MÊRDÎN – Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê êrişa polîsan li dijî rêveberên partiya xwe ya li Enqereyê şermezar kir û got: “Êriş nîşaneya bêtehamuliya AKP-MHP’ê ya li dijî dengê muxalîf e.”
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê têkildarî êrişa polîsan li dijî rêveberên partiya xwe ya li Enqereyê daxuyanî da û êrişê şermezar kir. Daxuyanî li avahiya HDP’ê pêk hat, Hevserokê Bajêr Salîh Kuday û rêveber beşdar bûn.
‘EM Ê SERÊ XWE NETEWÎININ’
Hevserokê HDP’a Bajêr Salîh Kuday daxuyanî da û wiha got: “Polîsan duh li Enqereyê êrişek hovanel i dijî rêveberên me pêk anî û wan binçav kirin. Êriş nîşaneya bêtehamuliya AKP-MHP’ê ya li dijî dengê muxalîf e. Dixwazin denge civakê qût bikin, rastî di tariyê de bimînin û civakê di bin zextan de bihêlin. Em carek din vê êrişê şermezar dikin û em destnîşan dikin ku em ê li dijî zextên îqtîdarê serê xwe netewînin.”