Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye

img

AMED - Mamosteyên zimanê Kurdî di komxebata “Zarok pêşeroja civaka azad in” de axivîn û gotin: “Zimanê dayikê, bingeha civakê ye.” 

 
Komxebata “Zarok pêşeroja civaka azad in” ku ji hêla Şaredariya Peyasê ya Amedê ve tê lidarxistin, di roja 2’yan de didome. Komxebat, li avahiya xizmetê ya şaredariyê tê lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Di komxebatê de rûniştina “Perwerdeya ziman a pirzaravayî û rola malbatan” de Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar, mamosteya Komeleya Lêkolînên ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Sûzan Vejan Tatli û endamê Komeleya Psîkologan a Mezopotamyayê (DER-MEZ) Mûrat Burtakuçîn weke axêver axivîn. 
 
'DIVÊ EM ZIMANÊ XWE BIPARÊZIN’ 
 
Şêrko Kanîwar, diyar kir ku li Amedê bi zaravayên Soranî, Kirmanckî û Kurmancî tê axaftin û bal kişand ser girîngiya ziman. Kanîwar, behsa polîtîkayên pişaftin û înkarê yên bi salaye tên domandin kir û berpirsyartiyên dikevin ser milê malbatan rêz kir. Kanîwar, diyar kir ku hewceye di nava malê de bi zaravayên Kurdî were axaftin û got: “Heke di nava malê de ziman were parastin, zarok jî dê zimanê xwe biparêzin û bi kar bînin. Divê her kes bi zimanê xwe bijî.” 
 
'ZIMANÊ DAYIKÊ BINGEHA CIVAKÊ YE’ 
 
Sûzan Vejan Tatli jî bi lêv kir ku hewceye her kes xwedî li zimanê xwe derkeve û divê her kes ji ewil bi zimanê xwe yê dayikê were pênasekirin. Sûzan Vejan Tatli, got: “Zimanê dayikê, bingeha her civakê ye. Ji ber ku kesek bi zimanê dayikê ji dayik dibe û her tiştekî bi vî zimanî pênase dike. Mentiqa komarê li ser yekperestiyê hatiye avakirin û bi vî mentiqê tê domandin. Divê her tiştek yek be, ziman yek be, dewlet yek be. Li gorî vê mentiqê, divê tenê Tirkî û Tirk hebin. Ev pergal di nava xwe de pirzimaniyê û pirçandiyê nahewîne. Têkoşîneke bêhempa ya Kurdan li dijî vê ferasetê çêbû. Û vê têkoşînê xwe gihand van rojan. Gelek girîng e ku mirov xwedî li zimanê dayikê derkeve.” Sûzan Vejan Tatli, anî ziman ku divê xebatên ziman bibin xebata sereke. 
 
BANDORÊ LI PÊŞKETINÊ DIKE 
 
Mûrat Burtakuçîn jî li dijî gotina “Ji bo Kurdî daxwazek nîne” , li ser sedemên nebûna daxwazê, sedema neşandina zarokan a li Zarokistan û saziyên xebatên zimanê Kurdî dimeşînin sekinî. Burtakuçîn, got: “Zarokên bi zimanê dayika xwe mezin dibin, di her qadê de bêhtir çalak in. Bandoreke mezin a mejî li ser zimanê dayikê heye. Zarokên bi zimanê dayika xwe mezin dibin, fikr û ruhê xwe li gorî zimanê dayikê nîşan dide. Dema mezin bû jî bi vî zimanê ji dayik û bavê xwe hîn bûyî jiyana xwe didomîne. Zanîna bi zimanê dayikê, hînkirina zimanên din jî hêsan dike. Mirov bi çiqasî zimanan bizane, mejî jî ji wê hêlê ve ewqas pêş dikeve.” 
 
ZIMANÊ ÇARESERIYÊ 
 
Di rûniştina duyemîn de mijara bi sernavê “Mufredata xweser û çêkirin û bikaranîna materyalên perwerdeyê” hate nîqaşkirin. Mamostaya Zarokistanê Rengîn Sansarkan, endamê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Yildirim Arslan û mamosteyê Kurdî Salih Ongun axivîn. 
 
Yildirim Arslan, anî ziman ku divê nêzikatiya li hemberî ziman, çand, perwerdeyê baş were fêmkirin. Arslan, diyar kir ku hewcehî bi nîqaşên têkildarî perwerde, avakirina jiyana nû, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zimanê çareseriyê bên kirin. 
 
Salih Ongun jî daxuyand ku perwerdehî ji kêliya jidayikbûnê heta mirinê didome û ji bo pêşketina perwerdeyê divê li gel derfetên teknîkî û teknolojîk, çawaniya wan jî baş were zanîn. 
 
MUFREDATA PIRZIMANÎ  
 
Rengîn Sansarkan jî têkildarî muefredatên perwerdeyê agahî da û bal kişand ser welatên perwerdeyê pirzimanî û pirmufredatî didin. Rengîn Sansarkan, girêdayî van mînak bi lêv kir ku hewceye mufedateeke li gorî çand û nasnameya Kurdan were amadekirin û ew ê di vê mijarê de xebatan bikin. Rengîn Sansarkan, got: “Divê em dev ji zimanê xwe bernedin û xwedî lê derkevin.” 
 
Piştî axaftinan, bi tevlibûna beşdaran nîqaş hatin kirin. 
 
Komxebat, bi mijara bi sernavê “Mamosteyên pergala ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê” domiya. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin