HDP'iyên hatin îşkencekirin axivîn: Em ê serî netewîn in

  • rojane
  • 11:11 22 Gulan 2020
  • |
img

ENQERE - Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Vezir Coşkun Parlak ê tayînkirina qeyûman şermezar kir û bi îşkenceyê hat binçavkirin û serê wî şikandin, diyar kir ku dê serlêdana sûc bikin û li dijî vê zilma wan serî natewînin. 

Rêveberên HDP'ê xwe amade dikin ku li dijî tundî, îşkence û helwesta polîsan serlêdana sûc bike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 20'ê Gulanê de tayînkirina qeyûman a 5 şaredaiyên HDP'ê li kolanê şermezar kiribûn. Polîsan êrîşî çalakiyê kiribûn û Hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezir Coşkun Parlak jî di navde 12 rêveberên HDP'ê bi îşkenceyê binçav kiribûn. 12 rêveberên HDP'ê piştî îfade dan serbest hatin birdan. Dîmenê êrîş û îşkenceya polîsan li ser medya civakî jî hatibû parvekirin. Rêxistina HDP'ê ya Enyereyê duh xwestin bi daxuyaniyekê êrîşa polîsan şermezar bikin, lê dîsa polisan mudaxale kir û destûr neda. Polisan dîsa êrîşî parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu û Kemal Pekoz Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Parlak kirin û ew dahf dan. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê  Parlak û Hevserokê HDP'a Mamakê Mustafa Uğur Akkaya yên di 20'ê Gulanê de bi lêdanê hatin binçavkirin axivîn. 
 
40 POLÎS KETIN SALONÊ 
 
Parlak, diyar kir ku polîs tehamul nakin ku partiya wan li Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û wiha got: "Li dijî partiya me pêkanînên dijdemokratik hene. Daxuyaniya li dijî qeyûmên dijdemokratîk, mafekî me yê rewa û demokratîk e. Ji bo em bertekên xwe yên li dijî tayinkirina qeyûman bînin ziman em ji avahiyê daketin pêş avahiyê. Hêj em li deriyê avahiyê bûn, mudaxaleyî me kirin. Me ewil xwest çend kes bi Midûrê Şaxa Polîsan re hevdîtin bikin. Lê mixabin hasasiyeta ku me nîşan da, polîsan nîşan neda. Zêdeyî 40 polîs ketin salona teng û xwestin mudaxale bikin. Me hewl da em hevdîtinê bikin, lê polîsan bê navber provokatife kirin. Herî dawî êrîş kirin û ewil ez binçav kirim. Poîsan 2 caran serê min li êrdê xistin. Piştre ez rakirim Nexweşxaneya Bajar. Em rastî işkenceyê hatin. Li nexweşxaneyê hevalekî min wêneyê min ê bi xwîn kişand. Li ser ve yekê hevalên me yên li avahiyê diyar kirin ku ew ve yekê qebûl nakin û daketin jêr. Polîsan ew jî derp kirin û binçav kirin. Li nexweşxaneyê 5 kêl avêtin birîna serê min. Pişte polîsan em binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. Me mafê xwe yê bêdengiyê parast. Me diyar kir ku me mafê xwe yê demokratîk parast û em hatin binçavkirin. Ji ber vê yekê îfadeya em bidin tune ye." 
 
Parlak, ani ziman ku dê der barê polîsan de serlêdana sûc bikin û bi rêya daraz û hiqûqê hesab ji wan bipirsin û wiha got: "Me tu carî li hemberî tundî û neheqiye serî nedanî û ji niha û şûnde jî em serî danînin."  
 
‘ENQERE PAYTEXTÊ PERGALÊ YE'
 
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Mamakê Mustafa Ugur Akkaya jî anî ziman ku Enqere paytextê pergalê ye û wiha got: "Li Enqereyê ji bo polîs û dewletê dema mijar dibe HDP her tişt diguhere. Mijar dema dibe HDP li demokrasî, hiquq û qanûnan guhdar nakin. Polîtikaya faşîzmêya ya li Kurdistanê dimeşînin, li Enqereyê jî dimeşînin. Bloka AKP-MHP'ê li Enqereyê ji hebûna HDP’ê bêzar e. Ji ber vê yekê li Enqereyê ew qas bi ser me de tên. Naxwazin ku em li Enqereyê çalakiyan li dar bixin û bertekên xwe bînin ziman. Ew qas ji HDP’ê ditirsin. Êrîşa 20'ê Gulanê êrîşek dagirkeriyê bû. Dema ez ji avahiyê derketim 5 polîsan xwe avêt ser min. Çêr ji dayika min û hevjîna min re kirin. Em bang li wan dikin ku destê xwe ji ser mirovan bikişînin. Hûn huqûq û zagona xwe binpê dikin. Hûn çêran dikin, destê me li pişt me kelepçe dikin, 6 kesan bi hevre dixin maşîna biçûk û binçav dikin. Qurala mesafeya fîzikî binpêdikin û heqaretê dikin. Dest ji vanan berdin. Me li nexweşxaneya Enqereyê rapor lêdanê stend û em ê der barê polîs û rayedaran de serlêdana sûc bikin. Em ji wan natirsin û emê netirsin." 
 

Sernavên din

24/05/2020
08:27 Dadgehê 12 siyasetmedarên kurd şandin girtîgehê
02:33 Kurd li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin
23/05/2020
23:15 Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Kûzû hat girtin
19:55 32 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:14 Rojnamevan Dogrû hat girtin
16:44 Cenazeyê Sabrî Kaya di bin dorpêça polîsan de defin kirin
16:30 Xizmên windayan vegotin: Ne hestî û ne gorên wan hene
16:01 Dozger bêyi îfadeyên wan bigire xwest bên girtin
15:54 Rojnameger Rojhat Dogrû di binçavan de ye
15:42 Keça min întîhar nekiriye, ez bi guman im
15:42 Çûyîna komeleya xwe ji sûc hesibandin
15:14 Ji bo girtiyê 70 salî bang kirin
15:07 'Operasyon li dijî hemû jinan e'
14:23 17 sal in hestiyên bav û apê wî nadin wan
14:22 Malbatê cenazeyê Kaya girt
14:04 ÎHD'a Îzmirê azadiya girtiyên nexweş xwest
13:50 Parêzvanên Jin ji 30 welatan bang kirin: Bêdeng nemînin
13:09 715 rojan girtî ma hêj nû îdeaname amade kirin
13:01 Bi wêneyan bêdengiya li Sûrê û Deriyê Çiyê
13:01 Notirvanan li ciwanê ku ji bo avêtina çopê derket derve xistin
12:51 OHD'ê rapora çavdêriya Kilyosê parve kir: Bila rayedar bên darizandin
12:04 Agir bi konteynerê ket: Karkerek mir
11:48 Keskîn: Bêdengiya mûxaletefê Kaya kuşt
11:46 Testa Kaya ya vîrûsê negatîf derket
11:40 Azadiyê binpê dikin
10:58 Fîlmê Dilop li ser youtube weşandin
10:58 Konseya Ewropa Tirkiye hişyar kir: Êrîşên li ser rojnamegeran rawestînin
10:20 Ji Rosa banga piştevaniyê
10:19 Tê payîn siyasetmedar û aktîvîstan îro sewqî dadgehê bikin
10:05 Nameya ji bo ‘goristanan'
09:58 Li Mêrdînê erzaniya qeyûm: Îro heye sibê tune ye
09:26 Di nava dêzên çopê de koçberiya masîpankan!
09:16 Gergerlîoglu: Êrîşa polîsan li pişt kamerayan jî berdewam kir
09:02 Mele Zekî: Li dijî êrîşên goristana divê em bibin yek
09:01 Li girtîgehan tevdîr tunene, Rewşa Awarte heye
09:01 Ji ber germa zêde û bayê kur berê genim kêm bûye
09:00 'Em ê nehêlin efûya îstismarê pêk bê'
09:00 Dr. Yilmaz: Li Lîbyayê 'welatê şîn' hincet e, mesele berbelavbûn e
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2020'AN
22/05/2020
19:59 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 276
17:23 Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kiriye
16:21 'Em ê li dijî zilm û tundiyê serî netewînin'
16:07 Hinceta binçavkirinan beşdarî daxuyanî û çalakiyan bûyîne
15:38 Ocalan: Em ê hesap ji wan bipirsin
15:37 Hêrsa li dijî binçavkirina siyasetmedaran: Em ê hin bêtir bi hêz bibin
15:13 Dayika Gulîstan Doku: Me dixapîn in
14:58 Goristana li Licê cara 3’yemîn hat rûxandin
14:49 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
14:30 Malbata Kaya: Li benda mirina wî bûn
14:29 Berî cejnê goristan ziyaret kirin
14:13 Gokkan: Em gav paşde navêjin
14:02 Jinan ji Cûdî bang kirin: Dest ji vê şaşiyê berdin
13:53 'AKP dê wekî partiya herî zêde ji jinê ditirse derbasî dîrokê bibe'
13:42 Gunay: AKP di van rojên pîroz de êrişî nirxê gelê kurd dike
13:09 MEBYA-DER'ê cejna malbatan pîroz kir
13:03 Cenazeyê Kaya bi gumana koronayê nedan malbatê
12:50 Dayika Aştiyê Hava Kiran a 63 salî jî hat binçavkirin
12:46 Di rojên vîrûs belav dibe de qelebalixiya kolanan balkêş e
12:41 Korona û krîza aboriyê li esnafan da
12:38 Polîsan ‘navbeyna fîzîkî’ îhlal kirin
12:13 HDP: DEDAŞ bi feraseta Qeyûm nêzîk dibe
11:40 Polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtin
11:32 Cenazeyê girtiyê nexweş Kaya rakirin ATK’ê
11:11 HDP'iyên hatin îşkencekirin axivîn: Em ê serî netewîn in
11:00 Ji ber ‘Sirûda Îstîklalê’ îşkence li welatiyan hat kirin
10:55 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
10:19 Guzel: Bi qeyûman tenduristiya gel xistin talûkeyê
09:54 Li Dersimê erdhej pêk hat
09:11 George Dîrîl: Dibe ku hin kesên ji hebûna me aciz in heb in
09:10 Giştînameya wezaretê tenê ya li ser kaxezê ye
09:09 Jina ku 11 caran gilî kir: Dengê min bibhîzin
09:08 Keça Ozkanê girtî: Bila emrê xwe yê mayî li cem me derbas bike
09:07 'DEDAŞ di bin banê dewletê de dest xistiye qirika me'
09:05 4 sal in bê delîl girtiye
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2020'AN
08:35 Li dijî siyasetmedarên kurd operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
08:05 Girtiyê nexweş roja hat berdan jiyana xwe ji dest da
21/05/2020
21:43 Îdianameya polîsê ku Hemdanê 18 salî kuştibû hat amadekirin
20:56 MEBYA-DER û HDP'î serdana goran kirin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 249
16:56 Dermankirina zarokê bi mermerê TOKÎ birîndar bû didome
16:51 Ji Ocalan re nameya cejnê şandin
16:49 Li Wanê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin
16:39 KCD, DBP û HDP'iyan Sûr ziyaret kirin
16:30 Ji Goristana Kilyosê bang kirin: Dawî li vê bê ehleqiyê bînin
16:17 Wê firotina neguhêzbarên şaredariyê veguhezînin darazê
15:39 Li Stenbolê ji bo girtiyan berdin bang kirin
15:32 Mirina bi Covît-19 xwezayî nîşan dan
15:22 45 parlamenteran pêşniyaznameya derbarê qeyûman de da Meclîsê
15:12 150 jinên pêşeng ji 20 welatan banga yekitiyê kirin
15:06 Ji bo cejnê çûn serdana gorên Ayhan û Yazar
15:02 Li Qersê 'Mexazeya Piştevaniya Civakî' hat vekirin
14:34 Başaran: Îstîsmar di serdema AKP’ê de 3 qat zêde bû
14:33 Li ser sînorê Îranê mirin
14:03 Girtiyên nexweş dernaxin revîrê
13:39 Berpirsê êrişên li Kobanê û Şengalê yê DAIŞ’î hat girtin
13:36 Biryara berdewamkirina girtina Yuksekdag hat dayîn
13:17 HDP’ê êrişa polîsan şermezar kir: Em ê serê xwe netewînin
13:10 Di mehekê de 271 binpêkirin û 561 îşkence
13:08 Nelirêtiya qeyûman gelo tê pirsîn?