Daxwaza tehliyeyê ya girtiyê nexweş ku ji sedî 76 astengdar e hate redkirin

  • rojane
  • 16:56 8 Tîrmeh 2025
  • |
img
ENQERE - Girtiyê nexweş Devrîm Ayik li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, ji sedî 76 astengdar e û ji bo tehliyeyê serlêdan kir. Serlêdana Ayik, hate redkirin. 
 
Girtiyê nexweş Devrîm Ayik li Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin û rewşa wî giran e. Çavê Ayik ê rastê bi temamî û yê çepê jî ji sedî 70 nabîne. Her wiha guhên wî baş nabihîsin û gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene. Rapora Ayik a “Ji sedî 76 astengdar e” heye. Ji bo Ayik sewqî Saziya Tipa Edlî were kirin, serlêdan hate kirin. 
 
Beriya Ayik sewqî ATK’ê were kirin, di 17’ê Nîsanê de derxistin pêşberî Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê. Lijneya nexweşxaneyê nirxandina “Hewcehî bi taloqkirina înfazê nîne” kir. Dozgeriyê jî ev rapor esas girt û serlêdana bi daxwaza tehliyeyê ya Ayik di 5’ê Gulanê de red kir. 
 
Ayik, têkildarî raporê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê li dijî wî tên kirin, ji Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newros Uysal Aslan re name şand. Newroz Uysal Aslan jî hem têkildarî pirsgirêkan hem jî têkildarî taloqkirina înfaza Ayik serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. 
 
'KIRARIYA LI DIJÎ QANÛNÊ’
 
Di serlêdanê de hate diyarkirin ku li gorî qanûnan nirxandina ATK’ê mecbûriyeteke û wiha hate gotin: “Lêbelê ev hukmê aşkera di mînaka Devrîm Ayik de jinedîtî ve hatiye dîtin, rapora Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê esas hatiye girtin û bêyî sewqî ATK’ê were kirin, daxwaza ji bo taloqkirina tehliyeyê hatiye redkirin. Lê di rapora behsa xeberê de nexweşiyên piralî, pêş dikevin û yekser gefê li jiyana wî dixwin bi hûr û kûr hatine vegotin; dema bi raporê din re dide ber hev jî tê dîtin ku astengdariya wî zêde bûye. Ev ne tenê cotstandartiyeke, di heman demê de nîşan dide ku hiqûqeke keyfî di meriyetê de ye û mafê jiyanê yê girtî bi aşkerayî hatiye binpêkirin.” 
 
Di berdewamê de hate diyarkirin ku erk û berpirsyartiya komîsyonê ye ku têkildarî kêmasiyên di mewzûatê de çareseriyan peyda bike û vê tavilê cîbicî bike. Her wiha hate xwestin ku komîsyon hem biçe serdana Ayik hem jî xebatên ku binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş bi dawî dike, bimeşîne. 
 
'JI HÊLA QANÛNÎ VE QONAXEKE MECBÛRÎ YE’ 
 
Newroz Uysal Aslan, bi daxwaza ku Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê bibersivîne, pêşnûmepirs pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Di pêşnûmepirsê de wiha hate gotin: “Taloqkirina înfaza girtiyên nexweş, li gorî xala 16’emîn a Qanûna Têkildarî Înfazkirina Cezayê û Tevdîrên Ewlehiyê ya bi Hejmar 5275’ê, divê rapora lijneya nexweşxaneyên dewletê yên baş, ji hêla ATK’ê ve bên nirxandin. Anku nirxandina ATK’ê, li gorî qanûnan qonaxeke mecbûrî ye. Lêbelê, ev hukme di mînaka Devrîm Ayik de bi aşkerayî hatiye paşguhkirin; tenê rapora nexweşxaneyê esas hatiye girtin û bêyî sewqî ATK’ê were kirin jî dozgeriyê daxwaza tehliyeyê red kiriye. Di vê rewşê de, rewşên ku dewletê ‘raporên nexweşxaneyê têr nakin’ girtiyên nexweş şandî ATK’ê hene û li rexa din jî ji bo girtî Devrîm Ayik ku rewşa wî giran e jî bi hinceta ‘rapora nexweşxaneyê bes e’ sewqî ATK’ê nehatiye kirin. Gelo ma ev ne nakokiyeke aşkerayî ye? Gelo wezareta we vê rewşa bi nakok û dijî mewzûatê çawa rave dike?” 
 
MA / Mehmet Aslan 
 

Sernavên din

13/07/2025
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne
16:34 Li Amedê kelecana merasîma dîrokî: Em ji bo kesên çek danîne temînateke destûra bingehîn dixwazin
16:29 Navên kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûn
16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin
14:11 Vaye dîmenên merasîma şewitandina çekan
13:32 Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin
13:24 Hûrgiliyên merasîma dîrokî: Pêdivî bi sererastkirinên dîrokî heye
13:01 Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir
12:56 Bahçelî: Rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih anî
12:48 Besê Hozat di merasîma dîrokî de ye
12:41 Ji merasîma dîrokî dîmenên ewil
12:25 Şandeya merasîma dîrokî dişopand ji qadê derket
12:05 Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin
11:16 Cihê merasîma dîrokî diyar bû
11:06 Şandeya DBP, HDK û DEM Partiyê li qada merasîmê ye
10:49 Serşêwirmendê Serokkomar Yîgît Bulut mir
10:42 Gel li benda ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ e!
10:34 Welatiyan wesayîtên kana madenê ji bajarokê derxistin
10:06 Hevberdevkê Giştî yê YSP’ê Asena: Pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê dike
09:52 Delegasyona navneteweyî ber bi qada torenê ve bi rê ket
09:44 Pirtûka parastina doza Kobanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ çap bû
09:33 Tunç Soyer: Yên di bin zexta îktîdarê de divê hevkariyê mezin bikin
09:29 'Di sala 10'emîn de li ser şopa Pirsûsê': Ji bo edaletê têkoşîna li ser bingeheke yekgirtî
09:06 Alî Bozan: Dora gavavêtinê a dewletê ye
09:05 Welatiyên beşdarî hevdîtinên gel bûn: Divê dewlet gav bavêje
09:04 30 salên jiyana wî di girtîgehê de derbas bû: Ji bo jidilbûnê divê girtiyên nexweş bên berdan
09:01 3 sal in muayeneya kelemçekirî li girtiya bi nexweşiya tuberkulozê tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:15 Rêwîtiya ber bi kêliya ku dê herka dîrokê biguherîne
07:59 Şandeya ku dê torenê bişopînê ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket
10/07/2025
17:05 Ceza dan malbata Kocakaya ê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin
16:56 Rojnameger Hêvîdar Onver îfade da
16:36 Yunaçti piştî 30 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:05 Rojnamegerên ji bo torena PKK’ê bi rê ketin: Em ê şahidiya kêliyên dîrokî bikin
15:41 Şîna Abdullah Okur bi girseyî hate ziyaretkirin
14:46 Dozgerî ji bo 7 rojnamegeran ceza xwest
14:13 Di kongreya Wan TUHAY-DER’ê de coşa peyama bidîmen
14:03 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
13:43 Rûxseta lêgerîna petrolê ya li Amedê ji bo 2 salan hate dirêjkirin
13:31 Li dijî zextên rejîma Îranê bang hate kirin