ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2026'AN
- Rojane
- |
- 14 Tebax 2026 09:00
- |
* Berpirsa Herêmê yê PSAKD'ê Latîfe Ûlûtaşê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bal kişand ser rola Elewiyan û daxwazên wan û got ku ew ê heya dawiyê piştgiriyê bidin pêvajoyê û banga têkoşîna hevpar kir.
* Hatîce Şengul, hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Şengul bal kişand ser rewşa hevjînê xwe û hemû girtiyên nexweş û got: "êdî em naxwazin li ber deriyê girtîgehan bin. Em aştiyê dixwazin."
* Çalakiya nobedê ya li Gimgimê li dijî projeya JES'ê hat destpêkirin, di roja 103'yemîn de didome. (12.00-21.00)
* DEM Partî ya qersê û rêxistinên navçeyê dê di 33'yemîn salvegera Komkujiya Dîgorê de daxuyaniyê bidin. (11.00)
* Berdevka Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, dê li navenda giştî ya partiyê têkildasrî mijarê daxuyaniyê bide. (13.00)