Cenaze wiha xistine bin peyarêyê!

  • rojane
  • 09:17 21 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL - Li Goristana Kîlyosê 261 cenaze di bin peyarêyê de hatibûn veşartin. Dîmenên peyarêyê bi dest me ketin. Di dîmenan de tê dîtin ku qabên plastîk ên cenaze têde bûn çawa avêtine ser hev û bi nigan çawa tên tehmdan. 

Di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê 282 cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û wan biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û paşê hatibû hînbûn ku li Goristana Kîlyosê hatine veşartin. Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin heya niha tenê 21 jê radestî malbatan hatine kirin û yê mayî yanî 261 cenaze jî li Goristana Kîlyosê ne. Lê belê dû re derket holê ku li Goristana Kîlyosê jî di bin peyareyekê de hatine veşartin. 
Dîmenên vê peyarêyê bi dest me ketin. Di dîmenan de tê dîtin ku qabên plastîk ên cenaze têde ne çawa avêtine ser hev û li kêleka hev hatine veşartin. 
 
Gava cenazeyê Cengîz Demîr û Huseyîn Doner radestî malbatên wan tên kirin, dîmen tên girtin. Dîmen di 2'yê Adarê de hatine girtin. Di dîmenan tê dîtin ku peywirdar qabên jimareya wan 6 û 9'ê ku cenazeyên Demîr û Doner têde ne derdixin û wan radestî malbatan dikin. 
 
LI SER HEV HATINE VEŞARTIN 
 
Cenazeyên 261 kesî di hundirê qabên plastîk de li ser dilê hev hatine veşartin. Gor ji 1'ê heya 18'an hatine nimarekirin û her gorek ji du qatan pêk tê. qabên hestî di hundirê wan de ne, dudo dudo li ser hev du hatine bicihkirin. Di nimareya 6'an de ku hatiye vekirin tenê 24 cenaze hene. Gor bi qasî 3 metreyan kûr hatine kolandin û bo tûxleyên ytong ji hev hatine veqetandin û ser wan bi du blokên betonî hatine girtin. Ji gorên hatine vekirin dixuyê ku yek jê di nav avê de maye. 
 
BI NIGÊN XWE HESTIYAN TAHM DIDIN 
 
Peywirdarekî goristanê ji bo qabên ku hestiyên Demîr û Doner têde ne bibîne qutiyên di gorê de hemûyan derdixe û ên din cardin dixe gorê. Gava dixe gorê jî wan dvêje ser hev. Gav wisa dike jî wan bi lingên xwe tahm dide. Li ser qabên ku hestî di wan de hejmareke morgê û hejmareke Saziya Tiba Edlî heye. Gava testa DNA'yê ya malbatan û hestiyan li hev derê, hestî li gor van nimareyan radestî malbatan tên kirin. Di dîmen de tê pirsîn, "Gelo gor hemû li vira hatine veşartin?" Peywira dibêje: "Belê." 
 
HESTIYÊN DEMÎR BIRINE LICÊ, YÊ DONER JÎ BIRINE BEDLÎSÊ 
 
Cenazeyê Cengîz Demîr li gundê Fîsê yê Licêya Amedê û yê Huseyşn Doner jî li gundê wî yê girêdayî Xîzan a Bedlîsê hatiye veşartin. 
 
Me xwe gihand malbata Demîr û Doner. Malbatan ji bo di peyarê de veşartina cenazeyan gotin "bêehlaqîtî û bêwijdanî ye." 
 
Azad Demîr birayê Cengîz Demîr, anî ziman ku piştî testa wan a DNA'yê bi dawî bûye di 2'yê Adarê de çûne Goristana Kîlyosê  û got, gava çav li dîmena heyî ketine careke din agir bi dilê wan ketiye. Demîr, diyar kir ku cihê ku jê re gotine goristan e, qeraxa rêyekê bûye û her derê wê di nav gemarê de bûye. Demîr, bilêv kir ku gava gor hatine vekirin qutiyên ehstî di wan de bûne di nav av û heriyê de bûne. 
 
Demîr, ji bo dîmena ku pê re rû bi rû mane got, ev yek ne bi ehlaq û ne jî bi wijdanê nayê îzahkirin û di tu dîn û baweriyê de jît uneye. 
 
CENAZEYÊN HER DU BIRAYAN JÎ LI KÎLYOSÊ BÛYE
 
Gulperî Doner ku hevjîna birayê Huseyîn Doner e, diyar kir ku cenazeyê ku li Goristana Xerzanê veşartibûn piştî 3 salan ji Kîlyosê derxistine. Doner, got: "Piştî me ji bo DNA'yê xwîn da, demek şûnde dozgeriyê telefonî me kir. Gotin, 'Cenazeyeke we yê din jî heye.' wê çaxê me fêm kir ku cenazeyê Ahmet Doner û birayê wî  Huseyîn Doner jî li Xerzanê bûye. Me cenazeyê her du yan jî anî li Xîzanê defin kir." 
 
Doner, bilêv kir ku Huseyîn Doner di 2014'an de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye û birayê wî Ahmet Doner jî 25 sal berê tev li PKK'ê bûye û got: "Piştî Ahmet çû, me tu xeber jê negirt. Em li cenazeyê Huseyîn digeriyan, me yê Ahmet dît. Mirov ji bo vê rewşê dikare çi bibêje nizanim."
 
Gulperî Doner, diyar kir ku ji bo cenazeyên xwe çûne Goristana Kîlyosê, lê belê gava dîtine cenaze di bin peyarêyê de hatine veşartin êşa wan zêdetir bûye. 
 
Doner, diyar kir ku piştî piştî Huseyîn Doner jiyana xwe ji dest daye cenazeyê wî li Goristana Xerzanê hatiye veşartin, piştî goristan hatiye xerakirin cenazeyê wan hatiye revandin birine Stenbolê, li wir li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyê de hatiye vaşartin, gava ji wir derxistie wî birine li Xîzanê veşartine û got: "Ma mirovek pênc caran tê kuştin?" 
 
Doner, destnîşan kir ku di tu dînî de ev tişt tuneye û got: "Çi dikin bila bikin em ê xwedî li miriyên xwe derkevin. Em dixwazin îşkenceya li van cenazeyan bi dawî bibe." 
 
MA / Erdogan Alayûmat 

Sernavên din

21/05/2020
12:51 HDK'ê kesên di komkujiya Çerkezan de hatin kuştin bibîr anî
12:42 Rêxistinên jinan ji bo girtiyên siyasî dest bi kampanyayê kirin
11:52 Komeleya Jiyana Nû Akademiya Aborî û Civakê vekir
11:01 Bac biha bû, 5 hezar û 430 ton zebeş xera bûn
11:01 HDP: Divê Rûsya û Tirkiye Qirkirina Çerkezan nas bikin
10:37 Qeyûm qadên dibistan, park û tesîsên tenduristiyê difiroşe
10:20 Kultaş a 17 salî hat qetilkirin
10:09 Ciwana HDP’î: Em dixwazin vê xakê bikin cihêkî ku jiyan lê bê domandin
09:58 Çelîk: Kesên ku pişta xwe dispêrên dewletê Hurmuz û Şîmonî Dîrîl winda kirine
09:29 Erdogmuş: Divê muxalefet gavan bavêje
09:20 Li dijî sererastkirina ‘efûya bi rêya zewacê’ berxwedana 2016’an bi bîr xist
09:18 Prof. Ulusoy: Peymana Qatarê maqyaj e
09:17 Cenaze wiha xistine bin peyarêyê!
09:17 200 hezar xwendekar di çerxa sermayeyê de ne
09:16 30 hezar esnafên Mêrsînê dikanên xwe girtine
09:16 Bendavê barê koçeran girantir kir
09:08 Bang li cerdevanan kir: Dev ji vê şaşiyê berdin, xwezayê qirêj mekin
09:06 DER-MEZ’ê bi zimanê zikmakî piştevaniya derûnî-civakiyî da destpêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2020'AN
07:48 Bajaroka Weyselqeranî 14 rojan xistin qerantînayê
07:38 HDP'iyên polîsan ew bi îşkenceyê binçavkirin hatin berdan
20/05/2020
19:36 23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:06 MEBYA-DER: Dest nedin nirxên me
16:56 'Mertalên Firatê dexl û çandiniyê Rojava şewitandin'
16:38 Ji bo Tîmtîk û Unsal dest bi kampanya îmzeyan kirin
16:25 Li Payîzavayê taxekê kirin qarantînayê
15:42 Hevşaredara Îdirê Çelîk hat berdan
15:35 4 siyasetmedarên ku 25 sal ceza li wan hat birîn hatin berdan
15:17 Endamên OHD’ê li Goristana Kilyosê lêkolîn kirin
15:15 Li Nexweşaneya Zarokan a Amedê tundî li jinê kirin
14:58 HDP li dijî qeyûman daket kolanan
14:50 Li dijî qanûna îstismarê çalakiya qurdeleya Xemrî li dar xistin
14:46 EMO bertek nîşanî Bendava Ilisûyê da: Ji xeletiyê vegerin
14:34 Wekîlên jin ên HDP’î xwestin îstîsmara zayendî bê lêkolînkirin
14:16 Hevşaredara Îdirê Çelîk sewqî edliyê kirin
13:55 Destê girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşan derxistin
13:45 BTS: Em ê li dijî sirgûnan li berxwe bidin
13:08 Serpîl Kemalbay: Bi taybetî gorên li ser navê Kurdî û tîpên ê-x-î heye dikin nedef
13:07 Ji Gola Sixkê 30 ton çop derxistin
12:29 Doza Pirsûsê cara 14’emîn taloq kirin
12:03 Gulum, 261 cenazeyên li ser hev li Kilyosê hatin defin ji meclîsê pirsî
11:35 30 karkerên bi koronayê ketine ne li nexweşxaneyê li konteyniran tên ragirtin
11:22 Paylan: Çima wezîr warên dîrokî û dêran naparêze?
10:59 Beşdariya bernameya xwarinê jî sûc hat dîtin
10:34 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê dezmêjê dide girtin
10:03 'Ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin’
09:55 Danişîna doza Pirsusê dê bê parêzer bê dîtin
09:35 Tenduristiya siyasetmedarê kurd Demîr xirab e
09:30 Medya îqtîdarê Efûya Îstîsmarê nûjen dike û bingehê ava dike
09:29 Wê tazmînatê bidin girtiyên dest dane ser nameyên wan
09:28 Wexta zebeşên pêşwext dest pê kir
09:27 Alîgirên xwe tayin dikin, muxalifan jî sirgûn
09:26 Girtî test nekirin û xistin qarantînayê
09:26 Penaber bi şewbê û birçîbûnê re rû bi rû hatine hiştin
09:25 Sykes-Pîcot a nû di dewrê de ye: Divê hêzên Kurd bibin yek
09:24 Ji her kesî re qedexeye, lê ji AKP û qeyûman re serbest e
09:24 Bi xwezaya xwe mirov heyr dihêle
09:23 Nanê zuha jî bi mista wan nakeve
09:22 AVM'yan pêla şewbê zêde kir
09:21 'AKP-MHP bi çavê dijmin li girtiyan dinere'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2020'AN
19/05/2020
22:57 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd hate avakirin
19:33 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 199
17:04 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Bi ruhê gulanê ber bi serkeftinê
16:58 6 girtî bi xwarinê jehrî bûn
16:52 Cara duyemîn roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
16:23 194 welatan biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dan
16:16 Surucu ji Meclîsê xwest têkildarî 261 cenazeyan lêkolînê bike
16:09 Polisên ku xiza xwe negirtin bi ser malên cîran de girtin!
14:58 Daketin kolanan û qeyûm şermezar kirin
14:55 Ji bo 15 bajaran sînordarkirina liv û tevgerê hat dirêjkirin
14:21 Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li hilbijêr û gefa li demokrasiyê ye
14:10 Îdîaya jinekê întîhar kir
13:56 HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
13:52 Li Silîvriyê ku vîrûs lê belav bûye test nayên kirin
13:39 Hepsa malê dan Hevşaredarên Sêrtê
12:57 Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî
12:36 Koordînasyona Qeyrana Covît-19: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
12:18 Şaredariya AKP'î dest danî ser standa alîkariyê
11:49 Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye
11:31 40 gundên Qoser û Dêrikê dîsa bê av û ceyran hiştin
11:30 Ciwanê di bin çavan de hat berdan
11:10 KCD: Li dijî qirkirina xwezayê helwest bigirin
10:52 Ji YE’yê berteka qeyûm
10:48 Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket
10:10 Partiya Paşerojê ya Çepgir: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
09:21 Dozger xwest hevşaredar bên girtin
09:20 Beştaş: Çavê me dê li ser qeyûman be
09:19 Pardon me sûc nedît!
09:19 Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin
09:18 Hişyariya ji bo 'efûya îstismarê': Dê encamên wê giran bin
09:17 Pîvazên wan di destê wan de man
09:05 Qeyûm şertê 'bexşa mecbûrî' daniye ber muteahîdan
09:05 Ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane pirtûkxane ava kirin
09:05 'Qirkirina daran' a ji bo qaleqolan didome
09:03 Ji 284 parlamenteran re peyam şand, lê yek kesî/ê jî bersîv neda
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
08:46 HDP’iyan bertek nîşanî van dîmenan dan
18/05/2020
20:15 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 150 hezarî derbas kir
19:36 Hevşaredarê Îdirê Akkûş hat girtin