî beşdar bin û got: “Parastina çanda Kurdî ji bo jinan girîng e. Dê jin bi hemû reng û ahengên xwe ve di bin sîwana nasnameya jina Kurd beşdarî konferansê bibin.”
‘JIN JI BO RÊVEBIRINA PÊVAJOYÊ XWEDÎ HÊZ IN’
Semîre Nergîz, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de dîzayna Rojhilata Navîn tê nîqaşkirin û ji ber vê yekê lidarxistina konferansê girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dîroka jinê hezar salan e tê înkarkirin. Lêbelê em baş dizanin ku ger jin bixwazin hêza wan a guhertin û veguhertinê heye. Tecrubeyên wan ên salan hene. Li Rojhilata Navîn jin dikarin pêşengiya avakirina civaka demokratîk bikin. Jin ji bo rêvebirina pêvajoyê xwedêi hêz in. Em yekitiya jinên Kurd girîng dibinin û ji zanîn û ji tecrubeyên wan em ê sûdê bigrin. Nexasim encamnameya vê konferansê dê ji bo me bibe nexşerê.”
MA / Mujdat Can