Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim

img
STENBOL - Girtiyê nexweş Mahsûm Yuksekbag ê ku destkelemçekirina di dema tedawiyê de red kir û ji ber vê emeliyeta wî hate astengikirin, got: “Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim.”
 
Girtiyê nexweş Mahsûm Yuksekbag li Girtîgeha Hejmara 1 a Dûmlû ya Erziromê tê ragirtin û rewşa wî ya tenduristiya roj bi roj xirabtir dibe. Yuksekbag ê ku di mêjiyê wî de anavrîzma (nexweşiya damarên mêjî ye) hatiye tespîtkirin, di 18’ê Hezîranê de dema sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê tê kirin, ji ber ku red kir di dema tedawiyê de destên wî bên kelemçekirin, ameliyeta wî tê astengkirin. Ji ber vê yekê Yuksekbag bêyî ku emeliyat bibe şandin girtîgehê.
 
SERLÊDANA TÎHÎK'Ê
 
Di 21’ê Hezîranê de têkildarê rewşa tenduristiyê ya Yuksekbag, Oarlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nevroz Ûysal Aslan û Meral Daniş Beştaş serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (TÎHÎK) dan. Herwiha di pêşniyaznameyên ku ji bo Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç û Wezîrê Karên Hindurîn Alî Yerlîkaya re hatin dayin de hate xwestin ku mercên tedawiya Yuksekbag bên avakirin.
 
Yuksekbag ê ku nehat tedawîkirin, ji bo Ajansa Mezopotamyayê name şand.
 
XETEREYA FELCÊ Û ÇÛNA XWÎNÊ YA SER MEJIYÊ WÎ HEYE 
 
Yuksekbag ê ku salek û nîv e ji ber nexweşiya anavrîzmayê sewqî gelek bijîjkan bûbû, di nameye de kiryarên nexweşxaneyê yên li dijî wî wiha rave kir: “Hinek bijîjkên ku ez çûm cem wan ji min re gotin ‘nexweşiyeke te yê wiha nîne kîjan aqilkêmî ev teşhîs li te kiriye’ û heqaret li hempîşeyên xwe kir. Hinek bijîjkên din jî rewşa min paşguh kirin. Herî dawî norologek li Nexweşxenaya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê ya Erziromê, ji min re got 'di demarên mêjiyê te de peqik heye, divê tavilê tu bê emeliyatkirin.' Bijîjk got, 'divê tu ameliyat bibî nexweş heke ew peqika di demara serê te de biteqe îxtîmal heye xwîn biçe ser mejiyê tê.' Ez jî li ser vê gotina bijîjk çûm Nexweşxenaya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê ya Erziromê. Mejiyê bijîşk ji min re got; 'divê tu ne li odeya girtiyan bî lê li odeya servîsê bimînî. Dema xetereyek lezgîn çêbe em nikarin midaxileyê odeya girtiyan bikin.’ 
 
DI DEMA EMELIYATÊ DE KELEMÇEKIRINA DESTAN FERZ KIRIN
 
Li ser vê yekê min pirsî gelo dê tedawiya min bi kelemçe be an bêyî kelemçe? Leşker diyar kir ku dê ji bo rojekî min kelemçe bikin û bijîşk jî ev yek qebûl kir û got ‘tu astengiyek li pêşiya tedawiya te nîne, dê destên te di kelemçeyê de be.’ Min jî ji bijîşkê norolog re got ‘we jî got rewşa tenduristiya min bi xeter e û rexmê vê yekê çawa dibe ku ez bi kelemçe bim, hûn ê îşkenceya tedaviya bi kelemçeya bi kîjan wesfê mirovane bikin’. Bijîjk got ‘em nikarin bi te ve mijûl bin. Dê tedawiya te yê bi kelemçe be. Tu dixwazî qebûl bike an neke’ û ji odeyê hatim derxistin." 
 
Yuksekbag di nameya xwe de destnîşna kir ku dixwaze mafên xwe yên mirovane bikar bîne û got: “Ez bi awayeke mirovane dixwazim bêm tedawîkirin. Ger ez li nexweşxaneyê bimrim jixwe dê ev peqika di mêjiyê min de bibe sedem û her diçe xirabttir dibe rewşa min. Ez nazwazim di temenê xwe yê ciwan de bimirim. Ez ji jiyanê pir hez dikim lê ez dikarim ji bo rûmet û heysiyeta xwe jî bimirim. Ez mirov im û bi awayeke mirovane dixwazim tedawî bibim. Dixwazin bi kelemçe ve min îşkence bikin ma ev rewa ye? Heta ez bi awayeke mirovane neyêm tedawîkirin ez ê li benda mirina xwe bimînim ku heta ew peqika mêjiyê min de diteqe. Bi hêviya jiyaneke birûmet û mirovane di welateke azad de.”

Sernavên din

20:56 Şaredarê Edeneyê Karalar û yê Manvgatê Nefî hatin girtin - HATE NÛKIRIN
16:57 Ji bo Şaredarê Semsûrê biryara hefsa malê hate dayîn
16:56 Daxwaza tehliyeyê ya girtiyê nexweş ku ji sedî 76 astengdar e hate redkirin
16:35 Rejîma Îranê cezayê îdamê da 5 girtiyan
16:30 Gundî li dijî qanûna madenê meşiyan Meclisê
15:44 Dozgeriyê ji bo Karalar daxwaza girtinê kir
15:42 Ozel: Li dijî hêza sindoqê şer îlan kirin
15:08 DMME’yê ji ber rewşa girtî ya Demîrtaş biryara binpêkirinê da
14:59 Aksû piştî 31 salan hate berdan
14:58 Emniyetê ji bo îfadeyê bangî Serokê CHP’ê yê Stenbolê kir
14:18 Jinan bangî Meclisê kirin: Ji bo zemîna hiqûqî ya aştiyê peywirê li xwe bigirin
13:52 Tirkiyeyê dîsa ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nekir
13:08 Fezlekeya der heqê Ozgur Ozel de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hat kirin
13:06 Di lêpirsîna Şaredariya Manavgatê de 7 kes hatin binçavkirin
13:06 Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Bêyî Meclis were girtin divê komîsyon were avakirin
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket