AMED- Li navçeya Rezan a Amedê, kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar bi ser malekê de girtin û di encama êrîşa bi çek de jinekê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî îdîayan duh di saetên şeve de, kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar li Kolana 187’emîn a Taxa Muradiye ya navçeya Rezan a Amedê bi ser malekê de girtin û êrîşa bi çek pêk anîn. Di êrîşa bi çek de Nûrcan Polat birîndar bû. Ekîbên tenduristiyê yên sewqî cihê bûyer hatin kirin, mudaxileyî Polat kirin û dûre rakirin nexweşxanê. Ligel hemû hewldanan jî Polat jiyana xwe ji dest da.
Polîsên hatin cihê bûyer dest bi lêpirsînê kirin.