ROJEVA 20'Ê GULANA 2020'AN

  • rojane
  • 09:00 20 Gulan 2020
  • |
img

* Penaberên di şewba vîrûsê de di malê de man, bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Penaber, ji ber tunebûnê neçarin zikê xwe bi nanê zuha têr bikin, diyar kirin ku gelek caran nanê zuha jî bi mista wan nakeve. 

* Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran bal kişand ser îhlalên girtîgehan û diyar kir ku hikumeta AKP’ê û MHP’ê bi hişmendiya dijmin li girtiyan dinere û got: “Hikumet bi hişmendiya tolhildanê nêzî nêzîkî girtiyan dibe." 
 
* Gund, gir û çiyayên Qilabanê yên nêzî sînor, bi kulîlkên xwe yên rengrengî û bi zozanên xwe yên şîn mirov heyr û hejmekar dihêle. 
 
* Wezîrê Karên Navxweyî, ji bo berhevkirin û belavkirina alîkariyan a şaredariyan giştînameyek ji walîtiyan re şandibû û bi vê giştînameyê kampanyayên alîkariyê yên şaredariyan qedexe kiribû. Lê belê şaredariyên AKP û yênq eyûm tayinî wan hatine kirin bêyî guh bidin vê giştînameyê bi navê xwe kampanyayan çêdikin. 
 
* Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK'ê Selahattîn Soro, ji bo pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn îşaret bi civîna Tel Avîvê kir û destnîşan kir ku ji bo kurd di vê serdemê de destkeftiyan bi dest bixin, divê dînamîkên leşkerî û polîtîk hemû bi hevkariyî tev bigerin. 
 
* Seroka Komeleya Pira Gelan Ustun Reînart, bal kişand ser pirsgirêka penaberan û got, di dema şewbê de ji bo penaberan tevdîr nehatine girtin û her diçe pirsgirêka betalî û starbûnê zêde dibe. 
 
* Şaxa OHD'ê ya Enqereyê, piştî hevdîtina bi girtiyên li Girtîgeha Jina ya Bunyan a Kayseriyê re raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku 3 jin ji ber şewbê hatine karantînakirin lê belê nehatine testkirin. 
 
* Serokê Şaxa BTS'ê ya Amedê Suleyman Bozkûrt, da zanîn ku di pêvajoya şewba coronayê de 84 endamên wan hatine sirgûnkirin û got, ji ber ku qezayên trênê, rant û kadrobûyîna bêliyaqat teşhîr kirine endamên wan hatine sirgûnkirin. 
 
* Li Edeneyê çinîna zebeşên pêşwext hefteyekê dereng dest pê kir. Niha cotkar ji rewşa heyî razî ne, lê belê fikara wan ew e ku gava ber zêde bibin fiyet jî erzan bibin. 
 
* 10 girtiyên ku ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nivîsandibûn û îdareyên girtîgehan dest danîbûn ser nameyên wan, serî li AYM'ê dabûn. AYM'ê ji bo destdana ser nameyan got "binpêkirina mafan e". Piştî vê biryara AYM'ê, wê Wezareta Dadê tazmînatê bide girtiyan. 
 
* Endamê Lijneya Çavdêriyê ya Covid-19 yê TTB’ê Kayihan Pala bal kişand ser talûkeya AVM'yan û got “Bi vekirina navendên danûstendinê re, hêjmara kesên bi şewbê ketine pêl pêlî bû. Rêya parastina li dijî şewbê hem pêşgirtinên şexsî û hem jî tevdîr û piştevaniya civakî ye." 
 
* Rojnamegran diyar kir ku medya îqtîdarê her tim efûya îstîsmara zarokan nûjen dike û bingeha wê ava dike. Rojnamegeran diyar kirin ku bi weşana hişmendiya jinê rê li pêş van polîtikayan tê girtin. 
 
* Sendîkaya Xebatkaren Barkêşiya Yekbûyî dê têkildarî karkerên hati sirgûnkirin li Îstasyona Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00) 
 
* Rêxistinên jinan dê li Stenbol, Enqere, Îzmier, Mugla Aydin û gelek navendên din li dijî 'Zagona istîsmarê' dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin. (12.00 - 19.00) 
 
* Odeya Tabîban a Enqereyê, dê têkildarî daxwazên xizmetkarên tenduristiyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
 
* Şaxên SES'ê yên Îzmir, Aydin û Stenbolê dê li dijî neheqiyên li ser xizmetkarên tenduristiyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30-14.00)
 
* Rêxistinên HDP'ê dê li Riha, Mêrdîn, Stenbol, Enqere, Îzmir û gelek cihên din tayînkirina qeyûman şermezar bikin. (13.00 - 15.00)
 
* Rêxistinên ciwanan dê bi sernavê “Şehîdên Gulanê nemir in" li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.00)
 
* Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê, dê li Qada Halîtaga ya Kadikoyê daxuyaniê bidin çapemeniyê û di meha 58'emîn a komkujiyê de ciwanên hatin qetilkirin bibîr bînin. (18.00)

Sernavên din

21/05/2020
12:51 HDK'ê kesên di komkujiya Çerkezan de hatin kuştin bibîr anî
12:42 Rêxistinên jinan ji bo girtiyên siyasî dest bi kampanyayê kirin
11:52 Komeleya Jiyana Nû Akademiya Aborî û Civakê vekir
11:01 Bac biha bû, 5 hezar û 430 ton zebeş xera bûn
11:01 HDP: Divê Rûsya û Tirkiye Qirkirina Çerkezan nas bikin
10:37 Qeyûm qadên dibistan, park û tesîsên tenduristiyê difiroşe
10:20 Kultaş a 17 salî hat qetilkirin
10:09 Ciwana HDP’î: Em dixwazin vê xakê bikin cihêkî ku jiyan lê bê domandin
09:58 Çelîk: Kesên ku pişta xwe dispêrên dewletê Hurmuz û Şîmonî Dîrîl winda kirine
09:29 Erdogmuş: Divê muxalefet gavan bavêje
09:20 Li dijî sererastkirina ‘efûya bi rêya zewacê’ berxwedana 2016’an bi bîr xist
09:18 Prof. Ulusoy: Peymana Qatarê maqyaj e
09:17 Cenaze wiha xistine bin peyarêyê!
09:17 200 hezar xwendekar di çerxa sermayeyê de ne
09:16 30 hezar esnafên Mêrsînê dikanên xwe girtine
09:16 Bendavê barê koçeran girantir kir
09:08 Bang li cerdevanan kir: Dev ji vê şaşiyê berdin, xwezayê qirêj mekin
09:06 DER-MEZ’ê bi zimanê zikmakî piştevaniya derûnî-civakiyî da destpêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2020'AN
07:48 Bajaroka Weyselqeranî 14 rojan xistin qerantînayê
07:38 HDP'iyên polîsan ew bi îşkenceyê binçavkirin hatin berdan
20/05/2020
19:36 23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:06 MEBYA-DER: Dest nedin nirxên me
16:56 'Mertalên Firatê dexl û çandiniyê Rojava şewitandin'
16:38 Ji bo Tîmtîk û Unsal dest bi kampanya îmzeyan kirin
16:25 Li Payîzavayê taxekê kirin qarantînayê
15:42 Hevşaredara Îdirê Çelîk hat berdan
15:35 4 siyasetmedarên ku 25 sal ceza li wan hat birîn hatin berdan
15:17 Endamên OHD’ê li Goristana Kilyosê lêkolîn kirin
15:15 Li Nexweşaneya Zarokan a Amedê tundî li jinê kirin
14:58 HDP li dijî qeyûman daket kolanan
14:50 Li dijî qanûna îstismarê çalakiya qurdeleya Xemrî li dar xistin
14:46 EMO bertek nîşanî Bendava Ilisûyê da: Ji xeletiyê vegerin
14:34 Wekîlên jin ên HDP’î xwestin îstîsmara zayendî bê lêkolînkirin
14:16 Hevşaredara Îdirê Çelîk sewqî edliyê kirin
13:55 Destê girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşan derxistin
13:45 BTS: Em ê li dijî sirgûnan li berxwe bidin
13:08 Serpîl Kemalbay: Bi taybetî gorên li ser navê Kurdî û tîpên ê-x-î heye dikin nedef
13:07 Ji Gola Sixkê 30 ton çop derxistin
12:29 Doza Pirsûsê cara 14’emîn taloq kirin
12:03 Gulum, 261 cenazeyên li ser hev li Kilyosê hatin defin ji meclîsê pirsî
11:35 30 karkerên bi koronayê ketine ne li nexweşxaneyê li konteyniran tên ragirtin
11:22 Paylan: Çima wezîr warên dîrokî û dêran naparêze?
10:59 Beşdariya bernameya xwarinê jî sûc hat dîtin
10:34 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê dezmêjê dide girtin
10:03 'Ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin’
09:55 Danişîna doza Pirsusê dê bê parêzer bê dîtin
09:35 Tenduristiya siyasetmedarê kurd Demîr xirab e
09:30 Medya îqtîdarê Efûya Îstîsmarê nûjen dike û bingehê ava dike
09:29 Wê tazmînatê bidin girtiyên dest dane ser nameyên wan
09:28 Wexta zebeşên pêşwext dest pê kir
09:27 Alîgirên xwe tayin dikin, muxalifan jî sirgûn
09:26 Girtî test nekirin û xistin qarantînayê
09:26 Penaber bi şewbê û birçîbûnê re rû bi rû hatine hiştin
09:25 Sykes-Pîcot a nû di dewrê de ye: Divê hêzên Kurd bibin yek
09:24 Ji her kesî re qedexeye, lê ji AKP û qeyûman re serbest e
09:24 Bi xwezaya xwe mirov heyr dihêle
09:23 Nanê zuha jî bi mista wan nakeve
09:22 AVM'yan pêla şewbê zêde kir
09:21 'AKP-MHP bi çavê dijmin li girtiyan dinere'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2020'AN
19/05/2020
22:57 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd hate avakirin
19:33 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 199
17:04 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Bi ruhê gulanê ber bi serkeftinê
16:58 6 girtî bi xwarinê jehrî bûn
16:52 Cara duyemîn roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
16:23 194 welatan biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dan
16:16 Surucu ji Meclîsê xwest têkildarî 261 cenazeyan lêkolînê bike
16:09 Polisên ku xiza xwe negirtin bi ser malên cîran de girtin!
14:58 Daketin kolanan û qeyûm şermezar kirin
14:55 Ji bo 15 bajaran sînordarkirina liv û tevgerê hat dirêjkirin
14:21 Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li hilbijêr û gefa li demokrasiyê ye
14:10 Îdîaya jinekê întîhar kir
13:56 HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
13:52 Li Silîvriyê ku vîrûs lê belav bûye test nayên kirin
13:39 Hepsa malê dan Hevşaredarên Sêrtê
12:57 Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî
12:36 Koordînasyona Qeyrana Covît-19: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
12:18 Şaredariya AKP'î dest danî ser standa alîkariyê
11:49 Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye
11:31 40 gundên Qoser û Dêrikê dîsa bê av û ceyran hiştin
11:30 Ciwanê di bin çavan de hat berdan
11:10 KCD: Li dijî qirkirina xwezayê helwest bigirin
10:52 Ji YE’yê berteka qeyûm
10:48 Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket
10:10 Partiya Paşerojê ya Çepgir: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
09:21 Dozger xwest hevşaredar bên girtin
09:20 Beştaş: Çavê me dê li ser qeyûman be
09:19 Pardon me sûc nedît!
09:19 Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin
09:18 Hişyariya ji bo 'efûya îstismarê': Dê encamên wê giran bin
09:17 Pîvazên wan di destê wan de man
09:05 Qeyûm şertê 'bexşa mecbûrî' daniye ber muteahîdan
09:05 Ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane pirtûkxane ava kirin
09:05 'Qirkirina daran' a ji bo qaleqolan didome
09:03 Ji 284 parlamenteran re peyam şand, lê yek kesî/ê jî bersîv neda
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
08:46 HDP’iyan bertek nîşanî van dîmenan dan
18/05/2020
20:15 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 150 hezarî derbas kir
19:36 Hevşaredarê Îdirê Akkûş hat girtin