NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî şerê Îsraîl û Îranê buhayê petrolê bilind bû. Li dû hev di buhayên benzîn û mazotê de zêdebûn çêbû.
Ji ber şerê Îsraîl û Îranê buhayê petrolê zêde bû. Piştî zêdebûna buhayê vê şevê mazot 55 lîre derbas kir û mazot jî 52 lîre derbas kir . Tenê di hefteyekê de bi giştî zêdebûn bûye 8,5 lîre mazot û ji bo benzînê jî 4,5 lîre ye.
Buhayê benzînê ji bo her lîtreyê li Stenbolê 46 lîra 96 kuruş û di 12'ê Hezîranê de jî li Enqereyê 47 lîra 63 kuruş bû. Li Stenbolê mazot bi 46 lîreyî 27 kuruş û derket 47 lîra 12 kuruşî.
Lê belê di 13'ê Hezîranê de benzîn li Stenbolê derket 48 lîreyî 39 kuruş. Mazot bi 46 lîreyî bi stabîl ma. Di 19'ê Hezîranê de benzîn gihîşt 49 lîreyî 97 kuruş, mazot jî derket 51 lîreyî 37 kuruş.
Di 19 'ê Hezîranê de li Enqereyê benzîn derket 50.64 TL'yî, mazot jî derket 52.22 TL'yî.
Bi zêdebûna dawî re li Stenbolê buhayê her lîtreya benzînê gihîşt 51,50 TL û mazot derket 54,72 TL. Li Enqereyê, benzîn derket 52 lîra 16 kuruş, mazot jî gihîşt 55 lîreyî 56 kuruş.