NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 28 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane. Hejmara pêketiyan jî bû 151 hezar û 615.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir. Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 22 kesên din jî bi şewbê ketine û 28 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 151 hezar û 615 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 199.