AVM'yan pêla şewbê zêde kir

  • rojane
  • 09:22 20 Gulan 2020
  • |
img

ENQERE - Endamê Lijneya Çavdêriyê ya Covid-19 yê TTB’ê Kayihan Pala bal kişand ser talûkeya AVM'yan û got “Bi vekirina navendên danûstendinê re, hêjmara kesên bi şewbê ketine pêl pêlî bû. Rêya parastina li dijî şewbê hem pêşgirtinên şexsî û hem jî tevdîr û piştevaniya civakî ye." 

 
Piştî rayedarên hikûmetê û Erdogan diyar kir ku dê piştî cejnê jiyan ber bi asayîbûnê ve biçin û "tabloya serkeftinê' nîşan dan, welatî derketin kolanan û qelebalixiya kolanan bal kişand ser xwe. Endamê Lijneya Çavdêriyê ya Covid-19 yê Konseya Navenda Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) pisporê Tendurîstiya Gel bijişk Kayihan Pala, pirsgirêkên ku dê ji hêla pêvajoya “Asayîbûnê" ve biqewimin nirxand û ji bo tendurîstiya gel çi hewceye di bin sernavên 6 pirsan de vegot.
 
 Hewce bû kengî pêvajoya 'asayîbûnê' bihata destpêkirin? 
 
VEKIRINA AVM'YAN MIJARA REXNEYÊ YE
 
11ê Gulanê ji bo pêvajoya normalizekirinê dîrokek zû bû. Wekî din biryara yekem a ku navendên danûstendinê da vekirin jî hewceye were rexnekirin. Ji ber ku di despêkê de vekirina kargeriyên piçuk ên girtî mequl bû. Fikra me ew e ku hewcebû vekirina kargeriyên biçûk yên komî di hefteya yekemîn a meha Pûşberê de bûya. Dîsa ezmuna ku dê gelek şagirt beştar bibin jî li şûna Pûşberê di meha Tirmehê de bûya baştir bû." 
 
Gelo Navendên dan û stendinê (AVM) ji bo şewbê çiqas talûke nin? 
 
VEKIRINA AVM'YAN PÊLÊ ŞEWBÊ GUHERT 
 
Navendên dan û standinê hem ji ber paqişkirina hewaya hundur. hem jî ji ber cihên ku mirov têkîldar bibe talûke ye. Piştî navendên dan û standinê hatin vekerin nexweşî belav bû. Hejmara yên bi şewbê ketine di 30’yê Avrêlê de 2 hezar û 615 bû, di 1’ê Gulanê de ev hêjmar daket 2 hezar û 188 kesan. Di 4’ê Gulanê de ket hezar û 614. Lê dû re dîsa zêde bû. Di 6'ê Gulanê de gihîşt 2 hezar û 253 kesan. Di 11'ê Gulanê de bu hezar û 114 lê pişte wê gihîşt hezar û 704 û rojên piştre jî ev hêjmar li gora 600 û 700 guherî.  Ji ber vê yekê em dikarin bejin bi vekirina navendên danûstendinê re di hêjmara ên ku bi şewbê ketine de guhertinek çêbu. Pêlên wê kêm bûn û zêde bûn. Di nexweşxaneyan de di beşa kontrola zêde (lênêrîna zirav) nêzê hezaran mirov ji bo bijîn tekoşîn didin û em her roj qasî 50 nexweşê winda dikin. Biryara qedexeya derketina derve ya rojên Cejna Remezanê erênî ye." 
 
Nexweşiya şewba Covît 19 çiqas hatiye kontrolkirin? 
 
AGAHIYA ME TUNE YE 
 
Em hîn hêjmara yên ku bi vê nexweşeyê ketine ji xeynê yên ku hatine testkirin encam bûne, nizanin. Der barê belavkirina bûyer û mirina ji hêla herêman, parêzgeh û navçeyan, komên temen, zayendî, komên xeternak, civakî û peydakirina nexweşiyê de agahiyê me tune. Wezîrê Tenduristiyê Stenbolê şiband Wuhanê, lê li gel taxan, gundan karantîna hate îlankirin. Ji bo ku em bêjin ev nexweşî hatiye qontrolkirin hewceye em daneyên epîdemolojîyê bibînin. Wezîrê Tenduristiyê got 'Ji bo Tirkîyê hêjmara R0 1.56’ye' “Jimara bingehîn a hilberînê (R0) ku bibe 1.56, hîn nîşan nade ku nexweşî di bin qontrolê de ye.”
 
 R0 çiye? 
 
Di nifûsa ku li hemberî şewbê hişyar e, dema kesekî bi şewbê ketibe şewbê digîne kesên duyemîn, hêjmara kesên duyemîn dibe 'Zêdebûna bingehîn'. R0 Nîşaneya Epîdemîyolojîk a zêdebûna şewbê û tedbîrên li dijî wê tê girtin e. Ger ku R0 ji 1'ê mezintir be, tê wateya ku kesê bi enfektê (Vîrûsê) ketiye li kesekî zêdetir belav dike. Ev jî nîşan dide ku zincîra şebnê nehatiye şikandin û şewb hêj belav dibe. Her ku R0  nêzî sifirê dibe hêjmara nexweşan jî kêm dibe. Wezîrê Tenduristiyê divê îstatîstikên şaş nede û gel rast agahdar bike. 
 
Çima hêjmara rast nabêjin? 
 
NE AŞKEREKIRINA ENCAMÊN EPÎDEMOLOJIYÊ NIRXANDINÊ DIJWAR DIKE 
 
Tenê hêjmara kesên ku testên wan ên PCR hatiye kirin û posîtîf derketiye aşkere kirine. Ji xeynî wê yên din aşkere nekirine. Ji ber ku yên ku bi klînîkî û bi epîdemolojîyê ve hatine tespîtkirin, yên şikdar û pêkan nayên zanîn em barê nexweşiyê ya rastî jî nizanin. Em nikarin bandora tedbîrên ku hatine girtin jî bi awayek ber fireh binirxînin.  Lê rastî ew e ku Wezareta Tenduristî bi neaşkerekirina daneyên epîdemolojî yên têkildarî pandemiyê û lêkolînên der barê Covid-19 de girtiye têkildarî destûrê ve nirxandina me ya li ser nexweşiyê dijwar dike.”
 
Diviya bû jibo pandemiyê tedbîrên çawa hatibûna girtin? 
 
Divê xwe parastina li dijî şewbê bi şertê ku hem pêşgirtinên şexsî û hem jî yên civakî bi hev re were girtin. Divê teqez dest bên şuştin. Herî kêm du metre navbera fîzîkî divê hebe. Teqez divê her mirov rûpoşan têxe rûyê xwe. Ji bo vê jî divê rewşên guncan jî werin avakirin. Nexweşî herî zêde bandorê li ser kesên xizan, koçber û bê parastin dike." 
 
MA / Zemo Aggoz 
 

Sernavên din

21/05/2020
12:51 HDK'ê kesên di komkujiya Çerkezan de hatin kuştin bibîr anî
12:42 Rêxistinên jinan ji bo girtiyên siyasî dest bi kampanyayê kirin
11:52 Komeleya Jiyana Nû Akademiya Aborî û Civakê vekir
11:01 Bac biha bû, 5 hezar û 430 ton zebeş xera bûn
11:01 HDP: Divê Rûsya û Tirkiye Qirkirina Çerkezan nas bikin
10:37 Qeyûm qadên dibistan, park û tesîsên tenduristiyê difiroşe
10:20 Kultaş a 17 salî hat qetilkirin
10:09 Ciwana HDP’î: Em dixwazin vê xakê bikin cihêkî ku jiyan lê bê domandin
09:58 Çelîk: Kesên ku pişta xwe dispêrên dewletê Hurmuz û Şîmonî Dîrîl winda kirine
09:29 Erdogmuş: Divê muxalefet gavan bavêje
09:20 Li dijî sererastkirina ‘efûya bi rêya zewacê’ berxwedana 2016’an bi bîr xist
09:18 Prof. Ulusoy: Peymana Qatarê maqyaj e
09:17 Cenaze wiha xistine bin peyarêyê!
09:17 200 hezar xwendekar di çerxa sermayeyê de ne
09:16 30 hezar esnafên Mêrsînê dikanên xwe girtine
09:16 Bendavê barê koçeran girantir kir
09:08 Bang li cerdevanan kir: Dev ji vê şaşiyê berdin, xwezayê qirêj mekin
09:06 DER-MEZ’ê bi zimanê zikmakî piştevaniya derûnî-civakiyî da destpêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2020'AN
07:48 Bajaroka Weyselqeranî 14 rojan xistin qerantînayê
07:38 HDP'iyên polîsan ew bi îşkenceyê binçavkirin hatin berdan
20/05/2020
19:36 23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:06 MEBYA-DER: Dest nedin nirxên me
16:56 'Mertalên Firatê dexl û çandiniyê Rojava şewitandin'
16:38 Ji bo Tîmtîk û Unsal dest bi kampanya îmzeyan kirin
16:25 Li Payîzavayê taxekê kirin qarantînayê
15:42 Hevşaredara Îdirê Çelîk hat berdan
15:35 4 siyasetmedarên ku 25 sal ceza li wan hat birîn hatin berdan
15:17 Endamên OHD’ê li Goristana Kilyosê lêkolîn kirin
15:15 Li Nexweşaneya Zarokan a Amedê tundî li jinê kirin
14:58 HDP li dijî qeyûman daket kolanan
14:50 Li dijî qanûna îstismarê çalakiya qurdeleya Xemrî li dar xistin
14:46 EMO bertek nîşanî Bendava Ilisûyê da: Ji xeletiyê vegerin
14:34 Wekîlên jin ên HDP’î xwestin îstîsmara zayendî bê lêkolînkirin
14:16 Hevşaredara Îdirê Çelîk sewqî edliyê kirin
13:55 Destê girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşan derxistin
13:45 BTS: Em ê li dijî sirgûnan li berxwe bidin
13:08 Serpîl Kemalbay: Bi taybetî gorên li ser navê Kurdî û tîpên ê-x-î heye dikin nedef
13:07 Ji Gola Sixkê 30 ton çop derxistin
12:29 Doza Pirsûsê cara 14’emîn taloq kirin
12:03 Gulum, 261 cenazeyên li ser hev li Kilyosê hatin defin ji meclîsê pirsî
11:35 30 karkerên bi koronayê ketine ne li nexweşxaneyê li konteyniran tên ragirtin
11:22 Paylan: Çima wezîr warên dîrokî û dêran naparêze?
10:59 Beşdariya bernameya xwarinê jî sûc hat dîtin
10:34 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê dezmêjê dide girtin
10:03 'Ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin’
09:55 Danişîna doza Pirsusê dê bê parêzer bê dîtin
09:35 Tenduristiya siyasetmedarê kurd Demîr xirab e
09:30 Medya îqtîdarê Efûya Îstîsmarê nûjen dike û bingehê ava dike
09:29 Wê tazmînatê bidin girtiyên dest dane ser nameyên wan
09:28 Wexta zebeşên pêşwext dest pê kir
09:27 Alîgirên xwe tayin dikin, muxalifan jî sirgûn
09:26 Girtî test nekirin û xistin qarantînayê
09:26 Penaber bi şewbê û birçîbûnê re rû bi rû hatine hiştin
09:25 Sykes-Pîcot a nû di dewrê de ye: Divê hêzên Kurd bibin yek
09:24 Ji her kesî re qedexeye, lê ji AKP û qeyûman re serbest e
09:24 Bi xwezaya xwe mirov heyr dihêle
09:23 Nanê zuha jî bi mista wan nakeve
09:22 AVM'yan pêla şewbê zêde kir
09:21 'AKP-MHP bi çavê dijmin li girtiyan dinere'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2020'AN
19/05/2020
22:57 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd hate avakirin
19:33 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 199
17:04 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Bi ruhê gulanê ber bi serkeftinê
16:58 6 girtî bi xwarinê jehrî bûn
16:52 Cara duyemîn roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
16:23 194 welatan biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dan
16:16 Surucu ji Meclîsê xwest têkildarî 261 cenazeyan lêkolînê bike
16:09 Polisên ku xiza xwe negirtin bi ser malên cîran de girtin!
14:58 Daketin kolanan û qeyûm şermezar kirin
14:55 Ji bo 15 bajaran sînordarkirina liv û tevgerê hat dirêjkirin
14:21 Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li hilbijêr û gefa li demokrasiyê ye
14:10 Îdîaya jinekê întîhar kir
13:56 HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
13:52 Li Silîvriyê ku vîrûs lê belav bûye test nayên kirin
13:39 Hepsa malê dan Hevşaredarên Sêrtê
12:57 Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî
12:36 Koordînasyona Qeyrana Covît-19: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
12:18 Şaredariya AKP'î dest danî ser standa alîkariyê
11:49 Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye
11:31 40 gundên Qoser û Dêrikê dîsa bê av û ceyran hiştin
11:30 Ciwanê di bin çavan de hat berdan
11:10 KCD: Li dijî qirkirina xwezayê helwest bigirin
10:52 Ji YE’yê berteka qeyûm
10:48 Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket
10:10 Partiya Paşerojê ya Çepgir: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
09:21 Dozger xwest hevşaredar bên girtin
09:20 Beştaş: Çavê me dê li ser qeyûman be
09:19 Pardon me sûc nedît!
09:19 Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin
09:18 Hişyariya ji bo 'efûya îstismarê': Dê encamên wê giran bin
09:17 Pîvazên wan di destê wan de man
09:05 Qeyûm şertê 'bexşa mecbûrî' daniye ber muteahîdan
09:05 Ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane pirtûkxane ava kirin
09:05 'Qirkirina daran' a ji bo qaleqolan didome
09:03 Ji 284 parlamenteran re peyam şand, lê yek kesî/ê jî bersîv neda
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
08:46 HDP’iyan bertek nîşanî van dîmenan dan
18/05/2020
20:15 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 150 hezarî derbas kir
19:36 Hevşaredarê Îdirê Akkûş hat girtin