Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan xwest komîsyona li Meclisê tavilê bê avakirin û ji bo demokratîkbûnê gav bên avêtin. 

  Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, li Meclisê di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî. Bakirhan, di serî de kesên di Komkujiya Madimakê de hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku bi Madimakê re hewl dan hêviya pêkvejiyanê jî tune bikin. 
 
Bakirhan, bi domdarî bal kişand ser şewatên li Îzmîr, Manîsa û Hatayê û got ku ev şewat di encama terkexemiyan de derdikevin. 
 
'NETEWE DEWLET Û KAPÎTALÎZM XITIMÎN’ 
 
Bi domdarî Bakirhan diyar kir ku dinya di nava veguherîneke mezin de ye û anî ziman ku endustriyalîzm û kapîtalîzm di nava xitimîneke mezin de ne. Bakirhan, got ku modernîteya kapîtalîst li her derê bi derxistina şer hewl dide çekan bifiroşe û wiha pê de çû: “Hewl dide bi rêyên enerjiyê xwe ji vê xitimînê derxîne. Dema em li encama civîna NATO’yê ya 2025’an dinihêrin, dibînin ku dengê gavên şerê cîhanê tê. Di demeke bi milyonan kes birçî û bêkar de, di demeke maf û hiqûq ji holê hatin rakirin de NATO pirsgirêkan kûrtir dike. Ewlehî, ne bi zêdekirina çekan lê bi hîn bêhtir wekhevî û edaletê dibe. Ne bi bombe, top û tifingên zêdetir lê bi bêhtir azadî û wekheviyê dibe. 
 
Niha dîzayneke li Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Ev şewata ji Xezeyê heta Tehranê, ji Kîevê heta Şamê ne şewateke belasebeb e. Modernîteya kapîtalîst, krîza xwe bi bombeyan, bi fuzeyan û bi balafirên şer dide der. Dengê lêgerînên guherînê yên pergala cîhanê li Rojhilata Navîn olan dide. Em nikarin tu yek ji van şeran ji şerê hegemonyayê yê kûrewî û herêmî cuda bigirin dest. Rageşiya di navbera Îran-Îsraîlê de hêza li herêmê ji nû ve dinivîse. Rageşiya li Sûriyeyê, bêîstîqrariya li Iraqê, ev tevek dînamîkên hev xweyî dikinin ku li ser korîdorên enerjiyê tên kirin. Heta ku em Projeya Korîdora Enerjiyê ya Hînd-Ewropayê fêm nekin, em ê nekarin geşedanên li cîhan û Rojhilata Navîn fêm bikin. Ev proje, projeyeke emperyal e. Ji bo cîbicîkirina daxwazên welatên rojavayî ye. Ji bo vê projeyê, hilweşînên jeopolîtîk dixin meriyetê. 
 
DI NAVENDA WÊ DE KURD HENE
 
Rojhilata Navîn di nava du rêyan de ye ku yek ji wan rageşiyên etnîkî û dînî ya din jî pêkvejiyana azad e. Em dixwazin li Rojhilata Navîn jiyaneke azad û demokratîk ava bikin. Li şûna nêzikatiya dewletperest a netewe dewletê ku sedsal in didome, rêya 3’yemîn ferz e. Azadî û ewlehiya gelan ne bi serdestiya netewe dewletê lê di avakirina pêkvejiyanê de ye. Lewma em her gavê pir biqîmet dibînin. Mesela, em hêvî dikin ku xebatên avakirina hikûmetê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê tavilê biencam bibin. Hilbijartin hatiye kirin lê bi meha ye hikûmet nehatiye avakirin. Di navenda hemû senaryoyên li Rojhilata Navîn de gelê Kurd heye û di rewşeke wiha de avakirina hikûmeta herêmê jiyanî ye. Di serî de Kurd, îstîqrara navxweyî yên gelên herêmê û cîbicîkirina demokrasiyê dikare zemîneke girîng ava bike.” 
 
DOZA KOBANÊ
 
Bakirhan, bertek nîşanî biryara bihincet a Doza Kobanê ku 33 hezar rûpel e, da û got: “Ev kaxiz, kompas û navê mudaxileya li dijî siyaseta demokratîk e. Divê hevalên me tavilê bên berdan. Ev hevalên me li derve dikarin ji bo pêvajoyê li gel me sûdewer bin.” 
 
‘PEYWIREKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’
 
Bakirhan, anî ziman ku ji bo bidawîbûna neheqî û derhiqûqiyan peywireke mezin dikeve ser milê Meclisê û got: “Divê êdî lez bidin avakirina komîsyona ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. Du berên vê pêvajoyê hene, yek jê avêtina gavên demokratîkbûnê ye û ay din jî birêvebirina pêvajoya çekdayînê ye. Ji bo bêçekbûnê, divê têkildarî PKK’ê yasa were derxistin û bingeha wê were amadekirin. Em bang li Meclisê dikin ku di vê mijarê de erka xwe pêk bîne. 
 
DÊ PÊŞIYA DEMOKRASIYÊ VEBE 
 
Heke komîsyon bi awayekî encamgir bixebite û naveroka wê guncav be, piştrat bin ku dê li Tirkiyeyê pêşiya demokrasiyê vebe. Ji ber ku îstîqameta çareseriya demokratîk û aştiyê Enqere, cihê wê Meclis û muxatabê 86 milyon welatî ne. Di pêvajoya heyî de li Rojhilata Navîn yek ji hêzên herî çalak, hêza ji hêla fikrî û siyasî ve nû û kirdeyeke girîng jî Kurd in. Nêzikatiya me ya Rêya 3’yemîn, li dijî modela netewe dewletê alternatîfeke demokratîk pêşkeş dike.” 
 
 
 
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’