Kujerê siyasetmedarê Kurd Melik 26 salin hêj mechûl e

  • rojane
  • 09:12 1 Hezîran 2020
  • |
img

RIHA - Siyasetmedarê Kurd û Serokê Partiya Demokratîk (DEP) yê Rihayê Muhsîn Melik 26 sal berê li gel ajokarê xwe Mehmet Ayyildiz hat kuştin. Li gel 26 sal borîn hêj kujer nehatiye ronîkirin û darizandin. Bira Farûk Melîk anî ziman ku bi hinceta "Faîl nediyar in" dosya xistine nava refan û got: “Birayê min netirsiya û terk nekir. Her dem têkoşiya. Ji ber vê yekê hat qetilkirin." 

Siyasetmedarê kurd, sazumankarê ÎHD'ê ya Rihayê û Sazumankarê HEP û Serokê Partiya Demokratîk (DEP) yê Rihayê Muhsîn Melîk di 2'ê Hezîrana 1994'an de li Rihayê li gel ajokarê xwe di êrîşa çekdarî de hat kuştin. Di ser kuştina Muhsîn Melîk re 26 sal borîn, lê heta niha kujerê wî nehatine darizandin. Melîk di sala 1951'an de li Gundê Açmali ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li gund xwend. Di sala 1970'an de Beşa Çandiniyê ya Zanîngeha Çukurova xwend. Melîk di sala 1968'an de tev li nava têkoşîna siyasî bû. Melîk piştî tev li têkoşîna siyasî bû li Amedê dest bi xebatê kir û yekem car li vir hat binçavkirin. Piştî lêpirsînê hat girtin û 2 mehan li Girtîgeha Amedê girtî ma.  Melîk piştî 2 mehan girtî ma, fikr û jiyana wî hat guhertin. Melîk piştî girtina 2 mehan bêtir tev li têkoşîna siyasî bû. Bêtir di nava têkoşîna şoreşgeriyê de cih girt. Li gel hemû zext û tundiyan gav paşve navêt. Piştî sirgûnî Çankiri bû, demek pir kin îstîfa kir û vegeriya Amedê. Demek şûnde li Rihayê bi cih bû û li Rihayê Odeya Çandiniyê ava kir û çotkar bi rêxistin kir. Piştî demekê di nava sazumankariya Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê de cih girt. Di salên 1990’an de ji SHP'ê bû endamê Meclisa Giştî ya Bajarê Rihayê. Melîk piştî ji SHP'ê 7 parlamenterên kurd hatin îxrackirin, li gel hevalê xwe yê partiyê veqediya û di nava sazumankariya Partiya Kedê ya Gel (HEP) de cih girt. Demekê Serokê Navçeya Navendî ya Rihayê ya HEP'ê kir. Di sala 1991'an de di îtîfaqa SHP û HEP'ê de bû namzetê rêza yekemîn ê Rihayê. Melik, di hilbijartinê de bi 114 dengên kêm winda kir. Piştî HEP hat girtin, di sazumankariya Partiya Demokrasiyê (DEP) de cih girt. Melik,  di sala 1994'an de di heman demê de di nava rêveberiya Meclîsa Partiyê ya HADEP'ê de jî cih girt. 
 
'EZ ÊRÎŞKARÊ XWE NAS DIKIM' 
 
Melîk, rojek beriya ku wekilê DEP'ê Savaş Buldan hat revandin, di 2'ê Hezîrana 1994'an dema li gel ajokarê xwe Mehmet Ayyildiz ji malê derdiket û diçû cihê kar ji aliyê hêzên kontra ve rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest dan. Melik, beriya ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest bide ji hevalên xwe re wiha got: "Ez êrîşkaran bi xwe nas dikim. Ji ber ku demek berê min dişopandin. Ez û wan gelek caran hatin ruqalî hev. Yên ku li ser min gule reşandin polîsên sivîl ên berê ez dişopandim bûn."  
 
BIRYARA DEMBORIYA DOSYAYÊ DAN
 
Di ser kuştina Muhsîn Melîk û ajokarê wi Mehmet Ayyildiz re 26 sal derbas bû, kujer ronî nekirin û dernexistin pêşberî darazê. Dadgehê herî dawî bi hinceta demborî serdosyayê girt. Di sala 2013'an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê wekî dosyayên gelek kesên kujerên wan nediyar dosya Muhsîn jî ji ref daxist û dîsa dest bi lêpirsînê kir. Li gorî delîlên hatin komkirin û li dosyayê zêde kirin de hat diyar kirin ku Musîn Melîk û ajokarê xwe bi firmana Serowezîra wê demê Tansu Çiller Serfermandarê wê demê Dogan Gureş ve hatine kuştin. Navê Muhsîn û Mehmet wekî kesên "bi şik" derbasî dosyayan bûne. Lê dozger bêyî mijarê ronî bike û kujeran darizîne ser dosyayê girt. Piştî demekê bi hinceta dem borî dosya girt û dîsa xist ref. 
 
DI MERASIMA CENAZEYÊ VEDAT AYDIN DE CIH GIRT 
 
Bira Faruk Melîk anî ziman ku kekê wî xwedî ruhekî tekoşîn û wêrek bû û wiha got: "Dema Vedat Aydin hat qetilkirin û cenazeyê wî li Amedê hat definkirin beşdarî merasima cenaze bûbû. Wê demê di nava girsê de rastî êrîş û lêdanê hatibû. Ew girtin û avêtin zindana Amedê. Piştî demekê girtî ma û hat berdan, bû namzetê parlamenteriya îtîfaqa SHP'ê yê Rihayê. Qezenç kir, lê piştre YSK'ê bi 114 dengan bi wî dan windakirin. Wê demê jî rastî gefan dihat. Ji Walîtî û Qeymeqamiyê re gotibû ku tê şopandin û rastî gefan tê. Lê çeka bi rûhset nedabûn wî." 
 
'WÎ RIHA TERK NEKIR Û LI BER XWE DA' 
 
Faruk Melîk, anî ziman ku beriya kekê wî bê qetilkirin rastî gefan hatibû û wiha lê zêde kir: "Tê bira min. Birayê min Fevzî ji ber bûyerekê hatibû binçavkirin. Rastî îşkenceyê hat. Ez û kekê xwe ji bo rewşa Fevzî fêr bibin, em çûn şaxa Sîyasî. Wê demê Midûrê Şaxa siyasî ji kekê min re got 'Divê birayê we Rihayê terk bike. Divê hûn jî Rihayê terk bikin.' Dîsa gelek caran ji bo Mûhsîn Rihayê terk bike peyam jêre şandin. Lê Muhsîn Riha terk nekir. Wî qada têkoşînê terk nedikir. Terkkirina qada têkoşînê qebûl nedikir. Her dem bi texsiya Toros mala Muhsîn dişopandin. Wê demê plana qetilkirina Muhsîn dikirin. Lê me ferk nekir. Piştre bi çeka sûîkastê ya taybet Muhsîn qetilkirin. Dema polîsan birayê min bir nexweşxaneyê birayê min got: ‘We gule berda min û niha jî hûn dê min bibin nexweşxaneyê?' û li maşîna wan siyar nebû. Welatiyekî birayê min bi birîndarî rakir nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê got 'Polîsê sivîl ku her dim ez dişopandim gule berda min'. Lê walî ev yek înkar kir. Beriya civînek DEP’ê Rojnameya SABAH'ê nûçeyek derbas kir û got: 'Ji bo Serokê DEP'ê Navê Muhsin Melik derbas dibe' Bi vê nûçeyê kuştina kekê min plan kirin. Piştî wê manşetê 3 – 5 roj şûnde Muhsîn qetil kirin. Piştî kekê min hat qetilkirin, li ser navê wî pirtûkek hat çakirin. Ji bo vê pirtûkê dozger bang li bavê min kir. Pirsa pirtûkê ji bavê min kirin. Bavê min jî got 'Brêz dozger hûn ji bo pirtûkê bang li min dikin. Lê ji bo kê kurê min kuşt we bang li min nekir' û bertek nîşanî dozger da. Di ser kuştina kekê min re 26 sal borîn. Cînayetê kujer diyar e. Wê demê ez bi xwe çûm dozgeriyê. Min der barê Serokwezîra wê demê Tansu Çiller, Serokomarê wê demê Suleyman Demirel, Wezîrê Karên Hundir Mehmet Agar de serlêdana sûc kir. Lê ew daxwaznameya min di tariyê de hat hiştin. "
 
'BÊ EDALETÎ DIDOME' 
 
Xizma Muhsîn Melîk Ferda Oncel  jî anî ziman ku Mûhsîn Melîk di têkoşîna azadiya Kurd de xwedî cihekî taybet e û wiha got: "Yek ji kesên ku ji bo azadî û aştiya gelê Kurd têkoşiya û hat qetilkirin e. Bi têkoşîna xwe dihat nasîn. Di ser kuştina wî re 26 sal borîn. Mixabin navê mamê min Mûhsîn jî di nava kesên faîlên nediyar de cih girt. Bê edaletî hêj didome. Ser dosyayê girtin. Ser kuştinê lêkolîn nekirin û dosya girtin. Ew rûmeta me ye. Em wî bi minet bibîr tînin. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

02/06/2020
11:57 Walîtiyê destûr neda konsera Grûp Yorûm
11:50 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş yasa were guhertin’
10:19 Nîhat Çakan: Lê belê muzîkek heye
09:33 Çiyayê Eregê qada debar û jiyanê ye
09:23 2 leşker mirin
09:09 Karkerên ku qeyûm wan mexdûr kiriye: Bila êdî ev îşkence bi dawî bibe
09:08 Hem bazar hem jî ber deriyê malê qedexe kirine
09:08 Der barê Dayika Aştiyê de 106 heb lêpirsîn
09:07 Prof. Tolûnay: Mudaxileya li xwezayê wekî bûmerangê ye
09:06 Pîrê: Hikûmeta Tirkiye li Sûriye şikest vegere dê perçe bibe
09:06 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2020'AN
01/06/2020
20:30 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 563
19:02 Her 3 kesên ku Bariş Çakan kuştin hatin girtin
17:38 Kal û pismamên Bariş Çakan: Ji ber muzîka kurdî hat kuştin
17:10 ÎHD: Destûr nayê dayîn ku gora komî were lêkolînkirin
16:47 Bariş Çakan spartin axê
15:49 Ji Colemêrgê berteke li dijî kuştina Bariş Çakan
15:20 HDP'ê helwesta xwe aşkere kir: Emê bi hev re têbikoşin
15:19 Dayika Karaman li ber dadgehê daxwaza edaletê kir
14:57 Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd: Tirkiye ji bo çareseriyê asteng e
14:52 Li Wanê çayxane têje bûn
14:39 Malbata Kartal: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:20 Kesekê Nûrcan Polat kuşt hat girtin
14:19 Ji sedî 95'ê bereketa çotkaran weşiya
14:11 Rêxistinen pîşeyî: Tê xwestin muxalefet bê bêdengkirin
14:10 Di serdana gunde 56 kes bi vîrûsê ketin
14:08 Ji parêzeran vedişêrin, bi medya îqtîdarê re parve dikin
14:01 Li Amedê pêvajoya ‘asayîbûnê’ dest pê kir
13:16 Komeleya Rosa rapora xebatên xwe parve kir
13:14 Bi deh hezaran muzîsyen tevlî kampanya ji bo Ocalan bûn
13:11 Gelo bi copê tecawizî M.E.C. kirin?
13:01 Heman îşkence û heman wêne!
12:51 Ji bo gora komî Kerboranê daxwaza lêkolînê hat kirin
12:27 Ji bo cenazeyên li Kîlyosê bang li Meclîsê kir
12:01 Di 82 rojan de tundî li 83 kesan hat kirin
11:50 Piştî emeliyata mejî paşve şandin girtîgehê
11:34 Îşkenceya li qereqolê li gorî midûriyeta polîsan 'Hêza bi kontrol e'
11:25 Xwepêşandanên li Amerîka gihîştan Qesra Spî
11:10 Di 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
11:01 Muslim: Pêngava diyalogê wê di demek nêz de dest pê bike
10:35 Parlamenterê HDP’ê Koç: AKP welat ber bi tundiyê ve didefîne
10:34 Polîsan cenazeyê Kartal ê girtiyê nexweş revandin û definkirin
10:15 Serokê ATO Bulut: Dê nexweşên Covît-19 zêde bibin
09:43 Keskîn: Êrişkirina goristanan binpêkirina Peymana Cenevre ye
09:24 Li Şirnexê bikaranîna rûpoş bû mecbûrî
09:21 Psychology Kurdî bi hejmarek taybet derket
09:19 Bûn bêhna zaravayeke li ber xeterê
09:18 Şertên girtîgehê bandorekê çawan li zarokan dikin?
09:17 Kesê 2 meh berê emeliyata dil bûbû hat girtin
09:16 Amed bi rêjeya hejmara nexweşên xwe yên herî zêde ket pêvajoya asayîbûnê
09:15 Li Kanîreşê dem dema bihar û zozanan e
09:14 Li dijî Santralên Nukleerê seri li şûreya dewletê dan
09:13 ‘Şerê taybet li ser malbatan didin meşandin’
09:13 Li Edeneyê binçavkirina Qorsan
09:12 Kujerê siyasetmedarê Kurd Melik 26 salin hêj mechûl e
09:00 ROJEVA 01'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Ciwane li muzîka Kurdî guhdar kir kuştin
31/05/2020
22:09 Kesê ku gef li Weqfa Hrant Dînk xwar hat girtin
21:13 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 4 hezaz û 540 kesî
19:33 Ji şêwirmendê parlamenterê MHP'ê wêneyên îşkenceya li emniyetê
16:35 37 kesên din li Êlihê bi şewba Covît-19 ketin
16:02 Osman: Kurd bi yekîtiya neteweyî dê bi ser bikevin
15:17 Polîsan bi lêdanê binçav kirin
14:48 Walî derketina derve li 19 gundên Bedlisê qedexe kir
14:42 Îdîaya polîs û zabiteyan tundî li firoşkarên seyyar kirin
13:59 Dê cenazeyê Kardal li Manîsayê defin bikin
13:41 Rêxistinên jinan xwest Tirkiye ji Efrînê derxin û bersûcan darizanînin
13:07 Di bûyera êrîşa li dijî polîsan de hejmara kesin hatin binçavkirin derket 3’yan
12:51 Welatiyên hatibûn îşkencekirin, cardin hatin binçavkirin
12:41 TEV-DEM: Ji bo Efrînê komîsyoneke lêpirsînê ava bikin
12:31 HDK: Berxwedana Gezî pir zimanî fêr kir
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin